Silav ji te re jî cîgerim!

Li ser bextê fite û fesadên bajarê Hewlêrê be, dibêjin xwedêgiravî ?îrketa Adil Al Mutehîde bi navê Îbrahîm Tatlises konserek li Hewlêrê li dar xistiye û daye lotik û zîtirkan.

Li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê, lehmecûncî Îbo jî derketiye ser dikê û bi Kurdîyek xwe? axivî ye û strana „agir kete ?erwalê min“ gotiye. Herweha sîxurên me bi ?e? telaqên jinberdanê sûnd dixwin û dibêjin ku Îsotçî Îbo herweha bi Soranî jî çend lotik avêtine.

Lê ya herî balkê? Îbrahîm Acises bi Kurdî ji mêvanan re gotiye:

„Silav ji we re gelê Kurdistanê, law hûn çawa ne ba? in oxlim“ û navê Kurdistanê anîye ser zimanê xwe.

Avestakurd / Hewlêr: ?îrketa Adil Al Mutehîde, bi navê Tatlises Pingo konserteke mezin li Hewlêrê pêk anî.

Ez serê we neê?înim, xuyaye wê Îboyê me di pê?erojê de dev ji Kurmancî berde û dest bi lotikên Soranî bike. Êêêêêêê, çawa be pere di Soranî de heye kaka. Ma wê Kurmancî çi bide Îbo. Li gora ku xanî û avahîyan ji Soranekanim re lêdike, helbet wê Îbo?ê me jî Soranî hîn bibe canim, normal e. Pere ji ku bên meriv xwe li wî alî digre.

Werhasilî kelam, ev lotika Îbo lotikek xwe? bû. Îro got „Kurdistan“ belkî sibê bibe hemwelatîyê Kurdistanê jî ma kî zane.

Aferîn Îbo…

Duhok

About The Author