Xwezî bi dilê Miswatî

Padî?ahê Swaîzlandê Padî?ah Miswatî kêf kiriye. Go xwedê dide nabêje tu kurê kê yî babam. Xwedê bi xurcik û çewalan bi ser Miswatî de barandiye.

Padî?ahê Swaîzlandê Miswatî, her salê di pê?birka jinan de ji xwe re jinekê li gora dilê xwe hildibijêre, dixwe, vedixwe û lê dixe. Oxxxxxx, ma ev bi dest kê dikeve? Ê me em rebenê xwedê heta jinekê li gora dilê xwe dibînin çavê me û bavê me derdikeve, mêro her sal keçikek 14-15-16 salî dixe paxila xwe û wê virde wêde digindirîne, pê re bi fûtbolê dilîze.

Dibêjin wê îsal Padî?ah Miswatî jina 13. ji xwe re hilbijêre. Xuyaye heta mirina wî û hejmara jinên wî 100 î derbas bike. Ma law ji vê dana xwedê xwe?tir heye qurban?

Na na, bi sê telaqan wilo nabe. Hew qîma min tê wî. Ez bi xwarina tir?ikê virikî bûme babam, her ?ev eynî tir?ik, na, nabe. A ba? ezê herim Swaîzlandê û xwe bavêjim tor û bextê Padî?ah Miswatî ellawekîl.

Ezê jê re bêjim: „Pa?ayê min, ez ketime tor û bextê te, ez xulamê herdu gunikên te me. Ez bi xwarina tir?ika jina xwe virikî bûme û li ber çavê min re? bûye. Bi xêra dê û bavê xwe çend jinên 14-15-16 bide brakê xwe û xêrekê bi xwe bike lo“ û doza go?t û savarê lê bikim.

Ji xwarina heman tir?ikê re êdî bes e!

Swaîzland

About The Author