Yekê li nêl dixin, yekê li bizmêr

Torinên Osmanîyan siyaseta bav û kalên xwe dime?înin, yekê li nêl dixin yekê li bizmêr. Ji alîyekî dadgehên wan zimanê Kurdî wek „zimanekî nenas“ bi nav dikin û heqaretê li 40 milyon Kurd dikin, ji alîyê din di televizyonên xwe de 24 seetan bi Kurdî we?anê dikin. Ji alîyekî 1500 endamên KCK digrin û nahêlin ew girtî bi zimanê xwe xwe biparêzin, ji alîyê din BDP wek mixattaba me?rû qebûl dikin. Bêbavan wek canbazên ku li ser du ?erîtan bilîzin, geh virde dirin geh wêde.

Wezîrê Navxweyî Be?îr Atalay, di derbarê pirsa Kurd de mikur hat û got ku „di pirsa Kurd de mixattaba me?rû BDP ye. Lê divê BDP jî erkên xwe bîne cîh û wê têkilîyên me bi BDP re bidomin.“

Ê law hey nizanim çi, madem BDP mixattaba pirsa Kurd e, çima hûn nahêlin endam û alîgirên BDP bi zimanê Kurdî xwe biparêzin ewladim? Çima dadwerên we serê xwe dixin qûna bavê xwe û zimanê 40 milyon Kurd wek zimanekî nenas bi nav dikin oxlim? Ka te di derbarê wan dadwerên dolheram de çi biryar girt? Ka yanî qa?o hûn dixwazin pirsa Kurd çareser bikin ha?

Werhasilî kelam, cewrikên dêlika Asenayê heta ku têkevin Yekîtîya Ewrûpayê wê xwe li ber dilê Kurd û Ewrûpîyan ?îrîn bikin. Lê pi?tî endametîya Yekîtîya Ewrûpayê wê çi lotikên qerase li Kurdan xin xwedê zane….

Enqere

About The Author