BÎBERA RE? / FILFIL

PÎPER NÎGRUM

Bîbera re? (filfil) hê?înhatek darane û ji malbata bîberên re? e. Bejna wê 5- 10 m bilind dibe. Bi kêmanî 100 cûreyên wan hene û li dar û dîwarên derdora xwe diale. Belgên wê hêkane an jî dilane ne. 8-16 cm dirêj 5- 10 cm fireh in. Alîyê derve keskê tarî yên hindur keskê vekirî ne û pelên xwe nawe?îne. Kulîlkên wê spîyê hûrik 50-150 lib bi hev re li ser koçanekê ne. Fêqîya wê ya hûrik berê kesk, sor û pa?ê jî zer dibe. Ji bo biharat, çayê, tentûr, dermanên xweristî, rûnê wê ji bo tedawîyên aroma tê bikaranîn. Bi Almanî navê wê “schwarze pfeffer “ bi  Tirkî jî  “kara bîber”e.

Welat û dîrok: Welatê filfilê rojhilatê Hindistanê ye. Dîroka wê ba? nayê zanîn, lê bi 1000 an salane wek derman û biharat tacirîya wê tê kirin û di tevahîya dinê de li her malê peyda dibe. Ji 1000 salan virde li welatên Afrîqa bakur û Endonêzya jî çandinîya wê tê kirin. Berê tacirîya wê bi destê Ereban û Osmanîyan derbasî Ewropa dibû. Pa?ê Ewropîyan di sedsala 17 an de bixwe ji Hindistanê anîn welatê xwe. Pa?ê Ewropîyan bi xwe re birine Amerîkayê.   

Berhevkirin: Bîber hê?ta ne gehi?tî tê jêkirin. Heke li ber tavê bê hi?kkirin, dibe bîbera re?, heke di xwêavê de bê hi?tin dibe bîbera kesk,  heke gihe?t û qa?ilê wê ji ser hat rakirin, dibe bîbera spî. Bi kurtî hersê cûre û rengên bîberê ji heman fêqî û darê çêdibin.

Têdahî: Asîtên rûn, glîkoz, xyloz pîperîn, cûreyên asîtamîtan, cûreyên karbonhîdratan, cûreyên rûnên eter (firok ) sabînin, lîmonen, caryephyllen,  pînen, caren, myrcen, cfenolan, fenol karbonasît û hwd.

Kêrhatî : 1- A?ikê germ dike mîkrobên wê û rûvikan dikuje. 2- Gazê diqulipîne û ji berhevbûna wê re dibe asteng.  3- Pê?deçûna nexwe?îya ?ekir radiwestîne. 4- Enerjî dide û îdrarê diqulipîne. 5- Jîy û rehan bi hêz dike. 6- Daxwazên zayendî (cinsî- seksî) zêde dike. 7- Sefrayê zêde dike û pê?îya edavan (kurmîbûnan) digire. 8- Kezebê mêlakê- cergê re? ) dixebitîne û belxemê tavêje. 9- Ji bo hemi cûre nexwe?îyên ku serma dibe sedem bi kêrhatî ye û hwd.

Kêrhatîyên rûnê bîbera re?: 1- I?tahê vedike. 2- ?êlav (girêz) a hizarpirtik

 ( pankres) zêde dike. 3- Sîstema mehandinê (hezmê – lêxunifînê ) hêsan dike. 4- Gazan diqulipîne û mîkroban dikuje. 5- Ji bo bawîbûn, pi?tê? û ê?ên din wek masaj tê xebitandin.

Pispor çi dibêjin: Bîbera re?  bi taybet ji bo sîstema sererastkirina lêxunifîn (lêgivirîn –hezm) tê bikaranîn û hezmê hêsan dike. Ji ber bandora xwe ya gaz qulipandinê pê?îya qebizbûnê digire û i?tahê vedike. Mikrobên sîstema givirandinê dikuje, daxwaza zayendî zêde dike, reh û jîyan bi hêz dike û ji bo bêxwînîyê bi fayde ye. Bîbera re?  wek biharat ji bo tamxwe?î, i?tahvekirin û bêhnxwe?îyê tev li xwarinan dibe. Herweha bi tevlêkirina pîvaz û hingiv li hember porwe?înê tê xebitandin. “Lê kesên arê?eyên wan yên hi?kbûna reh û jîyan, tansîyona bilind, egzama, ûremî, edavên rûvikan, bawîbûnê heye,  heta ji wan tê bila bîbera re? kêm bixebitînin. Xasma xwe ji ya gir biparêzin.

Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje: “ Bîbera re? mîkroban dikuje, pê?îya edavan digire, gazan diqulipîne, belxemê tavêje,  xwedîyê taybetîya agirdaxistinê ye.

Li gor encamên lêkolîn û ceribandinên li ser mi?kan û heywanên din ku bi dayîna bîbera re?  hatiye kirîn, sefra hilberandiye. Bandorek erênî ji bo metobolîzma mêlakê nî?an daye. Herweha ha?aratên gîyayên bi ekstera mêlakê ve hatine derman kirin ku?tine.”

Î. G. Ji bo ceribandinên li ser xwe jî weha dibêje: “ Demek dirêj arê?eyên ê?an û kirampa a?îkê, herweha ji sermagirtinê zekema biharê, kuxuk û bron?îta min hebû. Min gelek cûreyên dermanên kimyevî û gîyayî li ser xwe ceribandin. Mixabin min zêde fayde ji wan nedît. Dawîyê min çaya bîbera re? vexwar û xwarinên îsota tûj xwarin. Xasma ?orbe. ?ikir ez ji wan arê?eyan filitîm.”

Bikaranîn: Bidestxistina rûnê bîberê ji bo masajan. 2- Çaya bîbera re?. 3- Tentûr.  4- M excûn

1-     Bidestxistina rûn: Qasî bîbera re? rûnê zeytê yê resen (heqîqî) bikin nav bero?ekê û ba? tevdin. Pa?ê 500 ml avê berdin ser û bikelînin heta tîr dibe. Pê re di nav laçekê (kitan yan paçikek tenik) de biparzinin, bikin ?û?ekî û devgirtî hilînin. Li gor hewcedarîyê ji bo bawîbûn, ê?ên movik, jîy,  kezî,  reh, pi?tê? û hwd masaj bikin. Lê berî hûn rûn lêxin, cihê rûnlêxistinê bi avek ?îrgerm bi perixînin.

2-    Çaya bîbebera re?:  Niv kevçîyê qahwê bîbera re? ya toz bikin qedehekê û ava kelandî berdin ser. Bila 5- 10 deqîqan di dema xwe de bimîne û pa?ê vexwin.

3-    Tentûra bîbera re? jibo kemoterapî:  50 gr bîbera re? ya hêrandî bikin ?û?ekî, 500 ml alkola % 70 derece berdin ser û bi devgirtî li cihek ji tîrêjên tavê dûr 4-6 hefteyan bisekinînin ( lê car û baran bi?ilqînin). Pa?ê biparzinin û di ?û?ên devgirtî de hilînin û li gor hewcedarîyê  15-20 dilopan rojê 3 caran 4-6 heftan li pey hev vexwin.

4-    Mexcûn: Kevçîyek qahwê bîbera re? û kevçîyek xwarinê hingiv tevlihev bikin û rojê 3 caran berî xwarinê bi 30 deqîqan bixwin.

About The Author