Mêr ketin kewarê, jin daketin hewarê

Xalê me Cegerxwîn belasebeb negotiye „?êr ?êr e, çi jin e çi mêr e“ qurban. Zilamin hene ji mi?k û pisîkan tirsonektir in. Ne tirr xwe di wan de digrin ne jî fis. Lê jinin jî hene tiliyan davêjin bin dûvê zilaman û qûça wan radikin. Aha Marîsol Valles jî yek ji wan jinên qerase ye.

Li bajarê Guadalupe yê Meksîkayê keçek 20 salî bû midûra ewlekarîyê û ket dîrokê. Ji ber ku di vî bajarî de çeteyên eroîn û kokaînfiro? pir in û hema bêjin roj namîne ku çend polîs lê nayên kujtin, kesek wêrek derkebet pê? û nebû namzetê midûrîyeta ewlekarîyê. Lê keça 20 salî Marîsol Valles, wek ?êran got „Ez heme“ û bû midûra ewlekarîya bajêr.

Îcar hesab li cem we babam. Ma keçek wek Marîsol Valles wêrek û bi cesaret ne berberî 100 zilamên ziravqetandî ye kaka?

Axir, emê çend mehên din bibin ?ahid lo. Heger Marîsol Valles xanimê kok li çete û nijdevanên bajarê Guadalupe qeland, ji xwe emê zanibin ku ciwanikê ?êr e. Na heger nijdevanan lotikek li wê jî xist û çend fî?ek di nav daw û delingên wê de teqandin, ji xwe emê fatîhayekê li ser bixwînin û hûn sax…

Meksîka

About The Author