Heta tirr tê de hebe wê bazde

Bezvanê Hollandî Henrî Dahlem, ji bo azadîya serokê Kurdên sererd û binerd A.Ocalan 825 kîlometre beziya û têra xwe da lotikan. Dahlem ê ku 39 salî ye, ji bajarê Arnhemê bi navê “Maratona Ocalan” dest bi beza xwe kir û xwe gihand gellek bajarên Ewrûpî, 825 kîlometre beziya.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Arnhemê be, hinek dibêjin “Dahlen ê me karekî ba? dike. Hem spora xwe dike, hem bedena xwe bihêz dike û hem jî bi saya serê Ocalan navekî bi dû xwe dixe” û dikin qal û qult.

Ê helbet kêfa hevallerên me jî pir ji lotika Henrî Dahlem re tê ha, xwedê heye. Ma go hinek rabin ji bo serokê Kurdên sererd û binerd bibezin, kêfa kê nayê babam, wey!

Axir, bela hevallerên me li malên xwe rûnên û bela rebenê Henrî Dahlem jî ji bo azadîya Ocalan bibeze, di nava xwêdanê de bimîne û tirr tê de bibin fis. Ma law ev bû?

 Ê hûn jî alîkarîya rebenê Henrî bikin qarda?im, ma destê bi tenê deng jê tê heval!

Hollanda

About The Author