Mamo îdama qatilê Kurdan îmze nake

Serokê Iraqê mamê me Celal Talabanî, li Parîsê di civîna Sosyalîst Enternasyonal de gotiye: „Ez sosyalîst im, ji ber wê ez îdama Tariq Ezîz îmze nakim kaka“ û lotikek sosyalîstî avêtiye.

Bibore mamo, lê aha vî mejîyê mirovperwer nîhaye qu…ê dêya me kaka. Bela Tariq Ezîz fermana Kurdan rake, wek cîhgirê Saddam Hisên koka Kurdan biqelîne, dinyayê li Kurdan bike cehennem û tu jî îdama wî îmze neke.

 Welle kaka te mesele kir tiiiiirrrrrrr û tê de rît! Yanî ne ji bo ku tu Kurd î, lê ji bo ku tu sosyalîst î tu îdama qatilekî wek Tariq Ezîz îmze nakî ha!? Wey aferîn ji te û bejna te re canekem!

Îmze neke, îdama Tariq Ezîz îmze naka mamo ciyan. A herî ba? wî efû bike û bike cîhgirê xwe û xelas….

Hewlêr

About The Author