Qû? li meclîsa Tirko qetand ellawekîl!

BDP dest bi lotikên bi xêr kiriye. Bi taybet biryar û helwesta ku li himber paraztina zimanê Kurdî nî?an dide ciyê kêfxwe?îyê ye. Xwedê xêra wan qebûl bike rebbî.

Wekîlê BDP Bengî Yildiz, di meclîsa Tirko de lotikek qerase avêt û di civîna partîya xwe de 10 deqîqan bi Kurdî axivî, namûsa meclîsa Tirko kir bexdûnis.

Yildiz ê ku behsa girtîyên doza KCK û axavtina bi zimanê Kurdî kir, ferhenga Kurdî pê? çapemenîyê kir û got ku “her millet xwedî maf e ku bi zimanê xwe perwerdê bibîne, bi zimanê xwe bazirganîyê bike û lotikan bavêje. Ev maf di Lozanê de jî heye. Kesê ku Kurdî fêhm nekin, em karin vê ferhengê ji wan re bi?înin da ku Kurdî fêhm bikin” filan û bêvan.

Bi ?e? telaqên jinberdanê ev lotikek xwe? bû.

Ji alîyekî dadgehên Tirko axavtina Kurdî qedexe dikin, Kurdîaxêvan davêjin zindanan, ji alîyê din jî dengê Kurdî ji meclîsa Tirko bilind dibe. De werin îcar ji nav vê pelûlê derkevin.

Werhasilî kelam, bi axavtina Kurdî ba?çawî?ên BDP xêrek mezin li xwe û li me jî dikin wesselam…

Enqere

About The Author