Aferîn kaka!

Bi ellawekîl general, çawî? û onba?îyên KCK giranîya xwe dane ser zimanê Kurdî ha. Xwedê heye, van heyaman di derbarê paraztina zimanê Kurdî de beyanên pir ba? û xwe? pê?kê? dikin. Aferîn kaka!

Li ser bextê ANF û fitne û fesadên çiyayê Qendîlê be, dibêjin Serokatîya Konseya Rêveber a KCK lotikek qerase avêtiye, li dijî dadgeha Tirk û redkirina xweparaztina bi zimanê Kurdî derketiye.

Dibêjin di derbarê zîtirka dadgeha Tirko de fi?e fi? bi firnikên rêveberîya KCK ketiye û gotiye: “Li dijî vê biryara nemirovane ya dagîrker û polîtîka pi?aftinê, em bang li hemi Kurdistanîyan dikin ku zêdetir li çand û zimanê xwe bibin xwedî.  Bila ji niha û pê de di navbera xwe de bi Kurdî biaxivin, bila di saziyên dewletê de jî bi Kurdî lotikan bavêjin. Divê gelê Kurd li hember vê biryara ku dadgehê li navenda Amedê daye, di her qadên jîyanê de bi Kurdî biaxivin” filan û bêvan.

Dibêjin KCK herweha mîrkutek li nav serê AKP û Erdogan jî xistiye û gotiye ku „ew qûnek Kurdan dixapînin, nahêlin siyasetmedarên Kurd bi zimanê xwe jî biaxivin“ filan û fîstan.

Ez serê we neê?înim û heger ê?iya jî destmalekê lê girê din, Marê re? û rêveberîya KCK di derbarê paraztin û xwedîlêderketine zimanê Kurdî de lotikên germik û nermik davêje. Heger ji dil û kezebê beeee, xwedê xêra wan qebûl bike. Na heger tenê siyaset beeee, xwedê ?orba nîskê bi ser serê wan de birjîne û hûn sax…

Mexmûr

About The Author