Ebû Welat da bin dûvê Sûrîyê

Partîya Yekîtîya Demokratîk kongreya xwe ya 4 an bi hella hella li dar xist û îmana meselê teneke kir. Di kongreyê de rêveberîyek nuh hat hilbijartin û Ebû Welat bû serokê PYD. Wey li ser xêrê be û ?aba? ji Ebû Welat re!

Li ser bextê ajansa ANF be, dibêjin Ebû Welat çend lotikên xwe? avêtine û gotiye ku „Emê doza Xweserîya Demokratîk li dewleta Sûrîyê bikin û ji bo bidestxistina Xweserîya Demokratîk emê xebatên qerase bikin“ û guhê Be?ar Esed ki?andiye.

Ebû Welat dibêje ku di derbarê rêxistin û hûnanê de kêmasîyên wan hene û ji îro û pê de ewê di her gund û bajarên Kurdan de xwe bihûnin û bihêztir bikin.  Xalê me ebû Welat (Bavê Welat) dibêje ku di yasayên Sûrîyê de mafê Xweserîya Demokratîk heye û ji bo bidestxistina vî mafî çi ji destê me bê emê texsîr nekin.

De lotika PYD li ser xêrê be û xwedê qiwet û hêzê bide lotikên PYD û Ebû Welat rebbî…

Qami?lo

FOTO: ANF

About The Author