HAK-PAR ê qûn li dewletê qetand ellawekîl!

Belê kaka, HAK-PAR ê kongreya xwe ya 4 an li dar xist û lotikek qerase avêt der û dorê.

Di kongreyê de her çiqas ez wek “Sîxurê Lotikxanê 007” nehatibûm dawetkirin jî, lê ez di ?ibake û pencerê re ketim salonê, min xwe li pi?t perda sehnê ve?art û dest bi nivîsandina “Lotikên HAK-PAR ê” kir.

450 delege û ?andeyên HAK-PAR ê be?darî kongreyê bûn. Bi ?e? telaqên jinberdanê xilafî tê de tune ha, min yeko yeko bi tiliya ?ehadetê hejmartin. Û hetta tev min dibûn 451 jî.  HAK-PAR ê bi lotika “Zimanê dayikê mafekî rewa ye” dest bi govendê kir û dê weledê xwe avêt.

Di lotika HAK-PAR ê de qeraseyên mîna Alîkarê Serokê AKP Salîh Kapusuz, Parlamenterên Amedê Îhsan Arslan û Abdurrahman Kurt jî be?dar bûn. Lê lotika herî xwe? çi bû hûn  zanin kaka?

Di kongreyê de li ?ûna mar?a Tirkan mar?a Kurdî “Ey Reqîb” hat xwendin û parlamenterên AKP jî rabûn ser pêyan û rêz li Ey reqîp girtin.

Hûn dibînin bê HAK-PAR çi tirran ji dewletê berdide ne? Parlamenterên dewletê li ber “Ey Reqîb” wek “sing” radike ser pêyan. Ma ka ji vê xwe?tir babam?

Axir, pi?tî xwendina mar?a netewî “Ey Reqîb” wê dadwer û sawcîyên dewletê çi tofanê bînin serê HAK-PAR ê nizanim, lê HAK-PAR ê ya dilê xwe û dilê me kir, berî dewletê qûça xwe rakir. Aferîn qurban!

Ez serê we neê?înim, di kongreyê de Bayram Bozyel dîsa wek serok û lotikvanê nimro 1 yê HAK-PAR ê hat hilbijartin û ling avêt ser ling.

Ez bi navê temamê sîxurên Lotikxanê yên li Enqere û gund û bajarên wê, vê lotika HAK-PAR ê pîroz dikim û serketinê jê re dixwazim qarda?im..

Ey reqîb her maye qewmê Kurd ziman

Na?ikê û danayê ala Kurdan….

Enqere

About The Author