Dîsa Kurd, dîsa kujtina namûsê

Kurd ji kujtina keçên xwe têr nabin. Kurdên ku di gellek zilm û zorên netewî de bêdeng û xemsar in, ku tê ser mesela namûsê (ku namûs ne tenê go?tê nav lingê jinê ye)  dibin ?êr û piling û dest bi kujtina keç û jinên xwe dikin.  Belkî li welatê wan, ango li Kurdistanê her roj dagîrkerên wan destdirêjîya keç û jinên wan dikin, lê newêrin, nikarin yan jî naxwazin dengê xwe bikin. Lê li Ewrûpayê dibin ?êr û piling û dibin qesasê serê zarokên xwe.

Pi?tî çend bûyerên berê, Kurdekanên me dîsa li Swêdê li bajarê Katrîneholmê destê xwe bi xwîna keç û jinên xwe ?û?tin û Kurd di awira gelemperîya Swêdê de rezîl û riswa kirin.

Roja Du?embê (15.11.2010) li bajarê Katrîneholmê, keça Kurd Jiyan a 21 salî û dêya zarokan, bi destê bavê xwe hat kujtin û di temenekî ciwan de koç kir. Jiyan a ku ji ba?ûrê Kurdistanê bû, ji alî derûdorê ve dihat hezkirin û gellek hevalên wê hebûn. Lê mixabin pirê caran hevaltîya me jî wek “bênamûsî” tê hesibandin.

Axir,  rehma xwedê li Jiyanê be û xwedê vê aqûbetê neyne serê kesekî din rebbî…

Katrîneholm

About The Author