Bi ya me nekir hat girtin

Yek ji serokên mafya Îtalî Antonîo Iovîne (O Nînno) pi?tî 14 salan hat girtin û qû? lê qetiya. Ji ber ku mêro bi ya me nekir û ?îretên me nexist serê xwe, di mala xwe de ket xefikê û bi vî girt.

Berî çend mehan me ji O Nîno re gotibû: “Law Nîno,  were xwe di ?ikeft û baregehên Lotikxanê de ve?êre oxlim, ciyê herî ewle û saxlem baregehên Lotikxanê ne. Bi dîn û îman baregeh û giravên Lotikxanê ji girava Îmralîyê jî ewletir û emîntir in cîgerim.” Lê mêro li xwe dananîbû ku bê xwe bavêje tor û bextê Lotikxanê û starê bixwaze. Xwe di vîllaya xwe ya li Napolîyê ve?artibû û 14 salan bûbû vitevita qûna wî, ji tirsa dernediket derve. Û pi?tre çi bû? Mêro di tirsa xwe re derket û hat girtin.

Dibêjin pi?tî girtina Antonîo Iovîne, kêfa polîsên Îtalî pir hatiye û gotine: “Ooooxxxx, me kir wî ew jî çû” û simbêl ba dane.

Axir, kesê ?îretên Lotikxanê neke serê xwe, wê wek Antonîo Iovîne bê serê wî û wê sedî sed têkeve dafik û xefikên polîsan qurban.

Ji me gotin….

Roma

About The Author