Kurmê ?îrî heta pîrî

Orhan Mîroglû bi rehmetî Mûsa Anter re hat brîndarkirin û ji mirinê filitî. Mêrik dîsa jî dev ji welatparêzîya xwe berneda û bi kefenê xwe geriya, li gora hêza xwe ti?tê ji dest hat kir, dike. Lê em Kurd dijminê qewmê xwe ne mixabin. Gava kesek hevalê me be em wî difirînin ber perê ezmanan, wî dikin mîr û wezîr. Gava ew kes me rexne bike jî, em wî dikin mît û ajan û tirba wî dikolin. Qey ev jî qedera Kurda ye.

Vê heyamê hevalên PKK tirba Orhan Mîroglû dikolin û kefenekî din jê re didirûn. Çima ku Orhan Mîroglû siyaseta PKK û BDP rexne dike û dîtinên xwe e?kere dinivîse, rabûne ew dane ber boxtanên bêîman, ew kirine „mît û ajan“ û ha ha di çapemenîya xwe de êrî?î wî rebenî dikin.

Mîroglû yê ku heta berî niha jî xizmeta siyaseta PKK dikir, îro ji ber rexneyên xwe bûye armanca êrî?ên hevalên PKK û bi endametîya mît ê tê îthamkirin. Lê heyf û mixabin e ku ew kes dengê xwe ji hevkarîya CHP û BDP re nakin. Dengê xwe ji CHP a Kemalîst re nakin û bi vê helwesta xwe dixwazin CHP a Kemalîst dîsa li Kurdistanê bi cîh bikin, rê jê re vekin.

E?kere ye, ji serî de jî hevalên me bi dijminatî nêzîkî AKP û siyaseta wê bûn û niha jî dibin. Helbet di encamê de AKP jî berjewendîyên dewleta Tirk dipazêre. Lê qe nebe AKP wek CHP sedî sed ne Kemalîst e û hindik be jî di derbarê Kurdan de germ û nerm e, ne li gora dilê me be jî hinek gavên maqûl davêjin. Çima ku Orhan Mîroglû siyaseta BDP û helwesta wê ya hevkarîya bi CHP re rexne dike, ji alîgirên PKK re bûye dijmin û Mîroglû yê ku hetanî doh jî mîr û wezîr bû, îro di çavê wan de bûye mît û kizîr. Xuyaye kurmê ?îrî heta pîrî ye û wê ev siyaset û helwesta ku ne di berjewendîya Kurdan de ye, hê jî bidome. Heyf!

BDP ji ku fermana hevkarîya bi CHP re stendiye, ayet ji ku jê re daketine nizanim, lê di dema hevkarîya bi SHP re jî heman xeletî hatin kirin. Çi cara ku Kemalîst û partîyên mîna CHP di Kurdistanê de têk diçin, hew we dît hevkarî bi wan partîyan re hat kirin û berê Kurdan dan wan partîyên Kemalîst û nîjadperest. Li ?ûna ku Kurd di nava xwe de hevkarî û yekîtîya xwe li dar xin û enerjîyek mezin bidin temamê Kurdan, hinek radibin bi navê çepîtî û bratîyê partîyên statukoperest li serê Kurdan dikin bela û pê rojeva siyaseta Kurd aloz dikin. Helbet ev jî ne di berjewendîya Kurdan, lê di berjewendîya dewletê û partîyên wê yên mîna CHP de ye. Di vê dema ku CHP bi temamî ji Kurdistanê hatiye rê?kirin û tune bûye, hevkarîya ku pê re bê kirin dûrî aqila ye, dûrî mejîyê Kurdayetîyê ye. Ji xwe Orhan Mîroglû jî vî ti?tî, vê siyasetê rexne dike û dibêje ku „BDP bi vê helwesta xwe dixwaze Kemalîzmê bîne Kurdistanê.“ Ji ber ku Orhan Mîroglû siyaseta BDP rexne dike, alîgirên PKK di çapemenîya xwe de wî wek „zilamê AKP û MÎT ê“ bi nav dikin. Halbûkî rayedarên BDP jî di meclîsê de têkilîyan bi AKP re datînin û niha navbera wan germ û nerm bûye. Ba? e, ma em jî rabin ji ber van têkilîyan ji BDP re bêjin „zilamê CHP û MÎT ê ne“ nabe neheqî? Heger têkilî û siyaseta rojane MÎTî tî be, gelo kesekî ne MÎT maye? Ev çi tir?o ye, çi ?orbe ye?

Di vê derbarê de herî xwe?, herî hindik û rindik wekîlê BDP ê Dêrsimê ?erafettîn Halis gotiye.

Wekîlê BDP ê Dêrsimê ?erafettîn Halis, di axavtina xwe ya ji bo minasebeta 73 salîya qetilkirina Seyid Riza de, CHP bi dijwarî rexne kir û gotina Seyid Riza bi bîra me xist. Rehmetî Seyid Riza di dema xwe de gotibû „ Ji qijikê bilbil çênabe.“ Ango, qijik nabe bilbil.

?erafettîn Halis, di axavtina xwe de dibêje: „ Kesên ku doh bi êrî?ên xwe dixwestin me têk bibin, îro dixwazin bi hembêzkirinê me bikujin. Ji alîyekî cemaat û ji alîyê din jî Kemalîzm ketiye dewrê. Ger Seyid Riza sax bûya wê heman gotin bigota. Lê wek torinên Seyid Riza ez dubare dikim. Di CHP de çi hat guhertin? Yan qijik bû bilbil?“

Axir…

Îcar birastî meriv meraq dike. Kesên ku Orhan Mîroglû wek „MÎT û zilamê AKP“ bi nav dikin, berê bersiva ?erafettîn Halis bidana ne maqûltir bû? ?erafettîn Halis pirsek maqûl dike û bi wê pirsa xwe siyaseta BDP û herweha helwesta Îmralîyê jî rexne dike.

Heman pirsê ez jî ji we dikim qurban:

Gelo qijik bû bilbil?

Çi di CHP de hatiye guhertin heta ku hûn dixwazin pê re hevkarîyê bikin?

CHP a ku 77 sal in li ser esasê qirkirina Kurdan hatiye damezirandin, wê çi bide Kurdan?

CHP doh çi da Kurdan, wê îro çi bide?

http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=36236

http://www.navendalekolin.com/author_article_detail.php?article_id=292

About The Author