Gunehê trempêla sor çiye?

Sebrî xortekî lihevhatî û qe?eng bû. Ew dildarê keçika cîran Ebrû bû. Ebrû, pir ji trempêlên sor hez dikir û dixwest rojekê Sebrî jê re trempêleke sor bikire.

Lê ewil diviyabû Sebrî le?keriya xwe bike û him ji bo Ebrûyê him jî ji bo trempêla sor bistîne pir bixebite.
Sebrî ketibû bîst saliya xwe û dema çûyîna wî ya le?keriyê hatibû. Sebrî tevî malbata xwe li Stenbolê jiyana xwe berdewam dikir. Lê wek her xortekî hemwelatiyê Tirkiye le?kerî li pê?iya wî jî bû. Ji bo ku bikaribe be?darî jiyanê bibe û bibe xwedî mal diviyabû pê?î le?keriyê ji ber xwe derxe.

Ew xortekî jîr û xwîngerm bû. Lê wek gelek ciwanên din ên vî welatî, wî jî le?kerî wek wezîfeyeke birûmet dinirxand û dixwest mêraniya xwe bi le?keriyê bipeyitîne. Sebriyê ciwan ji bo le?keriya xwe bike pir dilezand û dixwest demek berî demekê here wezîfeya xwe bi serbilindî pêk bîne. Lewre ji bo bibe le?ker pir bêsebr bû. Ev bêsebriya wî ji kêfa le?keriyê bêhtir ji kurpekurpa dilê wî bû.

Sebriyê reben ketibû dafika evînê. Wî ji cîrana xwe Ebrû pir hez dikir. Ji bo wê her ti?t dabû berxwe. Ji bo bigihîje mirazê xwe karibû li le?keriyê bikeve nav her cure ?er û pevçûnan û pêxwas li ser çiyayan bigere. Sebrî ji derdora xwe re çûyîna le?keriyê wek mêranî û welatperweriyê ?îrove dikir. Lê a rast kûla wî birîna dil bû û dixwest bilez vî barî ji ser xwe rake.

Heta berî here le?keriyê bêyî ku haya malbatê jê bibe, civata xortan kom kiribû û li ber ?ahidan sonda ku heta mirinê ew û Ebrû hevdû bernedin dabûn. Ebrû jî keçikek xwe?ik bû û ji malbateke feqîr bû. Wê jî ji Sebrî hez dikir û dixwest pê re bizewice. Lê hin fikarên wê hebûn û ew qet bilêv nedikirin. Ji Anadolê hatibû hatibû Stenbolê û ligel xwe?î û nexwe?iyan jiyana metropolê nas kiribû.

Wê bi qasî ku ji Sebrî hez dikir zêdetir ji kêf û ?ahiyê jî hez dikir. Ebrû pirî caran dixwest bi Sebrî re here deverên ?ahiyan û kurmê xwe yê ciwaniyê bi?ikîne. Ew pir dihesidî jiyana dewlemendên bajêr û her tim ji Sebrî re behsa mal, milk û jiyana wan dikir. Lê belê ya herî girîng wê dixwest trempêleke wê ya sor û bilez hebe. Ji ber ku zanibû Sebrî nikare jê re bikire ev tim wek xeyalekê di dilê wê de dima.

Sebrî jî her çiqas lawikekî ne dewlemend û xwe?hal be jî xebatkerekî ba? û bi xîret bû. Wî dixwest pi?tî le?keriyê ?ev û roja xwe bike yek û jiyaneke xwe? pê?ke?î Ebrûya dilê xwe bike. Bîr û xeyalên Sebrî tim ev bûn. Roja ku ji bo le?keriyê ew birêkirin jî çavê wî kelogirî bûn û Ebrûya xwe deh caran ser hev hembêz kiribû.

Sebriyê le?ker ji bo bigihîje Ebrûya xwe û kela dilê xwe sar bike, sebra ê? û janên le?keriyê diki?and û bi xeyala evîna xwe ew ji bîr dikirin. Rojên jimartî derbas dibûn. Her ku roj bi ser de diçûn derûniya Sebrî jî xera dibû. Li le?keriyê di dolaba xwe de wêneyê Ebrûyê danî bû û her roj pi?tî xêzkirina roja çûyî ew maçî dikir.

Rojên jimartî derbas bûn û Sebriyê qe?eng ku mêraniya xwe bi le?keriyê peyitand vegeriya mala xwe. Mala Sebrî û Ebrûyê di heman kûçeyê de bû û tenê bi qasî sed metreyî dûrî hev bûn. Dema Sebrî gihî?t kûçeyê dilê wî bi kurpekurp lê dida û dikir ku bêhi? bikeve. Sebrî çawa gihî?t ber derî çi bibîne?! Berî ku çavê xwe bide ser mala Ebrûyê hema dibîne ku trempêleke sorî xwe?ik li ber deriyê wan e. Sebriyê ku trempêla sor dibîne çav lê sor dibin û matmayî lê dinêre. Li ber çavê Sebrî, Ebrû tê li trempêla sor siwar dibe û trempêl dûr dibe diçe.

Bi çûyîna Ebrû re hi? û aqil bi Sebrî re namîne. Derûniya wî serûbinî hev dibe, dîn dibe û bi kûçe û kolanan dikeve. Ji dûr ve wek xortekî delal û biaqil xuya dike. Heta mirov nêzî wî nebe qet ferq nake ku ew dîne jî. Sebriyê dîn lawikekî bê zirar e û tu kesî jî na ê?îne.

Her çiqas dîn bûbe û bi kolanan ketibe jî, di dilê wî de birînek kûr heye. Ew jî dîmena Ebrûyê ya herî dawî ye. Ew çaxê ku Ebrû li trempêla sor siwar bû û çû, her tim li ber çavê wî zindî ye. Lewma gava trempelên sor dibîne pê?î çavên wî bel dibin û hêrs dibe. Pa?ê jî diçe li ber wan disekine û tecawizî trempêlên sor dike.

Sebrî her ?ev li trempêlên sor digere. Yekane armanca wî ya jiyanê bûye tecawizkirina trempêlên sor. Dema trempêlên sor dibîne pê?î bêceme û derpiyê xwe dadixe baz dide ser wan! Pi?tî karê xwe diqedîne jî camên wan hûr dike û lêdixe diçe.

Sebriyê dînik trempêlên sor wek dijmin dibîne û dilê xwe li wan rehet dike. Êdî gunehê trempêlên sor çiye Sebrî çêtir dizane!

About The Author