Dînek ji kolanên Diyarbekirê

Dema 9-10 salî bû hinek pîsqobatên bênamûs û bêwijdan tecawizî Ya?o dikin. Ya?o pi?tî wê bûyerê dîn dibe û bi kuçe û kolanan dikeve.

Delî Ya?o (Ya?oyê Dîn) teqrîben 40 salî ye. Ew hîna di biçûkahiya xwe de sêwî dimîne. Pi?t re li cem xwi?ka xwe ya mezin dimîne. Bi dewamî pantor û kurtekekî (gomlek) kevn û bi qirêj li xwe dike.

Mirovekî pir sakîn û bêdeng e. Bi dewamî qotikên cixareyan berhev dike û dixe berîka xwe. Kes nizane ew wan qotikan ji bo çi berhev dike. Gava kesek wî biqeherîne, hema çi bi destê wî keve radihêje û têwerî wî dike.

Mirovekî feqîr û reben e. Zirara wî nagihîje tu kesî. Lê divê bila kesek wî neqeherîne û pê nelîze. Ew her çend dîn be jî dînekî me ye û bawer bikin dînên me ji biaqilên me sed qat çêtir in.
Ji kerema xwe re li wan xwedî derkevin.

Mustafa Gazî

About The Author