Bergeranên keran û Kurd

Zemanekî hostayek hebû, ji bo keran palan û kurtan çêdikir. Palanên hosta pir xerab bûn, pi?ta keran birîn dikir û kera ê? diki?andin. Kerekî bang li keran kir û ji bo duakirinê li hev civîyan. Pi?tî duakirinê, ji rebê jorê destûr hat gotin wê sê (3) bergeranên we bên qebûlkirin. Bi hev re bergeran li Yezdan kirin û gotin: “ Yezdanê dilovan, tu vî hostayî bikuje, me ji van palanên xerab xilaske

Werhasil, ew hosta ji ber dua û bergeranên keran mir. Lê palanên hostayê nû ji yê berê xerabtir bûn. Ker cardin civîyan û dua kirin, ew hosta jî mir werhasil.

Palanê hostayê nû herî xerab bûn, pi?ta keran di nava xwînê de ma,  hemi kul bûn. Ji ber ê?a canê xwe, keran cardin civîn çêkirin, berê xwe dan asîman û gotin: “ Xwedêyo, tu vî hostayî jî bikuje bes.” Werhasilî kelam, ev hosta jî mir û her sê duayên keran jî hat pejirandin. Lê belê ew hostayê dawî rehmet li yên berê da xwendin, vî ya yekcar mala keran xerab kir, agir bi dil û canê wan xist. Êdî tu rê jî nema ji keran re ku pê de biçin…

   Offfe offfa kera ye, bi ê? bar dik?înin, kerekî got: “ Law ez birîm nav hi?ê we, madem ku sê duayên me dihat qebûlkirin, me  çima negot “Xwedêyo me ji kertîyê xilaske” bêhi?no! De bi ê? bijîn heta dawî ya emrê xwe, gazin û gilî jî nekin.

   Ez bala xwe didimê hîna gelek Kurd ji keran jî bêaqiltir in, bêhi?tir in, dua dikin û dibên: “ Xwedêyo, tu me ji dewleta Tirka neqetîne “.

Wey malmîratno, hûn çima di duayên xwe de nabêjin: “ Xwedêyo, tu Kurdistanek azad û serbixwe bikî para me, em  ji bin bandora dagirkeran xilas bin ! “ Destê xwe bidin ser wijdanê xwe, ka  çi ferqa van kesan  û keran heye cîgerim hi!

 Cejna qurbanê ye, ê de biçin ji dagirkerên Ereb, Faris û Tirkan re xwe bikin qurban, de ka  ku  ji keran qurban çê bibe…

Kurdistan

About The Author