Melle tirr ji miftî berda

Li ser bextê sofîk û ?a?ikmezinên bajarê Sêwasê be, dibêjin li nehîya Dîvrîgî melleyê bi navê Îsa Turk, çûye meqamê miftî Rahmî Yîgît û ketine nav xo? û bê?ê. Dibêjin pi?tî silav û kulav, hal û xatir, melle Îsa Turk wek kerê ku mozik bi qûnê vede daye lotikan û lotikek kerîkî avêtiye miftî Rahmî Yîgît, ew daye ber kêran.

Dibêjin melle Îsa Turk ê ku tam 20 sal in li mizgefta Tûrabalî li pê?îya xelkê tirr û fisan dike û çrokan ji wan re dibêje, ji ber mesela guhertina ciyê melleyan ketiye qirika miftîyê reben û pi?tî ku kermê?an bi qûnê vedaye, miftî daye ber kêran û ew brîndar kiriye. Lê dibêjin dilê melkemot (ezraîl) bi miftî efendî ?ewitî ye û ruhê wî ne stendiye, vê carê ji mirinê filitî ye.

Werhasil gelî melle û sofîyên Lotikxanê..

Mesela me li ser melleyên Tirk bû.

Hûn dibînin ne?

Heta bi melleyên van dolheraman jî bê kêr û xincer nagerin. Meleyên ku xwedêgiravî qasidên a?tî û lihevhatinê ne, bi kêr û xinceran radipelikin ser serê xelkê û qû?ê li wan diqetînin.

De ka îcar bêjin ya cemeeta Lotikxanê:

Milletê ku melleyên wî destbixwîn û qatil bin, wê çilo esker û polîsên wî ne qatil bin?

Heger melleyên Tirk bi kêran êrî?î miftîyên xwe bikin, wê çilo esker û polîsên Tirk bi kele?kofan êrî?î Kurdan û milletên din nekin?

Aha melle Îsa Tuuuurrrrrkkkkkkkk û aha insanetî!

Wîîîîî, ma ji xwe pa?navê wî Turk e babam, ma çima em qazindan dikin yaw, wî!?

Mû?

About The Author