HA BEYTAR HA DOKTOR

Navçeyek piçûk bû, hemi kesî hevûdu nas dikirin, henek û qerf di nav wan de kêm nedibûn.

 Rojekê Îsmet bi lez dikeve dermanxaneyê û ji dermanfiro? Omer dipirse: “ Min li doktor mêze kir, gelo ne livir bû” Omer got: “ Xêr e, tê doktor çi bikî? Çi qewimî ?” Îsmet bi tatêl cardin got: “ Kekê Omer, tu xwedê ka bêje doktor li ku ye ? Bi ku da çû ?” 

   Beytar Ru?tî efendî jî  li wir rûni?tî ye, li wan tema?e dike. Omer cardin got: “ Kuro  ka bibêje tu yê ji doktor çi bikî ? Ezê cîhê wî ji  te re bêjim lo”. Îsmet bi hêrs got: Dayîka min nexwe? ket, ezê bibim malê bila lê mêze ke hela çi bû ye ha .

Dermanfiro? Omer merivekî henekvan bû, zivirî ser beytar Ru?tî û ji Îsmet re got: “ Law tu çima hêrs dibî, ha ji  te re doktor.

Li ser vê gotinê Îsmet yekcar hêrs bû û ji Omer re got: “ Lo law ma qey dêya min çêlek e, tu dibê ha ji te re doktor. Tu beytar nî?anî min dikî, tu fedî nakî.

Omer ji kena ji xwe ve çû, beytar Ru?tî jî matmayî li wan mêze dike. Omer cardin got: “ Îsmet, law ma  çi ferqa dêya  te û çêlekê heye, bera Ru?tî efendî were lê mêze ke, miayene bike(bisehîne). “ Îsmet bi henekî tifî Omer kir û derket çû.

Werhasil..

Îcar ev jî mesela me û Tirka ye mixabin. Heçê kesê Kurd bi zimanê Tirkî diaxive, wek Tirkan Kemalîzmê wek olê dihebîne, ala Tirkan pîroz dihesibîne, bejna xwe, gerdena xwe li ber Misto Kemal ditewînin. Naxwaze sînorê Tirkîyê biguhere, ji Kurdan re dewlet naxwaze. Îcar ma çi ferqa Kurdan û Tirkan maye gelo ? Rebeno, tu bi vî halê xwe bibêjî ez Kurd im çend pere dike cîgerim ?!

Kurdistan

About The Author