Konferansa li ser Kurdên Sûrî

Doh li Elmanya bajarê Köln ê li ser Kurdên rojava û Surîyê konferansek ji alîyê Komkar û GfbV(Rêxistina Gelên Di Bin Gefê de) hat lidarxistin.
Axêverê konferansê Raporderê Rojhilata Navîn yê GfbV Dr.Kemal Sîdo bû.
Konferans bi axavtina Serokê Komkarê Kovan Amedî û bi rêzgirtina ji bo ?ehîdên Kurdistan û sehîdên sînema Amûdê ku ket 50 salîya xwe, hat vekirin.

Dr.Sîdo pê?î bi danasîna rêxistina xwe û bi agahîyên kar û xebatên xwe dest bi axavtina xwe kir.
Pi?tre rew?a Sûrî û bi taybetî ya Kurdan, tehde û binpêkirina mafên mirovan, bi awayek kongret, bi çend xalan ji be?darvanan re da xuyakirin.

Bi gelenperî rew?a Sûrî
Di zindanan de ê?kencê giran yên fîzîkî û psîkolojîk heye. Bi ê?kencê gelek kes hatine ku?tin. Navên kesin ku?tî di dest me de hene.
Li Sûrîyê qewimandinên ku?tinên ku qatilên wan nedîyar in tên kirin.
Rejîma Sûrîyê destên xwe dike nav karê hundir yê Lubnanê, li wir alozîyê derdixe û tevlihevîyê dike.
Li ser tevkujîya Hema yê hîna tu tist nehatiye dîyarkirin.
Ji bona  li Iraqê û bi taybetî li Kurdistana basûr alozîyê derxe, pistgîrî û alîkarîya terorîstên Sunî dike û sînorên xwe ji wan re vedike.
Li Sûrî nêzîkî 1.200.000 xaçparêz û 30.000 cihû hene, ew jî di bin dehtayek sîstematîk de ne.

Rew?a Kurdan li Sûrî
Bi kêmanî 2 milyon Kurd li Surî hene. Di nava wan de ji 5.000 heta deh 10.000 êzîdî ne. Kurdên êzîdî du caran tehdê dibînin; carek ji bo ola xwe û carekê ji bo neteweya xwe.
2 gundên Kurdên Elewî hene. Hejmara wan nêzîkî 1000 kesî ye.
Rewsa Kurdan berê hinek ba?tir bû, hin komelên wan ên çandî û civakî hebûn. Lê di demên dawî de ew jî rakirin.
Di zagonên dewletê de ne di warên zimên û ne di warê candî de ti?tekî fermî ji bo Kurdan tuneye.
Di sala 1960 de pênasên 120.000 Kurdan ji wan hatin sitandin û bîyanî hatin nivîsandin. Niha hejmara wan nêzîkî 300.000 î ye. Dema Be?ar Esed hat ser hikum, sozda ku wan kesan dîsa bike hemwelatî. Lê heta niha soza xwe neanîye cî.
Ew kesên ku rew?a wan xirabe ne, nikarin di karê dewletê de kar bikin û ji tu ti?tekî dewletê fêdê nagrin.
Navên gund, bajar, de?t û çîyayên Kurdan guhertine, navên Erebî li wan kirine.
Di zîndanên Sûrî de bi hezaran girtîyên sîyasî yên Kurd hene. Ji vana navên 1000 kesî di dest me de heye.
Di vê dema dawî de nêzîkî 40 Kurd li le?kerîyê hatine ku?tin. Li ser la?ê wan derbê ê?kencê hatine dîtin. Lê heta niha dewletê tu lêkolîn li ser ku?tina wan nekiriye.
Dr.Sîdo di dawîya axavtina xwe de bang li dewleta Elman kir û got; Alîkarî û dan û standina bi Sûrî re divê bi girêdana mafên mirovan û ya kêmnetewên li Sûrî be.

Dr.Sîdo banga hevkarîyê li rêxistin û sazîyên Kurdan kir û got ku hevkarîya we wê barê me siviktir bike û wê azadîya me nêzîktir bike.

Konferans bi pirs, bersiv, bi hinek gazin û rexnan û sipasîyên li herdu rêxistinan bi awayek serkeftî bi dawî hat.

Xwedê xêra KOMKAR û  GfbV qebûl bike û ahê Kurdan ji dewleta Sûrî re nehêle rebbî…
Koln

About The Author