Rebeno têr zebe? nexwar

 Di rojên 14-16.10.2010 de ji aliyê oda tabîbên Amedê ve rojên tendurustî yên Mezopotamya li Amedê hatin li darxistin û bi pi?tgiriya ?aredariya Amedê, em jî cend doktorên Kurd ji Elmanya tev li wan bûn. Pi?tî ku em ji balafira Berlîn derketin, bi rê em bi hevre axivîn ka li Amedê çi heye ku em bibînin ji dervî dema seminaran. Doktorekî ji hevalên me got: „Ti?tên ez dizanim li Amedê sûr heye û zebe?ê xwe? hene.“

 Roja 11.10.10 em li Amedê bûn. Me xwest lê bigerin. Biraderekî ji ?anoya Amedê gote me „îro bîranîna nivîskar Mehmed Ûzûn li ser goristanê ye û bira û xanima wî jî hazir dibin“.

Me jî got ev pêwîsttire ji gera me. Lê hevalê me yê ku ji zikê xwe hez dike got: „Hûn herin ser mezel û ezê herim ta?tê bixwim“. Pi?tî em vegeriyan me zanîbû ta?têya wî zebe? û penîr bû.

14 ê Oktober roja vebûna konfiransê hevalê me dereng hat salonê. Xanima doktorekî dî jê pirs kir got: „Wele ez çûm min hinek zebe? xwar“.

 Werhasil, doktorê me yê Kurd, yê ji Elmanyayê yekem car diçe Amedê, her roj sibehê dereng dihate simînaran û êvarî berî  simînar bi dawî bibin, diçû derdiket da ku zebe?an bixwe. Roja 15.10 ?aredariya Amedê em vexwendin ser ?îvê. Hevalê me îcar berî wextê ?îvê hazir bû cima ku me jêre gotibû mazûrvan belediya Amedê ye û serokê belediyê tê li nav mêvanên xwe hazir dibe.

 Li ser masan her xwarin û fêkî hebû. lê zebe? tune bûn. Doktorê me aciz  bû û got „ez ji bo zebe?an hatime û va ti?tek nîne lo“.  

Min jê re got: „Bîna xwe fere bike, niha birêz Osman Baydemir tê û zebe?an bi xwe re tîne“.  Lê dema mamoste Baydemir hat û xanim Leyla Zana pê re, lê deste vala, ne zebe? û ne jî  kundir. Lê ji ber cepik û kêfxwe?iya ku mêvanan ji mazûrvanan re kir, hevalê me jî xwe ji bîr kir û deng nekir.  Lê dawiya ?evê got: „Wele qurban belediya Amedê ez xapandim“.

Herweha roja dawî em be?darên konfiransê vexwendî ?anoyek Kurdî bûn bi navê (cîrokên zivistanê). Hevalê me nedixwest bê ji ber yekî dî ji me jê re got ku çîrok bi xwe li ser diziya zebe?a ne.

Roja belavkirina sertîfîkatan li be?darên konfiransê, hevalê me ya xwe ji bîr kiribû çimkî çûbû xwarina zebe?an.

Pi?tî em vegeriyan Berlîn, min ji doktor begê pirsî:

„Te çi ji rojên tendurustî yên Mezopotamiya qezenc kir qurban?“

 Got: „ Xwarina zebe?an“.

 Min got: „Ji îro pê de emê bêjin te DOKTORÊ ZEBA?AN!“

Di gel silavan

Dr.Barî

Berlin

About The Author