Kuro bi namûs aferîn ji te re lo!

Hûn zanin, bi dîn û îman kêfa min pir ji lotikên ba?qan Osman Baydemîr re tê ellawekîl. Kuro zilam e zilam, welle û bille qeraseyekî zilama ye.

Ba?qan Osman Baydemîr, bi sedema endametîya KCK derket pê?berî dadgeha Tirko, silavek da wan û derket der. Li derketinê Baydemîr bersiva pirsên rojnamevanan da û lotikên li gor dilê min, lotikên Kurdewarî avêtin dewletê.   

Herî zêde çi li xwe?îya min çû hûn zanin? Baydemîr pi?tî ku behsa KCK û PKK dike, dibêje:  „ Êdî hasil gihaye Mûsilê. Qet xwe nexapînin. PKK rojekê dev ji doza Kurdayetîyê berde jî, ez dev ji doza Kurdayetîyê bernadim cîgerim. Ez dev ji doza azadîya Kurdan bernadim, ez dev ji doza heq û edaletê bernadim“ û da bin dûvê Tirkan.  

Werhasilî kelam, Baydemîrê me pi?tre behsa xweserîya demokratîk û tirsa dilê Tirkan jî dike û dibêje: „ Em ne cudaxwaz in. Lê em xweserî û otonomîyê dixwazin. Otonomî nayê wateya parçebûnê, em vê otonomîyê ji Behra Re? û heremên din re jî dixwazin canim cîgerim. Mafê Tirkan çi be, divê mafê min jî ew be“ û tilî avêt bin dûvê Tirkan.

Divê Kurd tev wek gunikre?ê Osman Baydemîr bin. Divê Kurd tev karibin û wêribin bêjin „PKK dev ji Kurdayetîyê berde jî, em dev jê bernadin oxlim“ û  ziravê Tirkan biqetînin qurban.

Ne wilo be emê hê gellek nanê ?ikeva bi tenûrê vedin ellawekîl…

Amed

About The Author