Girê sîra bi sîr e, lê lê lê lê Meyro..

Xuyaye em Kurd tucarî biaqil nabin. Wek ku me Kurdan ji „Tirk Sosyalîzm Sentezî“ û „Tirk Îslam Sentezî“ ê?kence ki?andiye, kesî ne ki?andiye. Çepên Tirk bi navê çepîtî û sosyalîzmê û misilmanên wan jî bi navê îslam û bratîya îslamê qû? li me qetandin û hîna jî diqetînin, hefsar xistin stuyê me û hîna jî dixin stuyê me. Lê dîsa jî hi?ê me nayê serê me ji ber hi? û aqil di serê me de nehi?tine, serî ne yê me lê yê Tirk û Ereban e.

Werhasil…

Li gora me bihîst, MESOP û Komîta Avakirina Partîya Sosyalîst biryar girtine ku partîyekê e?kere bi navê Partiya Azadî û Sosyalîzmê ava bikin.
Wek Lotikxane, ji bona di derheqê vê partîya ciwan de em raya gi?tî agahdar bikin, em bi dû wan camêran ketin, me sîxur û lotikvanên xwe bera dû wan dan.

Em serê we neê?înin, de li vir, de li wir em gerîyan, heta sîxurê me „Sîxur 001“ camêrek ji wan peyde kir av bi lingên me ket.
Sîxurê me birêz „Sîxur 001″ gotûbêjek qerase bi wî camêrî re kir. Aha gotûbêj eynen wilo ye ellahwekîl.
-Partîya we li ser xêrê be yabo qurban.
Sipas rêheval, sax ol, var ol.
-Gelo ji bo avakirina vê partîyê we ji kengî de dest bi xebatê kiribû?
– Ez bawerim ku ne sîh be, bîst û pênc sal çêbû.
-Errreeekkkk! Naxwe pi?tî sîh salî we du grûba biryar da ku hûnê bi hevre partîyekê ava bikin?
– Belê cîgerim, ev ji bona me serkeftinek mezin e. Hin grûbên Kurdan hene ku ev çil sal in ji bona yekîtîya nav xwe xebatê dikin, lê hîna jî nikarin li hev bikin.
Dûra ji bîr mekin ku me ne tenê biryar da, me di heman demê de navê partîya xwe jî lê kir. Ew jî astenkek mezin û pir dem jê re dixwest.

-Ba? e kezeb,  ma ne  ji bilî we sosyalîstan, PSK (Partîya Sosyalîsta Kurdistan) jî heye. Ma çima we ew jî nekir nava xwe?
– Li gora dîtina me PSK ne sosyalîst e, ewana îlkel millîyetcî ne. Ne tenê em vê gotinê dibêjin ha, serokê sererd û binerd jî dibêje.
-Niha sê partîyên Kurdan yên e?kere hene,
BDP:Bari? û Demokrasî Partîsî
Hak-Par:Hak û Ozgurlukler Partisi
KADEP:Yanî Partîya Xalê ?erafettîn Elçî.
Çima we bi yek ji van partîyan re yekîtî nekir?

– Haaaaaa, ezê niha ji te re ta bi derzîyê vekim.
BDP: Hemi bi te?qele ye, girtin, kujtin, hemi ti?t tê de heye û camêr dibên îrada me li Îmralîyê ye.
Hak-Par: Tevlihev e, dargrûpçîtî tê de ye.
KADEP: Birêz ?erafettîn jî dibê ger ez ne serok bim, Kurdistan jî çêbibe ez qebûl nakim.

– Siphan allaaaaaa! Ba? e, hûnê kengî kongra xwe çêkin cîgerim?
– Rêheval ji bo kongrê hinek perê hûr divên.Tu zani,  em sosyalîst li dijî kapîtalê ne. Ji ber wê tucar kapîtal û perên me çênebûn. Niha Sowyet jî nemaye ku çend qirû?an bide me. Em mane halekî heyirî dînime îmanime yaw…
-Em bêjin we kongre jî çêkir, îcar hûnê kengî dest bi xebatê bikin?
– Ya pêwîst ku em ji bona kongra xwe hinek perên hûr pars bikin, xebat ne zehmet e. Hêvîdarim di van çend salên pê?îya me de emê dest bi xebatê jî bikin.
– Ti?tek din heye tu ji lotikvanan re bêji?
– Bila xwe bigrin û li hêvîya lotikên me bin. Heger bi xêr û selamet me çend qirû? dan ser hev û me kongra partîya xwe li dar xist, îhtîmalek mezin heye ku em bi Demokratîk Lotikxane Partîsî re  bi xar û qirû?, yan bi heftokan bilîzin.  
– Sipas cîgerim
– Sipas xwe? kezeb.
Sîxurê Lotikxanê 001

About The Author