Lotika BDP li ser xêrê be rebbî!

Hewce nake em behsa girîngî û pêwistîya zimanê Kurdî bikin. Ziman hebûna û jiyana milletekî ye, nasname, ?eref û namûsa wî milletî ye. Milletên ku dev ji zimanê xwe berdane û asîmîle bûne, ji dîrokê rabûne û ketine ber lotikên dagîrkeran. Kurd bi zimanê xwe heta îro li ser lingan mane, ziman hebe Kurd hene, ziman tunebe Kurd yan dibin Tirk, yan dibin Ereb, yan dibin Faris û yan jî ha?a min hizûr dibin quzê kerê û diçin. Ji ber vê; divê Kurd wek ronîya çavên xwe xwedî li zimanê xwe derkevin û çi bedel tê dan bela bê dan, divê zimanê xwe di her qadê de bi kar bînin.

Werhasil, mesela me li ser biryar û lotika BDP û KCD bû.

Li ser bextê cilêtçî, esrarkê?, diz û pêxwasên Diyarbekirê be, dibêjin general û ba?çawî?ên BDP û KCD di civîna xwe ya Amedê de  biryar dane ku mijara zimanê Kurdî çalaktir bînin rojevê û wê bikin siyaseta bingehîn. Biryar dane ku xwedêgiravî di nav xwe de, di civînên xwe de, giranîyê bidin zimanê Kurdî û hêdî hêdî xwe ji ?ildim bildima zimanê dêlika Asenayê dûr bixin.

Ma ka ji vê lotikê xwe?tir lotik birê min!

Temam, xwe? xeber e. Lê ez meraq dikim ka wê xaltîka me Emîne Ayna, Aysel Tûglûk û bi sedan lotikvanên mîna wan çawa û kengî hînî Kurdî bibin û wê BDP ji bo wan çi biryaran bigre. Yan wê Dûran Kalkan, Mustafa Karasû û bi sedan ba?çawî?ên KCK çawa û kengî hînî Kurdî bibin. Yan jî wê bi hezaran keç û xortên ku ji gotina „heval“ pê ve levzek Kurdî nizanin, çawa û kengî hînî Kurdî bibin.

Werhasilî kelam, lotik û biryara BDP lotikek pîroz û bimbarek e. Hêvîya min ji rebbê alemê ew e ku ji onba?îyên BDP û KCK bigrin heta bi çawî? û ba?çawî?ên wan, di demek nêzîk de hînî Kurdîya gewrik bibin û ?ildim bildima Tirkî ji devê xwe bavêjin der. Aha wê gavê qû? li dewletê tê qetandin ellawekîl.

De xwedê kerîm û rehîm e qurban….

Amed

About The Author