Ew jî ji kîsî me çû

Min ew li Êrîvanê nas kir. ?ev nîvê ?evê hatibû pê?îya me. Em grûpek ji Ewrûpayê çûbûn, kesê ku di wî temenê xwe de, bi wî porê spî û bi wê kesayetîya mitewazî hatibû pê?îya me Grî?ayê Memê bû.

Grî?a wê demê nebûbû edîtorê rojnama Rêza Teze, xebatkarek ji rojnamê bû. Cara pê?în bû ku min Kurdên Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê nas dikirin. Helbet min ew nas dikirin, lê wek hevdîtina rasterast cara ewil bû. Xwedê heye, dîtina Kurdên Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê bandorek mezin li ser min hi?t, enerjîyek zêdetir da min, hestên min ên xurt hê xurttir kir.

Çima?

Ji ber ku ji her ti?tên wan Kurdayetî difûrîya. Rabûn, rûni?tin, xwarin, vexwarin, mêvanperwerî, adet û tore, te digot qey ew ne li Ermenistan, Gurcistan û Rûsya, lê li gundekî Omerya, li gundekî Torê û Serhedê dijîyan. Dev ji adetên xwe, wê Kurmancîya pak û Kurdayetîya xwe bernedabûn. Bawerim ev ji Êzîdîyatîya wan , ji xurtbûna hestên wan yên xurt dihat. Ji xwe piranîya Kurdên li Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê Kurdên Êzîdî ne. Her çiqasî dewleta Ermenistanê hinek nakokî xistibin nava wan û hinek Êzîdîyên Ermenistanê xwe wek Kurd nehesibînin jî, lê piranîya wan xwe Kurd qebûl dikin û xizmeta Kurd û Kurdî dikin. Yek ji wan jî Grî?ayê Memê bû ku li dijî wan kesên ku digotin“em ne Kurd in“ derdiket.

Me çend rojên xwe? bi hev re bihurand. Grî?ayê Memê, Emerîkê Serdar, Rizgan, Cemal, Egîdê Cimo û çend kesên ku navê wan nayê bîra min.  Grî?ayê Memê jî wek piranîya rew?enbîr û Kurdên Ermenistanê xwedî kesayetîyek nerm, mitewazî, rêzdar û dilovan bû. Bi ser ku rew?a wan a aborî ne ba? bû û zikek wan têr yek birçî bû jî, derhemek ji mêvanperwerî û qedirbilindîya xwe winda nekiribûn, nedikirin. Adet û toreyên Kurdan ji her rabûn û rûni?tina wan dibarîya, difûrîya. Aha enerjîya ku hestên min xurttir kiribûn ev adet û tore, ev Kurmancîya xwe?, ev insanetîya rasteqîn bû.

Min di nivîsek berê de jî nivîsandibû. Rew?enbîr, nivîskar, rojnamevan û piranîya Kurdên ku xizmeta Kurd û zimanê Kurdî dikin, jar û perî?an in. Rojnama Rêya teze nî?ana vê rew?a ?erpeze ye. Bi ser vîqasî de jî, rew?enbîrên Kurd ên Ermenistanê bi zikek têr yek birçî xwe ji xizmeta zimanê Kurdî re nedane pa?, nadin pa? û hewldar in ku ji bo paraztina ziman, adet û toreyên Kurdî kevikerekî deynin ser kevirê din, bi wan keviran stûna zimanê Kurdî qewîntir bikin. Çi rojnama Rêza Teze be û çi Radyoya Dengê Êrîvanê be?ê Kurdî be, xizmetek mezin ji çand û zimanê Kurdî re kirine. Nivîskaran bi qelem û pênûsa xwe, hunermendan jî bi deng û awazên xwe di van herdu sazîyan de xizmetek bêhempa ji Kurd û Kurdistanê re kirine. Ev rastîyek e. Kesên ku ked û xizmeta xebatkarên Rêya Teze û Radyoya Êrîvanê înkar bikin, bawerim wê ji herdu çavan kor bibin û bi mirazê xwe ?a nebin. Aha Grî?ayê Memê jî yek ji wan xebatkaran bû.

Werhasilî kelam..

Me rew?enbîr û kedkarekî din jî winda kir. Grî?ayê Memê di 62 salîya xwe de ji nav me koç kir û em di nava ?înê de hi?tin. Bela rehma xwedê lê be, serê malbat, dost û temamê gelê Kurd sax be.

Hêvîdarim wê Kurdên halxwe? destê alîkarîyê dirêjî rojnama Rêza Teze, Radyoya Êrîvanê û temamê rew?enbîr û hunermendên ku kedkarên çand û zimanê Kurdî ne bikin. Di serî de jî hikûmeta ba?ûrê Kurdistanê.

About The Author