XIR ÇÛ HÎÇ NEBE QÛN NEÇE!

Bi we tê zanîn, li pê?îya karwanê deva herdem kerekî nêr heye, ker bi kuda biçe deve jî li pey diçe. Gelek kes wateya vê nizanin û qe serê xwe pê re ne ê?andine. Gelo çima wilo ye? Ev di serê  min de bû pirsnî?an û min ji alim û zanayan pirs kir, tu yekî bersiva min neda, ez qanî nekirim.

Rojekê min ev ji mele Rûto pirs kir.

Mele Rûto got: “ Ma tu zanî çima ji min re dibên mele Rûto ?”

Min got: “ Ezbenî biborîne nizanim çima wilo dibêjin te, texmîna min pirça serê we we?îyaye ji ber wê ye

Mele got: “ Na yabo na, ma tu zanî pirça serê min çima we?îya ?”

Min got: “ Naxêr nizanim ezbenî

Mele got: “ Ez dîrokvan û lêkolînerê seksê me, hindî min serê xwe pê re ê?and pûrt bi serê min ve nema

Werhasil.

Mele got: “ Tu zanî tofana Nûh pêxember çêbû, ji her zayendê yek hilanîn ke?tîyê

Min got: “ Belê zanim

Mele got: “ Wê demê ji bo mê û nêr di ke?tîyê de nedin lotika xirên (kîr) hemi zayenda ji wan stendin û hildan sparteyê

Min got: “ Himm, êêêêê!

Mele berdewam kir: “ Tofan bûrî, aramî çêbû,  zayenda wexta ke?tîya Nûh terikandin, ewil ker derket û spartegir bi lez bi çewtî xirê devê da kerê. Deve di dawî  de hat yek xirek tenê mabû, ew jî yê kerê bû. Spartegir ew jî da devê. Devê bervêdan kir lê fêde nekir, neçar qebûl kir û bi xwe ve kir.

Min got: “ Hela hela, ti?tek ecêb bûye

Mele got: “ Ji tofana Nûh virde deve li pey xirê xwe ye, ji kerê dixwaze ker jî nade. Ji ber wê ye ku hîna jî kerê teqîb dike

Axir

Mele got: “ Gewdê devê gir, xirê wî biçûk e, kîndarîya devê jî ji ber wê tê. Mirovên kîndar jî wek devê ne

Hûn bawer bikin yên îro Kurdan dane pey, em xapandine, gelek ti?tên me birine, lê hîna jî em nezan li pey qûna wan ketine. Waye îcar jî cardin me dibin bi partîya nijadperest kujerê Kurdan CHP vê dizeliqînin! Peyçûnek vala ye. Êdî bes e, vegerin li doza xwe miqate bin, hîç nebe ew ji dest neçûye.

Kurdistan

About The Author