Oxira te ya Flîtê Quto be cîgerim!

Sekreterê Partîya Kominîst û serokê sererd û binerd ê Kubayê xalê me Fîdel Castro, dev ji sekreterîya Partîya Kominîst berda û xatirê xwe xwest.

Xalê me Fîdo, di xatirxwestinê de ji xort û ciwanên Kubayê re got: „Xortino!  Binerin oxlim, heta tirr di min de hebûn min hefsarê sekreterîyê ji destê xwe berneda. Ji xwe di partîyên kominîst û sosyalîst de adet e, heta tirr di meriv de nebe fis meriv dev ji wî kursîyê germik û nermik bernade. Lê ku tirr neman û fî?ek neman, êdî sekreterî fêde nake“ û dilê xwe bi xwe ?ewitand.

Werhasilî kelam, xalê me Fîdo berî mirinekê dev ji sekreterîya Partîya Kominîst berda gelî xwendevanan. Ji niha ve fatîhayekê li ser ruhê wî bixwînin, xêra dê û bavê we ye.

Aqûbet li serokên me Kurdan be jî.

Kuba

About The Author