Ji Diyanetê Îr?ata Kurdan

Diyaneta Tirkiye ji bo îr?atê wê li Kurdistanê xebateke mezin bide destpêkirin. Ji bo ku Kurd dev ji Kurdbûna xwe û mafê xwe yê Kurdistanê berdin, wê li Kurdistanê ligel oldarên dewletê îr?atê bike. ‘rêya heqî û rastiyê nî?anî wan bide’. Ev jî e?kere dike ku dewleta Tirk ji ya xwe nayê xwar û dixwaze siyaseta genî û gemarî ya hezar salan hê jî li ser Kurdan bime?îne.

Dewleta Tirk ji bo xapandina Kurdan sînornenas e. Ji avabûna komarê ve geh bi ?idet û ku?tinê geh jî bi bi?aftina çand, dîrok, ziman û olê vê helwesta xwe berdewam dike. Saziya Diyanetê ya Tirkiye biryar daye ku li Kurdistanê 1362 mizgeftên nû ava bike û ligel vê jî ji bo mêjiyê Kurdan bi?o komên îr?atê bi?îne bajar, navçe, gund û mezreyên Kurdistanê.

Diyanet, ji bo van xebatên xwe bike jî ji dewletê 53 milyon TL. xwestiye. Li gor projeya diyanetê wê ekîbên mele û sofîkên ku ji 20 kesan pêk tên herin bajarên Kurdistanê û li wan deran îr?atê bikin. Ev komên bîst kesî wê qa?o bi we’azên xwe îr?ata îslamê bikin û Kurdan ji daxwazên Kurdistanî dûr bikin.

Herwiha hatiya daxwazkirin ku walî û saziyên dewletê yên bajaran jî bingeha vê deynin û alîkariya diyanetê bikin. Ev rêbaz û helwesta dewletê ji Kurdan re qet xerîb nayê û berê jî pir hatiye ceribandin. Her çiqas demên berê ev siyaseta ku li ser olê dihat kirin bi ser ketibe jî, di rew?a Kurdan a niha de, wê ev polîtîkaya bi?aftinê bi kêr neyê.

Wek tê zanîn ji bo mafên Kurdan nedin û wan entegreyî dewletê û Tirkîtiyê bikin gelek ti?t hatin ceribandin. Lê divê dewlet û diyanet ba? bizanibin ku hewcedariya Kurdan qet bi hînbûna rastiya ola îslamê nîne. Ew jixwe dizanin û têra xwe alim û zanayên wan hene. Ger li ser dîroka îslamê lêkolînek biçûk bê kirin jixwe wê derkeve holê ku ji nav Kurdan gelek kesayetiyên mezin ên ola îslamê derketine.

Ger diyanet îr?atê bixwaze bila pê?î here ji alim û zanayên Kurd hîn bibe û berê îr?atê jî bide bajarên rojavayê Tirkiye.

Dewleta Tirk û diyaneta wê qebûl bike jî neke jî êdî herkes pirsgirêka Kurdan a bi dewletê re dizane. Rêya çareseriyê jî ne di îr?atê de ye. Rastî û heqiya meselê e?kere ye û li darî çavan e. Yanî xapandina bi îr?atê û hwd. jî êdî pere nake. Dem jî ne dema pînekirin û berevajîkirina pirsgirêkan e.

Yên ku hewcedariya wan bi îr?atê ango bi rastî û heqiyên olê heye ew bixwe ne. Îr?ata ku rêya rastî û heqiyê di înkarê de dibîne jî li xwediyê xwe pîroz be!
Batman

About The Author