Balikçî ji Batmanê gundê Girbere?kê ye

Berî niha me di nûçeyekê de behsa Balikçî kiribû. Hinek fitne û fesadan digotin ku Balikçî “Omer Agin” e. Lê pi?tî lêkolînên sîxurên me, derket holê ku eleqa Omer Agin û Balikçî bi hevre tune.

Ti?tek ji ber destê sîxurên Lotikxanê nareve. Sîxurên me pi?tî lêkolînek sererd û binerdkî, Balikçî yê ku qasidê dewletê û A.Ocalan e derxistin holê û xwe gihandin kesê ku bi Mahsûn Korkmaz re ew brîndar kiribûn.

Em li vir hevpeyvînek kurt bi birêz N.Hebizbinî re dikin û vê hevpeyvîna germik û nermik pê?kê?î xwendevanên xwe û awira gelemperî dikin.

Lotikxane: Birêz N.H, tu Balikçî nas dikî?

N.Hebizbinî : Belê, ba? nas dikim

Lotikxane: Çi kes e, ji ku ye û mirovekî çawa ye?

N.Hebizbinî : Balikçî ( Îlhamî I?ik ) bi xwe ji Batmanê gundê Girbere?kê ye. Merivê A.Fikrî I?ik e. Li Batmanê serokê ÎGD (?axê xortan ê TKP) bû.

Lotikxane: Yekî çawa bû gelo?

N.Hebizbinî : Xwedê heye, mirovekî mêrxas, teorîsyen û jêhatî bû. Erê her çiqasî di nav TKP de bû û serokê wan ê Batmanê bû jî, lê Kurd e, Kurdekî ba? bû.

Lotikxane: Ba?e, te çawa tê derxist ku Balikçî Îlhamî I?ik e?

N.Hebizbinî : Balikçî bi xwe dibêje “ez TKPî bûm û Mahsûn Korkmaz ez brîndar kirime”. Ez û Mahsûn Korkmaz me li lîseya Batmanê serokê ÎGD Îlhamî I?ik brîndar kir. Ez wî ba? nas dikim, ji ber wê dibêjim ew e.

Lotikxane: Naxwe sedî sed Balikçî Îlhamî I?ik e?

N.Hebizbinî : Ez wek îmana xwe zanim ku ew e. Ji ber kesê ku bi Mahsûn Korkmaz re serokê ÎGD brîndar kiriye ez im. Ez wî ba? nas dikim. Ji gundê Girbere?kê ye û ji nêzîk ve merivê A.Fikrî I?ik e.

Lotikxane: Balikçî niha qasidê navbera dewletê û Abdullah Ocalan e, ?êwirmendîyê ji wan re dike. Gelo çi dikeve serê te?

N.Hebizbinî : Wek min berê jî got, Îlhamî I?ik Kurdekî ?areza, teorîsyen û biaqil e. Ez bawerim ew dixwaze herdu alîyan di çareserîya pirsa Kurd û hatina a?tîyê de bîne cem hev, wan zêdetir nêzîkî çareserîyek demokratîk bike. Balikçî bi xwe dibêje ku ji 1996an ve qasidîya herdu alîyan dike. Herdu alî jî heta niha li gora pê?niyazên wî dan û stendinê dikin. Piranîya biryarên agirbesên ku ji alî PKK û KCK ve hatine dayîn, li ser pê?niyazên wî çêbûne. Li gora min wek qasid hilbijartina kesekî mîna Îlhamî I?ik helwestek maqûl û di cîh de ye.

Lotikxane: Gelo A. Ocalan çima û çawa qasidîya Balikçî qebûl dike, Îlhamî I?ik bi xwe ne PKKî ye?

N.Hebizbinî   : Balikçî bi xwe dibêje ku “min tucarî A.Ocalan xeyal?ikestî nekiriye”. Xuyaye bawerî daye A.Ocalan û dewletê heta ku herdu alî jî bi qasidîya wî razî ne. Heger Balikçî pê?niyaz û kiryarên ku li dijî berjewendîyên herdu alîyan e bikira, belkî qasidîya wî têketa xeterê. Lê xuyaye Balikçî mêzêna herdu alîyan ba? li hev radigire.

Lotikxane: Birêz N.H, spas ji bo van agahdarîyên we. Emê di rojên pê? de cardin we aciz bikin û agahdarîyên zêdetir di derbarê Balikçî de ji we bistînin. Gelo ti?tekî ku hûn ji xwendevanên me re bêjin heye?

N.Hebizbinî: Her bijîn. Ez Lotikxanê di?opînim û jê hez dikim. Bi mîzah-siyaseta xwe Lotikxane xizmetek giranbuha ji zimanê Kurdî û netewparêzîyê re dike. Hêvîdarim hûn tim serketî bin.

Sîxur 007

Êlih

About The Author