Hollywood li benda wî ye

Li gora qal û qultên ser tenûrên Dêrika Çiyayê Mazî, dibêjin dirêjtirîn Kurdê dinyayê Siltan Kosen amadekarîya çûna Hollywoodê dike û li Enqerê dersên Ingilîzî digre. Lê wê li Hollywoodê bibe Rambo yan Termînator kes nizane.

Wey li ser xêrê be û xwedê xêra Dêrikîyan qebûl bike rebbî. Ma go ne ji Siltan Kosen ê Dêrîkî bûya, Kurd diketin pirtûka Guînnessê û diçûn Hollywoodê babam? Na.  Aha em Mêrdînî zilamên wilo qerase ji nav xwe derdixin ha.

Dîsa li ser bextê fitne û fesadên Dêrikê be, dibêjin Siltanê me navê ?îrketa ku ji bo ki?andina fîlm bang wî kirine ve?artî dihêle û dixwaze rojekê wek surprîz e?kere bike.

 Siltanê me gotiye ku “Li Tirkiyê kesekî zêde eleqe nî?anî min nedaye” û gazind ji Tirkoleran jî kiriye. Êêêêêêê, ma tu nizani go Tirkên çeqilmast eleqeyê nî?anî Kurdan nadin bavê mino! Niha tu Tirk bûya û xwîna te jî wek a wan heram bûya, wê te bifirandina ber perê ezmana cîgerim. Lê ?ikra xwe bîne ku tu jî wek wan dolheraman ne çeqilmast î Siltan can.

Haaaaa, Siltanê me herweha gotiye ku “Ji gellek welatên cîhanê dawxazên zewicandinê ji min re tên, lê ez dixwazim bi keçek Mêrdînî re bizewicim” filan û fîstan.

Kuro aferîn ji te û wê bejna te re!

Aha gerek Mêrdînî wilo bin ha, bi xerîban re nezewicin û dev ji koka xwe bernedin. Law ma ji keçên Mêrdînîyan xwe?iktir, bedewtir, germ û nermtir keç hene malnexerab, kuro ji mewîjên Omerya û zebe?ên Diyarbekirê jî ?îrîntir in ellawekîl.  

Eman eman lawkê Dêrikî, tembîya min li te be cîgerim. Tu bi kê re dizewice bizewice, lê xwe nêzîkî dêlegurên Asenayê neke û tu ji min re sax…

Mêrdîn

About The Author