Xalê Cimo û Xaltîka Xezalê

Xalê Cimo û Xaltîka Xezalê di ciwaniya xwe de gelek lotik li hev dabûn û duwanzdeh zarokên wan hebûn. Wan li gundekî Bakûrê Kurdistanê bi pez û zeviyên xwe bi aramî jiyana xwe berdewam dikir.

Zarokên wan mezin bûbûn û yê ku zewicî bûn zewicî bûn, yên din jî her yek ji wan bi aliyekî ve ji bo kar û xebatê koçber bûbûn çûbûn. Ew niha bi tena serê xwe li gund mabûn. Di gund de kesên ciwan pir kêm mabûn. Ji ber ku serjimar her ku diçû zêde dibû hilberîna gund têra hemû ?êniyên gund nedikir. Lewma li nav gund kêm ciwan mabûn û hema bêje êdî gund ji dawet û dîlanan jî bêpar mabû.

Li gund rojekê jina yekî navsere diçe ser rehma Xwedê û pi?tî çend mehan ji xwe re yeke bî dibîne ku bizewice pê re. Rûspiyên gund jî Xaltika Xezalê û Xalê Cimo bûn. Camêrê ku dixwaze bizewice pê?î diçe li deriyê wan dixe û dixwaze ji bo jina ku ji gundê cîran ji xwe re bixwaze herin xwazgîniyê.

Xaltika Xezalê û Xalê Cimo pi?tî heftê saliya xwe diçin xwazgîniyê û werhasil jinê ji gundiyê xwe re dixwazin û vedigerin mala xwe. Gundê ku ji dîlan û govendan bêpar mabû bi vê dawetê ji nû ve ?ên dibe. Kal û navsereyên gund li hev dicivin û dawetekê li dar dixin. Ev dawet di nav kalik û pîrikên gund de hestên ciwaniyê ji nû ve jîndar dike û êdî jin û mêr di navbera xwe de bi piste pist dipeyivin û pi?tî emrê çûyî ji hev re behsa lotikên germik û nermik dikin.

Pi?tî govend û dîlanê herkes vedigere mala xwe. Lê vê carê kalik û pîrikên gund bi lez û bezê xwe davêjin malên xwe. Bi kelecaneke bêpîvan dixwazin, hestên ku ji nû ve zîl dane bitemirînin û bigihîjin miradê xwe.

Xaltika Xezalê berî Xalê Cimo diçe mal û li benda wî disekine. Cimoyê heftê salî mîna xortekî ku bi dizî ti?tekî bike berî herkesî xatirê xwe ji cimaetê dixwaze û hêdî hêdî ber bi mala xwe ve diçe. Dema tê ber derî hew xwe digire û bangî Xaltîka Xezalê dike û jê re dibêje; ‘Waa Xezalê keçê porkurê zû avê germ bike. Heke bû bû, heke nebû jî emê pê çaya xwe dem bikin!’.

Xalê Cimo dema van gotinan dike, dengê wî diçe gundiyekî jî. Yê gundî jî li pey Xalê Cimo diqîre û dibêje; ‘Waa Xalê Cimo, ma tu çayekî nadî me jî lo!’

About The Author