Hilê wan li milê wan kirin

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, di derbarê serlêdana Rûman de biryara xwe da û dewleta Tirk bi 15 milyon euro ceza kir.

Wek tê zanîn, di dagîrkirina Kibrisê de Tirkan zilm û zordarîyek kesanedî anîbû serê Rûman, mal û milkên wan ji wan stendibûn, fermana wan rakiribûn. Rûmên ku wê demê raserî hovîtîya Tirkan hatibûn û mal û milkên xwe winda kiribûn, di salên 1990 î de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê dabûn û di derbarê Tirkiyê de doz vekiribûn, doza mal û milkên xwe li Tirkiyê dikirin.

Pi?tî salên dûdirêj, dadgehê biryara xwe ya di derbarê serlêdana 19 malbatên Rûm de da û lotikek qerase li Tirkiyê xist, ew mehkûmî 15 milyon euro kir.

15 milyon euro kuroooooooo!

Çi lotikek qerase ne?

Yaaaa, hûnê welatê xelkê dagîr bikin, mal û milkên wan ji wan bistînin ha!

Aha îcar bixwin ha oxlim, ma xelk wek Kurdan bêxwedî ne Tirrrrrrrkoooooooooooo!?

Strasbûrg

About The Author