Em nema zanin ji kê bawer bikin

Her roj lêkolîn û lêpirsînek çêdibe. Her roj doktor ti?tekî cuda dibêjin. Yek dibêje „sîr dermanê kanserê ye“ yê din dibêje „jina min ji min berdayî be derew e“ û me bi dû xwe de diki?ki?înin.  Yanî, serê me bûye wek nepoxê û em hew zanin ji kê bawer bikin.

Niha jî psîkologên Zanîngeha Harvardê lêkolînek qerase çêkirine û dîsa serê me tevlihev kirin, kirin ?orbe.

Li gora lêkolîna ku psîkologên Zanîngeha Harvardê bi 2250 insanan re çêkiriye, derketiye holê ku jiyana herî bextewar, jiyana herî xwe? bi kirina seksê mimkun e û divê insan xwe ji xeyalan dûr bixin.

Li gora lêkolînê, kesên ku zêde seksê dikin û di nav xwêdan û girêzê de dimînin û kesên ku zêde ne xeyalperest in, bextewartir in û jiyanek xwe?tir dijîn. Psîkolog dibêjin ku „nîvê jiyana meriv bi xeyalan derbas dibe. Ev xeyalperestî jî dibe sebeb ku meriv ji jiyanê sar bibe, ji kirina seksê sar bibe û jiyanek tamsarkî bibuhurîne.“

Ez serê we neê?înim û nekim ?orba nîskê, heger hûn bi ya psîkologên Zanîngeha Harvardê bikin û bixwazin bextewar bin, zorî bidin lotikên seksê û xeyalan nekin. Ê helbet her roj avêtina lotikên seksê jî ne karê her kurê bava ye ha. Divê heb û pakêtên VÎAGRA ji bêrîka meriv kêm nebin. Yan na, ma kî kare her roj di nava xwêdan û girêzê de bigevize qurban, wey!

Min bi xwe biryara xwe daye gelî xwendevanan.

Ez ji îro û pê de hew xeyalan dikim. Ezê rojê pakêtek VÎAGRA bixwim û hema kî ket ber lotikên min ez efû nakim ellawekîl. Heger lêkolîna psîkologên Zanîngeha Harvardê rast be, ji xwe min kêf kir. Na heger derew be, ji xwe wê VÎAGRA qû?ê li min biqetîne û hûn sax…

Ka hûn jî biceribînin wî….

London

About The Author