Xort stûna pê?erojê ne

Wek hûn zanin, rayedar û kadirên PDK bi piranî perçiqî û perixî ne, xort û ciwan di serkirdayetîya partîyê de kêm in û hetta tunene. PDK muhtacî serkirdayetîyek ciwan, Kurdperwer û netewperwer e. Serkirdayetîyek wilo ku karibe PDK vegerîne ser rêça Serok Mistefa Barzanî yê nemir û siyasetek Kurdistanî bime?îne, xwedî li Kurdên parçeyên din derkeve da ku PDK bibe mal û stûna Kurdên seranserê dinyayê.

Li ser bextê fitne û fesadên nava PDK be, li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê, dibêjin niha xort û gêncên PDK hewl didin ku be?darî kongreya PDK bibin û hetta di serkirdayetîya partîyê de jî cîh bigrin, ji bo pê?eroja PDK bibin xwedî erk û deng. Li gora min ev lotikek ba? û pêwist e. Partîya ku ji xort û ciwanan mehrûm be û tenê ji alî kal û pîran ve bê birêvebirin, wê dawîya wê ne bi selamet be.

 Çawa ku piranîya partîyên bakur (PKK ne tê de ) ji ber tunebûna endamên xort têk çûn û niha partîyên wan tenê bi kal û pîrên 40-50-60 salî tên birêvebirin, wê aqûbeta PDK jî wek aqûbeta partîyên bakur be. Ji ber vê, divê xort û ciwan di nava PDK de çalaktir bin û hetta di serkirdayetîya partîyê de jî rola xwe bi erênî bilîzin.

Axir, mesela me li ser Lêhat Mihemed Xalid Barzanî bû.

Lêhat Mihemed Xalid Barzanî (bûrayê Mesûd Barzanî – kurê xezûrê wî) berpirsê ofîsa Mêrgesorê ya Yekîtîya Xwendekarên Kurdistanê ye. Di hilbijartinên ji bo kongreya PDK a 13. de xwe kir namzet û bi bi dengên herî zêde wek delegeyê kongreyê hat hilbijartin. Lêhat ê ku hê xortekî 18 salî ye, gotiye ku “li gor baweriya serkirdayetiya partiyê, divê di vê kongereyê de gênc û jin cîyekî ba? di serokatiya partiyê de bigrin. Lê divê gênc û jin jî îspata xwe bikin û di saziyên partiyê de rola xwe bilîzin.”

Ez serê we neê?înim, kongra PDK di demek nêzîk de li dar dikeve. Ez bawer û hêvîdarim ku wê bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî PDK bi siyasetek nû, bi serokatîyek ciwan û Kurdperwer derkeve rê û li ser esasê rêça Barzanîyê nemir xwe ji nû ve bihûne, bibe sîwana Kurdên seranserê cîhanê.

 

About The Author