Min jî di malzarokê de dest bi zirnê kiriye

Li ser bexrê rojnama Rûdaw be, dibêjin wênesaz, helbestvan, çîrokvan û peykersaz kekê me Fewzî Bîlge, hevpeyvînek qerase bi lotikvanên Rûdawê re kiriye û ti?tên balkê? anîye zimên.

Kekê me Bîlge, bersiva pirsa lotikvanê Rûdawê daye û di derbarê destpêkirina wênesazîya xwe de gotiye:“ Min di zikê dêya xwe de dest bi wênesazîyê kiriye kaka“ û lotikek kesanedî avêtiye.

Peeekkkk û 101 carî pek!

Law kesî di zikê dêya xwe de dest bi wênesazîyê kiriye babam?

Bi ?e? telaqan Pîcasso jî di zikê dêya xwe de wêne çênekirine lo, wî!

Yabo heger te di zikê dêya xwe de dest bi çêkirina wêneyan kiribe, bi ellawekîl min jî di zikê dêya xwe de dest bi zirnê kiriye, ihi! Tew ji xwe min di zikê dêya xwe de strana Ey?ana Elî jî digot, qîr qîra min bû bi dîn û îman.

De îcar bê kî kare bi kê..

Law ma ji me Kurdan pê ve kesî di zikê dêya xwe de wêne çêkirine ji bo xwedê!?

Kurdistan

About The Author