?ûr simbêlê Siltan nabirre

Lawkê Dêrikî, kilê çavê keç û jinên dinyayê Siltan Kosen, li Brezîlyayê jî bû gula civatê û nav û dengê wî zêdetir bû.

Siltanê me bi minasebeta 2011 roja rekorên dinyayê ji bo Rîo de Janeîro hat dawetkirin. Gava Siltanê Dêrikî hat Brezîlyayê, dê weledê xwe avêt û kêfa Brezîlîyan pir ji Siltanê me re hat. Ya herî balkê? ev bû ku Brezîlî li ber Siltanê me dibûn wek mi?kan, piçûk diman û Siltan Kose metro û nîvekê bi ser wan diket. Tew ji xwe serê Siltanê me di xanîyên wan re hilnedihat û rebeno mecbûr dima ku serê xwe bitewîne.

Axir, Siltanê me bi xêra bejna xwe ji Barack Obama, Kasimpa?alî Receb û mam Celal jî me?hûrtir bûye ellawekîl. Lê rebeno di dîtina cil û berg, sol û pêlavan de serê?îyan dik?îne. Ne cil lê tên ne jî pêlaw.  Me bi xêra dê û bavê xwe cil û berg, sol û çaroxên Sofî Xelef jê re ?andin. Îcar lê tên yan lê nayên ew û qismetê xwe heyran…

Rîo de Janeîro

About The Author