Necat

Pismamek min heye navê wî Necat e. Necat ji zaroktîya wî de cira wî nexwes bû. Çi xerabîyên heyî dikirin. Pi?tî diçe eskerîyê, li eskerîyê li himber serbazê xwe radibe û li serbaz dixe.


Dema li serbaz dixe, çend le?ker û serbazên din lê dicivin û lêxistinek xerab lê didin. Di wê lêxistinê de derbekê li serê wî dixin u bi wê derbê re Necat aqile xwe winda dike û dîn dibe.

Rez berê ew rez bû îcar teyrokê jî lê dabû. Necat berê ew Necat bû îcar dîn bûbû. Apê min pê re mabû heyirî, ji bo Necat hertim serê wî di belê de bû.
Rojekê hingî apê min jê aciz bû û jê qehirî, got: „Ez di Necatan hema kutim.“

Me got: „Apo, hela tu ji yê xwe aciz î, ma çima tu ji hemi Necatan re xeberan didî?“

Got: „ Kuro li Necatan binerin bê yekî bi aqil di wan de heye“.

Birastî me Necat hejmarti.  Li gundê me sê Necat hebûn, hersê jî ?e? kêm ribek bûn. Li gundên derdorê du hebê din hebûn ew jî weha bûn.  Dawîyê me heq da apê min.
Îcar pi?tî me Ehmedî Necat nas kir, min got: „Bi xwedê apê min Necat ba? tehlîl kirine û kêf kir, va yekî din lê zêde bû.“
Îcar gelî xwendevanan!

Heyran ger navê hinekan ji we Necat be li qisûra me nenerin. Ev gotin û tahlîl ne ya me ye, ya apê min Mihemed e. Hûn karin heqê tazmînatê li wî vekin,

Lê ji bîr mekin; divê pê?î rapora doktor di destê we de hebe!

About The Author