Xaltîka me Gulay xanim lotikek maqûl avêt

Nivîskara Tirk xaltîka me Gulay Gokturk, nivîsên pir maqûl dinivîse. Xwedê jê razî be, xanimê yek ji wan Tirka ye ku di derbarê mesela Kurd de erênî difikire û dîtinên xwe bê tirs dinivîse. Xwedê emrê wê dirêj bike û mêrekî Kurd bike qismetê wê rebbî..

Xaltîka me Gulay Gokturk, pi?tgirîyek mezin dide biryara BDP û xwedî li xwendin û axavtina zimanê Kurdî derdikeve.

Gokturk, hikûmeta AKP dide ber lotik û zîtirkan û dibêje: “Yan wek mêran bêjin tu niyeta me tune em pirsgirêka Kurd çareser bikin, yan jî stuyê xwe û bavê xwe bi?kînin û rê li ber axavtin û perwerdeya zimanê Kurdî negrin oxlim“ û daye bin dûvê hikûmeta Kasimpa?alî Receb.

Ez serê we neê?înim, bi kurt û Kurmancî, xaltîka me Gulay Gokturk bi hestên xwe yên germik û nermik dinivîse û xwe? jî dinivîse.

Xwedê xêra wê qebûl bike rebbî. Hêvîdarim xwedê teala li bihu?ta rengîn 70 Nûrîyên qerase bike qismetê wê rebbî..

Amîn….

Stenbol

About The Author