Sosyalîstên têr û birçî

Zekî Alasya û Metîn Akpinar du ?anoger û lîztikvanên Tirk ên me?hûr in. Ev 37 sal in dost û hevalên hev in. Bi ser ku herdu jî xwe wek “sosyalîst” bi nav dikin jî, lê di gellek waran de dîtinên wan ne wek hev in. Lê dîsa jî dost in, ji hev naqetin. Lê ferqek di navbera wan de heye. Zekî Alasya sosyalîstekî birçî û zugurd e û Metîn Akpinar jî sosyalîstekî halxwe? û têr e.

Metîn Akpinar di pirtûka ku Gunduz Demîr li ser wan nivîsandiye dibêje: “Bê ?ik û guman ez sosyalîst im. Erê Zekî jî sosyalîst e, lê dîtinek wî ya rasterast tuneye. Wek kesê ku hem sosyalîst be û hem jî ne sosyalîst be” û pehînekê li Zekî Alasya dixe.

Û Zekî Alasya çi dibêje?

Dibêje: “ Metîn bi hi? û aqilê xwe birastî jî di nav çepîtîya navendî de ye. Lê tenê bi fikir û ramanê meriv nabe çep, nabe sosyalîst. Sosyalîzm ?êweyekî jiyanê ye. Sosyalîzm ?êweyê jiyanek çep e. Metîn bi wî ?êweyî najî. Lê ez bi xwe wek sosyalîstekî dijîm” û lotikekê li Metîn Akpinar dixe.

Metîn Akpinar îcar dibêje: “Li gora Zekî, divê ez sosyalîst bim, refah û bextewarîya xelkê bindest bixwazim, divê perên min çênebin, divê ez birçî bimînim, divê ez cigarê bik?înim, divê di mala min de gore û derpîyên min li hêwanê daliqandî bin, divê ez li tembûrê xim, divê ez bigrîm filan û fîstan. Law ma sosyalîstî ev e oxlim? Ez ji bo jiyanek xwe?tir dixebitim, ji bo ku jiyanê biguherînim bûme sosyalîst. Ma go ez birçî û zugurd bim, ezê çawa ?ore?ê bikim û jiyana xelkê xwe?tir bikim cîgerim? Ma ev karê aqila ye babam? Naaaaaaaaaaaaa, nabe! Ezê wek insanan bijîm, lê ezê dîsa jî xwedîyê fikrên sosyalîzmê bim qarda?im” û dide bin dûvê Zekî Alasya.

Aha esas mesele di vir de ye gelî xwendevanan.

Piranîya sosyalîstên Kurd jî xwe fedayî bextewarîya jiyana xelkê bindest kir,  xwe tî û birçî hi?tin. Lê mixabin me tu gû jî bi ser nexist.

Çi hat bîra min hûn zanin?

Belkî xort û na?î nizanibin, lê kesên ku berî 1980î jiya ne, ba? zanin. Ba? zanin bê me ji bo sosyalîzmê, ji bo Lenîn, Stalîn, Mao û Enver Xoce çi pelûl bi serê hev dadikir. Bê me ji bo sosyalîzm, sosyal fa?îzm, emperyalîzm, kominîzm û quzêkerêîzm ê çi tofan li serê hev radikir.

Îcar di mesela Zekî Alasya û Metîn Akpinar de serpêhatîya KAWA cî yan hat bîra min.

Xwe? tê bîra min. Li Mêrdînê gundên der û dora Nisêbînê, KAWA cî û KUK çî yên me diçûn nav gundan hem propaganda rêxistina xwe dikirin û hem jî di karê erd û zevîyan de alîkarîya gundîyan dikirin, bê pere, bê ti?tek. Êêêêê, me dixwest em ?ore?ê li dar xin, me dixwest em dewleta gundî û karkiran damezrînin, gundî û karkir taca serê me bûn. Ma me karîbû em peran ji gundî û karkirên xwe bixwazin canim, na babam, ?ore?ger û peran ji gundî û karkiran bistînin! Qebhetek mezin bû.

Axir..

KAWA cî yên me li der û dora gundê „Erbetê“ alîkarîya gundîyan dikin, erd û zevîyên wan diçinin, efare dikin, hella hella, bi kêfxwe?î erka xwe ya ?ore?gerî tînin cîh.

Lê zik?

Qure qur ji zikê wan tê, tî û birçî ne.

Gundî radibin ji wan re çend mirî?kan ser jê dikin, savarek têr rûn jî çêdikin û tînin li ber paleyên xwe datînin. ?ore?ger û xwarina go?tê mirî?kan ha? Û heger serok Mao vê sosretê bibihîze û wan wek “sosyal fa?îst” yan jî “sosyal emperyalîst” êlan bike? Na, nabe ellawekîl. Ma hedê kê ye go?tê mirî?kan bixwe? Hem jî mirî?kê gundîyan?

Werhasil, KAWA cî yên me go?tê mirî?kê naxwin. Qure qur ji zikê wan tê, rovîyên wan ji birçîna xwe li hev pêçane, gundî li ber wan digerin, lava ji wan dikin, lê ew her naxwin û dibên: “Em ?ore?ger in, mirî?kê gundîyan naxwin” û ji alîyê din ve jî carna zimanê xwe li dora devê xwe dixin, tifa xwe dadiqurtînin. 

Ez serê we neê?înim, gundî radibin diçin ji wan re nan û zeytûnan tînin û datînin ber wan. KAWA cî yên me dikevin ser wan zeytûnan, ziko bi qurbano, bixweeeee û hey bixwe, heta go zik li wan dibe me?k.

P??tî ku “xizmeta xwe ya ?ore?gerî” bi dawî tînin û tên Nisêbînê, qure qur û qajewaj ji zikê wan tê, rebenan virikî û vîjikî dibin. Êêêêêê, di wê germa havînê de ma her kurê bavan kare leganek zeytûn bixwe keko? Ma hûn nabêjin wê ew zeytûn qûnê li meriv biqetînin?

Aha ev jî mesela me û Zekî Alasya û Metîn Akpinar e ellawekîl.

Zekî Alasya jî wek me ?ore?gerên berî 1980î zikê xwe bi nan û zeytûnan têr dike û pirê caran jî pê virikî dibe, lê dîsa jî ji ya xwe nayê xwarê û yanî qa?o tirro “sosyalîst” e.

Û Metîn Akpinar?

Ew jî wek piranîya serok û rêberên me hem “sosyalîst” û hem jî “kapîtalîst” e. Hem li nêl dixe, hem li bizmêr dixe. Sosyalîst e, lê perên wî pir in, mala wî, trimbêla wî, her jehr û ziqûmên wî hene. ?ûr simbêlê wî nabirre.

Îcar kî li kar û fêdê ye bavê min?

Sosyalîstên virik bûyî, yan sosyalîstên canbaz?

About The Author