TIRKÎFÎKASYONA XWEMALÎ

Gelî hêjayan dema we xwe?….

Ev nivîsara bi navê -ku di pêvekê de ye- “LI BAKURÊ KURISTANÊ , D? ZIMANÊ MEDYAYA KURDÎ DE TIRKÎFÎKASYONA XWEMALΔ li “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” bi kurtasî hate pê?ke?kirin ku 12-13’ê meha hezîranê (2010) ji aliyê KURDÎ-DERê ve li Diyarbekirê hate sazkirin.

Armanca wê ew e ku bide xuyakirin tevn û pergal û dengsaziya zimanê tirkî li bakurê Kurdistanê karekî dijwar û berfireh di tevn û pergala zimanê kurdî de kiriye û ev yek dike kurdiyeke nû peyda bibe ku li gorî hi? û tevn û dengsaziya zimanê tirkî hatiye dari?tin.

Me ji bo peydakirina nimûneyan berî konferansê bi mehekê bala xwe da ser malpera Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan Firat, Diyarname, Aknews, Netkurd û Rizgari çima ku ji bilî Aknews malperên bakurê Kurdistanê ne û karîgeriya tirkî tê de li kar e, lê pi?tî 15 rojan gelek nimûne ketin ser hev, lewra me dest ji berhevkirina nimûneyan berda, jixwe ev nimûne bi têra xwe didin xuyakirin bê zimanê medyaya kurdî çend ketiye bin darê zimanê tirkî. Her çend gelek kes qala karîgeriya tirkî ya li ser zimanê kurdî dikin, lê bi vê balpêdana mehekê diyar bû ku ev yek berdewam e; tevn û destûra zimanê tirkî dor ji ya kurdî standiye, heya bigire hin malper ji berê xirabtir bûne.

Ciyê balpêdanê ye, “prosesa tirkîfîkasyonê” gihi?tiye ba?ûrê Kurdistanê jî û kar di kurmanciya ba?ûr de kiriye. Jê pê ve kurdên bakurî li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê, tew li Silêmaniyê tabelayên xwe bi tirkî dinivîsin; ev yek li ba ba?ûriyan jî ti?tekî asayî diyar e. Navê Xwaringeha Barzan bi tîpên mezin û tirkî hatiye nivîsîn: BARZAN LOKANTASI

Ji aliyekî dîtir ve, ev serê çend salan e zimanê bizava kurdî li Bakurê Kurdistanê – ku li vir mebest jê Partiya Karkerên Kurdistanê ye – berebere ber bi kurdî ve diçe û jargon û goftmaneke siyasî ya kurdî ji xwe re peyda dike ku ev yek jî li ser bingeha jargona wê ya tirkî te?e digire. Ev bizav ku îro ro li bakurê Kurdistanê hêza serekî û serdest e, heke hay ji vê yekê nebe, wê rêz û destûra zimanê kurdî têk bide, ji ber ku jargon û goftmana siyasî dema ciyê xwe xwe? dike, dibe nî?aneya “aidiyet û nasname”yê û nema diguhere û tê guhertin; her çawa ku vê bizavê jargon û goftmaneke tirkî ya taybet heye ku nimandeyê siyaset û îdeolojiya wê ye û nayê guhertin.

Hêviya min ji we ew e ku hûn têbînî û serincên xwe ji min re bi?înin û vê mijarê vege?înin da ku em pê?î li “tirkîfîkasyonê” bigirin ku tevna zimanê kurdî têk dide.

Carê bimînin di xwe?iyê de

Digel rêz û silavên germ

Mazlûm Dogan

Hewlêr

  LI BAKURÊ KURISTANÊ, DI ZIMANÊ MEDYAYA KURDÎ DE  TIRKÎFÎKASYONA XWEMALÎ

  Ji bo bilindkirina navê Elî?êrê Koçgîrî ku berî gelek kesan xema kurmanciyê xwar…

Armanca vê nivîsarê ew e ku bide xuyakirin tevn û pergal û dengsaziya zimanê tirkî li bakurê Kurdistanê karekî dijwar û berfireh di tevn û pergala zimanê kurdî de kiriye û ev yek dike kurdiyeke nû peyda bibe ku li gorî hi? û tevn û dengsaziya zimanê tirkî hatiye dari?tin.

Beriya ku ez bi nimûneyan vê yekê binyatdar bikim, ez dixwazim serpêhatiyeke xwe ji we re bibêjim. Serê sala 2005ê ez çûme ba?ûrê Kurdistanê û li Silêmaniyê bi cî û war bûm. Rojekê ez çûme ba hevaleke xwe ku bilêtên firokeyan difirotin.  Camêrek hat û got:  “Bilêtekem dûserî ye.” Ez serê pê?î mame ?a?, pa?ê hinekî min da bîra xwe, min zanî ku ji ber bilêtê “geli?-gidi?” ve dixebitîne. Min di dilê xwe de got: “Ma bilêtê ‘geli?-gidi?’ çawa dibe duserî.” Her wê havînê ez çûm Mera?ê û digel kekê xwe ku ji derve hatibû, min serdana bapîrê xwe kir. Pirsê pirs anî, me qala bilêtan kir. Hîngê bapîrê min gote kekê min: “Bilêtê te ê her du seriyan e?” Kekê min her tênegihî?t, lê ku ez neçûma Silêmaniyê ez jî tênedigihi?tim. 

Her dîsa ez rojekê ez li sûka Silêmaniyê bûm. Min dî camêrekî zebe?firo?, dibêje: “Be ?ertî çeqo!”. Her wekî berê, serê pê?în min têderanî bê çi dibêje. Dû re  min hinekî da hi?ê xwe, min têderanî ku ji ber “kesmece karpuz”a tirkî ve dixebitîne. Ev yek her di bîra min de ma. Peyre min di nivîseke Abdulkadîr Bîngol de xwend ku li Cizîrê dibêjin: “?ertê Kêrê”[1] . Dû re dema min ev nivîsar di “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” de pê?ke? kir, Zana Farqînî[2] û Dilawer Zeraq[3] ji min re gotin ku li Farqînê jî dibêjin “?ertê Kêrê.”

Ez dê bi nimûneyeke dî vê babetê bi ser hev de bînim. Rojekê ez çûme mala hevalekî xwe ku xelkê Mêrdînê bû. Em li ber televîzyonê rûni?tîbûn, diya wî got: “Heyran wê televîzyonê vemirîne da em piçekî ji  xwe re bipeyvin.” Min dîsa di dilê xwe de got: “Ma televîzyon çawa tê vemirandin, televîzyon tê girtin.” Ji ber ku ez bi tirkî difikirîm. Peyre ez çûm Mera?ê, wekî dihat bîra min diya min jî digot, “Televîzyonê bigre.” Rojekê ez li ber televîzyonê bûm, diya min li min hêrs hat û gotê min: “Bes e, wê televizyonê vêsîne.” Min dîsa go, “ Ma televîzyon çawa tê vêsandin!” Dû re min di pirtûka Tosinê Re?îd de xwend, ku wiha digot: “Ji bo xwe ji wê xewnê rizgar bike, têlêvîzyon vêsand, çû ser ciya palda…” [4] Pa?ê min bala xwe dayê ku li Silêmaniyê jî dibêjin: “kujandinewe- Telewîzyoneke bîkujinewe-” yanî “veku?tin” lê li devera Pi?der û Bîtwên her digotin: “Daymirêne.” Li aliyê din li heman deveran digotin: “ Awirit (agirit) le malê da wekujê.”[5] Ya ecêbtir li Tetwanê jî dibêjin “Lempe vekuje.” Lê îro piraniya kurdên xwende dibêjin “Televîzyonê veke.” nabêjin “Televîzyonê pêxe-vêxe-pêke-hilke.”. Her dîsa piraniya wan dibêjin, “Televîzyonê bigre.” nabêjin, “Televîzyonê vemirîne-vêsîne.” 

Dema tu li ba kurdekî/e tirkînezan bêje “Televîzyonê bigre.” dê bi sê awayî têbigihê: 1. “Rahêje televîzyonê”  2. “Televîzyonê hilgire.”  3. “Televîzyon dike bireve wê bigre!.” Her weha “Televîzyonê veke” jî li ba kurdekî/e tirkînezan dibe “Televîzyonê veke li nava wê binêre!”

Ev nimûne tev didin xuyakirin ku tevn û pergala zimanê kurdî hema bêje di tevahiya ?êwezaran de gelek nêzîkî hev e û divê em li vê  yekê bikolin da ku em zimanê xwe ji karîgeriya zimanê tirkî bi?on û di ber vê yekê de jî divê em li pa?xaneya xwe ya zarkî vedigerin. (*) Her weha ev pirsyar jî li ba min peyda bû, gelo tevn û pergaleke neguher ya hi? û ramanê zimanan heye her wekî ku sîstemeke rêzimanê ya neguher heye? Lewre nimûneya “bilêtê duserî” ciyê têfikirîn û balpêdanê ye ku diyardeyeke nû ye, lê beranberî vê yekê li du deverên Kurdistanê heman peyv tê xebitandin ku gelekî dûrî hev in û bi du ?êwezarên cuda dipeyivin. Carê em dê bersiva vê pirsyarê hilînin bo nivîsareke dî û kesên ?arezatir û pisportir.

Di baweriya me de sersedema “Prosesa Tirkîfîkasyonê” ew e ku zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê bi awayekî suri?tî qonaxên ge?ekirinê nebirîne û vê yekê kiriye ku xelk ji pa?xaneya xwe ya nivîskî û zarkî bêpar bimîne û berebere bikeve bin nîrê zimanê tirkî ku ev yek heta berî vê bi 20-30 salan berevajî vê yekê bû; yanî xelk gava bi tirkî dipeyivî bi kurdî difikirî, lê ev serê 20 salan e gava bi kurdî dipeyive bi tirkî difikire ku ev jî vedigere berfirehbûn û berbelavbûna alavên ragihandinê, nemaze medyaya dîmendar ya bi zimanê tirkî.  Gava mirov bala xwe dide tirkiya Diyarbekirê gelek îdyom yekser ji kurdî hatine wergirtin ku ev yek ji kesekî/e tirkîaxêv re gelekî seyr e. Çend nimûne jê:

–         “Abê ba??m?z? götürdün. (Kekê te serê me bir)” ku tirkiya wê “Abi ba??m?z? ?i?irdin” e.

–         “H’eyf?m?z? kald?racax?z. (Emê heyfa xwe hilînin)” ku tirkiya wê  “Öcümüzü alaca??z” ne ku kald?raca??z.

Çend nimûne ji pirtûka “Diyarbak?r Türkçesi” ku  di binyata xwe de  îdyom û tabîrên kurdî ne:

–         Gunehî gelmax (gunehê wî-wê pê hat), nehlet gels?n (nahlet lê bê), baxt?na du?max (ketin bextê wî), qelb?ne damlamax (niqutî dilê wî), qolt?x?na vêrmax (dane bin çengê wî-wê)[6]

Li aliyê dî ev kesê hanê dema pirsyaran dikin, bi guherîna tona dengê xwe dikin, yanî li gorî forma kurdî dikin ne bi forma tirkî. Bo nimûne:

–         Abê paran war? ku tirkiya wê “Abi paran var m??” ye.

Her dîsa beriya vê bi 30-40 salan li devera Mera?ê ku karîgeriya tirkî her ji mêj de li kar e û gelek berfireh e, prosesa peyv-vedan û watevedanê ya zimanê kurdî her li kar bû, yanî dema alav û amûreke nû dihat, pirê caran navekî kurdî lê dihate kirin û ne li gorî zimanê tirkî dihate dari?tin. Bo nimûne, me ji qelemtra?ê re digot “çerx” ku nimûneyeke gelek ba? a prosesa peyvedan û watevedanê ye. Ciyê balpêdanê xelkê Silêmaniyê jî ji “heste-çaqmaq” re dibêje “çerx”.  Peyva “ heste-?sta”  ku tevî devera Mera?ê li çend deverên dî jî beranberî  “çaqmaq-çerx-mekîne” tê bikaranîn, yek ji nimûneyên prosesa peyvedanê ye, ji ber ku hînga zimanê tirkî ne zal û serdest bû, lewra prosesa ve-afirînê ya zimanê kurdî bi kar û gerê diket.

Ev proses wer diyar e bi piranî li bakurê Kurdistanê ji kar û gerê ketiye; ev yek jî dihêle peyvên nû an yekser ji tirkî bêne wergirtin an jî li gorî tevn û pergala zimanê tirkî bêne dari?tin. Lê gava mirov bala xwe dide ba?ûrê Kurdistanê ev proses her li kar e û berdewam e. Xelkê Silêmaniyê ji babetekî bestenî (dondûrme) re dibêje “çilûre” ku ev peyv di di binyata xwe beranberî “bizmilûg û pîjik, zembelîlk”ê qe?ayê tê xebitandin.

Jikarketina vê prosesê her tenê kar di hi? û ramana xelkê asayî de nekiriye, her weha nivîskar û rew?enbîrên kurd jî ji vê yekê ne veder in, bi taybetî di warê medya û ragihandinê de. Em dê têbixebitin ku bi nimûneyan ronahiyê bidin ser vê yekê. Her weha em dê hewl bidin ku hi? û fikr û qalib û îdyomên zimanê kurdî di tevahiya ?êwezar û bin?êwezarên wî de gelek nêzîkî hev in ku ev lêkçûn ciyê balpêdanê ye bo selmandina hebûna hi? û tevna zimanê kurdi ku bi yekcarî ji ya zimanê tirkî cuda ye. 

Em dê berê pê?în çend nimûneyan raber bikin ku dinimînin nivîskar û rew?enbîr û nûçegihan û nûçesazê kurd li bakurê Kurdistanê bi têra xwe neketine ber olan û tevn û pergala zimanê kurdî û wan sûde ji pa?xaneya zarkî ya kurdî wergirtiye.

DENGBÊJ….

Di vê yekê de nimûneya ciyê balpêdanê ravekirina peyva “dengbêj”e ku ji aliyê gelek kesên xuyanî ve pêwendiya wê bi “deng (seda, sewt, ses, voice)” ve tê danîn. Bo nimûne, nivîskar Mehmed Ûzûn di vê yekê wiha dibêje: “ Bi zimanê min ê makî deng, ses (sewt, seda, voice) e. Bêj jî ew kes e ku dirûv û te?eyê dide peyvê. …, ew kesê peyvê bi giyan tîne. … Dengbêj, ew kes e ku henase û giyanê dibex?e peyvê. “[7]  Her weha nivîskar Ya?ar Kemal jî ku kurdî dizane, heman peyvê wiha rave dike: “ Deng, sewt e, bêj jî yê ku dibêje.”[8] 

Ji van her du nivîskaran pê ve piraniya ?areza û pisporan di wê baweriyê de ne ku peyva “dengbêj” ji “deng” peyda bûye. Lê dema mirov bala xwe dide pa?xaneya zarkî û zimanê xelkê asayî, xuya dibe ku peyva “deng” di vir de beranberî  “behs” hatiye xebitandin ku ev yek ne ciyê gumanê ye. Her wekî diyar e di zimanê kurdî hindek peyv hene ku digel peyveke erebî ya hevwateya wê bi hev re têne xebitandin. Bo nimûne, “der û cîran” Peyva “dengûbehs” jî yek ji wan peyvan e ku dide xuyakirin ku dengbêj, behsbêj e ne ku sewt-sedabêj e. Her wekî dî “deng û dengî” ku bi kurmanciya jêrîn jî dibêjin “dengo” beranberî  “behs û riwayet-söylenti” ve tê xebitandin.  Bo nimûne di romana Hewarî ya Heciyê Cindî de wiha hatiye:

“Wan çaxan deng belav bû, got, welleh Cangîr Axayê Xetîb Axa herçî tivingçiyên rizadil berhev dike, wekî li pê?iya eskerê Romê bi tevayî ?er bikin.”[9]

Her dîsa di heman romanê de wiha hatiye:

“ Di nava ên sekinî de bû dengî: “ Ew çûne Dîgora Axê, çûn qey axê bigrin…”[10]

Bo selmandina vê yekê em dê nimûneyekê ji edebiyata îroyîn pê?ke? bikin.

“Rojekê li gund b’es (behs) bela bû wekî Heyder ji bo karê komûnîstiyê hatiye girtin.”[11]

BANDOR…

Li aliyê din bikaranîna peyva “bandor” ji ber “tesîr-karîgeriyê” ve yek ji wan nimûneyan ku dide xuyakirin rew?enbîr û nivîskarê kurdî ji konteksa zimanê xwe re bûye namo û biyanî. Ev peyva hanê ku ji “boyunduruk(nîr)”a” tirkî veguheriye û ketiye nav zimanê kurdî, yek ji wan peyvan e ku îro dûrî konteks û maneya xwe ya dîrokî tê xebitandin.[12] Gava mirov bala xwe dide pa?xaneya zarkî û çend çavkaniyên edebî, diyar dibe ku ev peyv her wekî îro beranberî  “tesîr-karîgerî-etki” nayê xebitandin, maneya “sûlta û otorîte” didêre. Ji bo selmandina vê yekê belgeya herî ba? romana Heciyê Cindî Hewarî ye ku “bandûr” û “nîr” li du cihên cuda bi heman maneyê hatine xebitandin.

“… ?ukra xwe ji Xwedê  anîn, wekî em sax û selamet hatin, ketin bin bandûra mêrê Ûris, ji tirsê, ji ku?tinê, ji talan û tajîn xelas bûn.” (rp. 172)

“Her ti?tî kerrekerr dikin, de ji binê nîrê Romê derketine, ne Xwedayê xwe nas dikin, ne axayê xwe.” (rp. 221)

Pê?niyaza me ew e ku li ?ûna “bandorlêkirin”ê, “kartêkirin” bê xebitandin ku li Çiyayê Kurmênc û Behdînanê û çend deverên dî li kar e. Bo nimûne:

Bibêm ya Elah ez bang kim / Meydanê gî bi serî û can kim / Can û malê we talan kim                 Mînê nadim, we bi qurban kim / Van ?orina  têkar kirin / Di ber xwe ve çûn, wan `ar kirin.”[13]

Ciyê bîrxistinê ye, hindek alavên ragihandinê yên ba?ûrê Kurdistanê jî digel “bandor” ê komeka peyv û qaliban bi kar tînin ku ji alavên ragihandinê yên bakurê Kurdistanê wergirtine ku li ser mentiqê tirkî hatine dari?tin lê ku beriya wê yên rast bi kar dianîn.

PIRSGIRÊK:

Pirs, di zimanê kurdî/kurmanciya jorîn de du maneyan didêre: Ya yekem: Sual Ya duyem: Gotin, peyv, qise ye ku li welatê Serhedê, li ba Kurdên Sovyetistanê û li rojhilatê Kurdistanê li wan deveran tê xebitandin ku hevzarê welatê Serhedê ne.  Bo nimûne: “Her parî tê cûtinê, her pirs naê gotinê.[14]” “Pirsa xwe bipêje, pa?î birêje. [15]” , “Pirs pirsê tîne. [16]” Ji ber vê hindê her nabe “pirsgirêk” ji ber “arî?e û kê?e”ve bê xebitandin tew bi awayekî dari?tî. Ciyê ?a?mayînê ew e ku ji dêvla “pirsgirêk” ve di zimanê kurdî de gelek peyv hene û her yek li gorî konteksteke cuda tê xebitand ku hin jê ev in: Nexwe?î, alozî,  gel? û gelem?e, arî?e/kê?e, tengasî/tengayî, serê?î, derd û kul…  Wekî me gotî konteksa van hemû peyvan cuda ye ku îro mixabin li ?ûna hemûyan “pirsgirêk” tê xebitandin.

Li aliyê dî tabîra “pirsgirêka kurd” tê xebitandin ku yekser li gorî “Kürt Sorunu”ya tirkî tê bikaranîn. Gava tu bibêjî “pirsgirêka kurd” bi tirkî dibe “Kürdün Sorunu” ku ew kurd jî bi kurdî ne navê miletekî, navê kesekî diyarkirî dinimîne, her wekî tu bibêjî “Pirsgirêka Hesenî”. Di baweriya me de beranberî vê yekê an divê “arî?eya kurdî”, “kê?eya kurdî” bê xebitandin, lê ji ber ku îro ro bikarhênê zimanê kurdî dûrî konteks û olana zimanê kurdî ketiye, jê re xerîb tê û dibêje: “Kurdî ziman e nabe em bêjin arî?eya kurdî!” Li aliyê dî xelk nabêje “dermanê kurmênc an fîstanê kurmênc” dibêje “dermanê kurmancî[17]” an “fîstanê kurmancî”. Heke em li gorî “pirsgirêka kurd” biçin, divê em bêjin, “pirsgirêka kurmênc”! Hêjayî bîrxistinê ye, di kurmanciya jêrîn de jî ev tabîr li gorî wê tevgirêdana ku me daxuyakirî tê bikaranîn, her wekî; mastî kurdî, cilî kurdî, hêlkey kurdî…

Ti?tê ji hemûyan bêhtir ciyê balpêdanê ew e ku ev peyv, li ?ûna îdyom û qalibên zimanê kurdî yên resen jî tê bi kar anîn. Ji ber karîgeriya tirkî ji dêvla “Xem nake, ne xem e, ti?t pê nayê, ti?t nake…” wiha tê gotin: “ Ne pirsgirêk e, pirsgirêk nîn e!..” Ev jî rasterast ji ber olana“Sorun de?il” a tirkî ye.

KEVNE?OP – KEVNE?OPÎ:

“Hemû partiyên di Parlamentoya Tirkiyê de bi biryarên antîdemokratîk demekê hatin girtin. Di nav van de jî herî zêde partiyên ko BDP ji kevne?opiya wan tê zirar dîtin.”[18]

“Her wiha Ke?tiya Cazê ku bûye çalakiyeke kevne?opî û Konserên Kuçeyan dengê cazê wê li asîmanên Stenbolê bilind bikin.”[19] 

Peyva “kevne?op” di baweriya me de nî?aneya “karesateke zimanî” ye ku beranberî “rewi?t û tîtal, dab û nerît, orf û adet” tê xebitandin. Ev nimûne dide xuyakirin ku gelek kes bi ferhengan dinivîsin û dipeyivin, heçî peyva ku ji ferhengan werdigirin bêyî ku bidin hi?ê xwe dixebitînin ku kevne?op jî yek ji wan e. “Kevne?op” bi tirkî dibe  “eski iz, eski ayak izi” îca çawa bûye “dab û nerît” kes pê nizane!..  “Kevne?opî” jî ku ji ber “tradîsyonel” ve tê bikaranîn, bi tirkî dibe “eski izlilik, eski ayak izlili?i(!)” Heke bi vê peyvê armanc kesê dide dû ti?tê kevn an ?opa ti?tê kevn diajo, hîngê divê wiha bê gotin: Kevneajo an kevneajoyî!….

HELBESTKAR – HELBESTVAN, ROJNAMEGER-ROJNAMEVAN

Di Ferhenga Henbane Borî de, ku peyv bi piranî bi maneya xwe kurmanciya jêrîn û jorîn hatine danîn, “hellbestin” wiha hatiye ravekirin: “1. Dabestin, qayimkirdin 2. Badanî rî?u 3. ?î’ir duristkirdin. 4. Qise duristkirdin 5. Bend duristkirdin le ber aw.” Her weha “helbeste” jî wiha hatiye ravekirin: 1. Buxtan 2. Be ?î’irî gutraw. [20]” 

Heke mirov bi kurmanciya bakur rave bike, lêkera herî nêzîk “lihevanîn” e. Îca gava mirov wê bi kurmancî bike ?î’ir, divê bike “helbestî” çawa ku bi soranî “helbestraw û helbeste” ye û ?aîr jî dibe “helbest” her wekî hilgêr ne hilgêrvan û hilgêrkar… Li aliyê dî, çima em dibêjin roman-nivîs, çîroknivîs em nabêjin helbestnivîs, ev jî ciyê têfikirînê ye. Bi ya me peyva helbest jî yek ji wan peyvan e ku wekî “çewtiya rewa” ciyê xwe xwe? kiriye, lê nabe em bêjin helbestvan û helbestkar.

Her weha rojnamevan û rojnameger jî bi vî awayî xelet têne bikaranîn, lewra rojname ew belgename ye ku bûyer û rûdanên rojekê dinivîse, ji ber hindê “rojnamenivîs” rastir e. Her weha di zimanê farisî de jî “rûznamênêgar-rûznamênêvîs” tê xebitandin ku “-nêgar” erka pa?girê “-nivîs, -nûs” pêk tîne.

DÎTIN AN PEYDAKIRIN – ÇAVPÊKET – BI SER VE BÛN:

Îro ro beranberî van her sê lêkeran ku li gorî konteksên cuda têne xebitandin, pirê caran “dîtin” tê xebitandin.  Bo nimûne:

“Min ew li ciyekî danî, ev du roj in ez lê digerim min ew nedît.”

“Gava ku min ew dît, ji kêfa lingê min erd negirt.”

“Min ew dît, wî gelekî gelek silav li te kirin.”

“Em li keçikeke ?îrhelal geriyan, me nedît.”

Di nimûneya yekem de mirov li ciyekî-ti?tekî winda an nediyar digere û mebesta ne dîtina bi çavan e, ji ber hindê divê lêkera “ bi ser ve bûn” bê bi kar anîn, bo nimûne: “Ez ji ku zanim bê min li ku danî, bê ku de çû, ezê çilo bi ser ve bim.[21]

Di nimûneya duyem de, dîtineke ji ni?ke ve li kar e, lewma divê wiha bê gotin: “Gava ku çavê min bi wî ket (min çav bi wî ket), ji kêfa lingê min erd negirt.

Di nimûneya sêyem “dîtin” ne ji ni?ke ve û wext pê ve diçe û dîtin di ciyê xwe de hatiye xebitandin.

Di nimûneya çarem de, mebest ti?tekî winda û nediyar nîn e û her weha mebest ne dîtina bi çavan e, lewma divê lêkera “peydakirin” bê xebitandin: “Vir de wê de, … digere, keçikek ku bi ?îrê xezalan xwedî bûye peyda dike.[22]

GAV-KÊLÎ-BÎSK-BÊHN,  ÇENDEKÊ-PÊLEKÊ:

Baydemîr,… da zanîn ku fikir, nasnameya etnîkî raman çi dibe bila bibe hemû nivîskar, rew?enbîr û ramanweran di girtîgehê de divê di kurtedemê de bigihên azadiya xwe.”[23] 

Pi?tî ku “kurdiya akademîk” peyda bû, hin kesan dest pê kir li ?ûna “bêhnekê-gavakê-kêliyekê; çendekê-pêlekê” her tenê “demekê” bi kar anî an jî got “ kurtedemekê-demeke kurt-demeke kin; demeke dirêj” ku ev qalib tu jê di kurdiya resen de peyda nabin û ji ber karîgeriya tirkî ketine nav zimanê nivîskî ku ji “k?sa süre-uzun süre” tên.  Lê ev yek di kurdî de cuda ye.  

 “Ez bêhnekê- gavakê-kêliyekê li wir dawestiyam. [24]

Yanî dora çaryek-nîv saetê an saetekê  li wir dawestiyam. Lê îro gelek kes dibêjin, “Ez demeke kurt li wir dawestiyam.” Tew hindek kes dibêjin, “Ez hûrdemekê-kurtedemekê li wir dawestiyam.”

“Ez çendekê-pêlekê li wir mam.”

Yanî ez heftiyekî an du heftiyan an jî mehekê li wir mam. Mixabin hindek kes dibêjin: “Ez demeke dirêj li wir mam.” An jî li ?ûna bêjin, “Ez ji zû de (ji zû ve- ji mêj de) ji wir hatime.” Dibêjin: “Ev demeke dirêj e ez ji wir hatime.” ku rasterast ji “uzun zaman” tirkî hatiye wergirtin.

WE?ANDIN :

Ev lêkera hanê ku maneyeke nû lê hatiye kirin û ji ber karê “ne?irkirin wate pex?kirin” ve tê xebitandin, digel tevgirêdana kurdî nagunce, çima ku “we?andin(*)” ne ew lêker e ku maneyeke mecazî ya bi vî rengî lê bê kirin ku maneyên wê yên serekî û binekî ji vê yekê re dest nadin. Çend nimûne ji Ferheng Kurdî-Tirkî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê:

–         Mirî?k pûrta xwe diwe?îne.

–         Daran pelên xwe we?andibûn û mabûn tazî.

–         Potê sifreyê di paceyê de we?and.

–         Do?ek we?andin.

–         Zeytûnan diwe?îne.

–         Kevçî we?andê. (Yanî tê wer kir.) – Heke Em bêjin pirtûk we?and, yanî tê wer kir!..- 

–         Pê biwe?înê (Yanî pê lêde)[25]

Di baweriya me de lêkera herî ba? ku beranberî “ne?irkirin”ê bê bikaranîn, “belavkirin” e ku li ba?ûrê Kurdistanê çi bi soranî çi bi kurmancî tê xebitandin.

 

VEGOTIN:

Ev lêker ku beranberî “gotin, gilîkirin, katkirin, heykatkirin, vegêran, gêranewe” tê bikaranîn, peyveke dari?tî ye û pa?îneyeke wê ya dûr û dirêj nîn e û her weha li gorî rêz û destûra zimanê kurdî maneyeke dî hildigire ku ew jî “gotineve an gutinewe û wutinewe” ye ku maneya dubare gotinê didêre. Her wekî dî di zimanê Pehlewî jî de “vagoften”[26] beranberî “gotineve, dubarekirin”ê tê xebitandin.

Di baweriya me de ev peyv jî ji ber karîgeriya tirkî hatiye dari?tin çima ku di zimanê tirkî de “anlatmak” û “söylemek” bi du lêkeran têne nimandin. Lê heke mirov ji tevgirêdan û konteksa zimanê xwe re nebe biyanî vê yekê nake, lewra ew mirovê/a ku ji konteksa zimanê xwe dûr neketiye, jixweber zane ku bê “gotin” beranberî “anlatmak” an “söylemek” ve hatiye xebitandin.

Li aliyê dî, li ?ûna peyva “gotinbêj” ku peyveke nedari?tî ye “vebêjer” tê xebitandin ku du caran xelet e, jixwe “vebêj” bi xwe maneya “gotinbêj-goyende” didêre. (*) Heke mirov bi tirkî ti?tekî li hev bîne, “vebêjer” dibe “anlatmanc?!..”

 

DEVOK û ZARAVA:

Ev peyva dari?tî, ku beranberî “binlehçe (a??z)” tê xebitandin li gorî tevgirêdana zimanî wê maneyê nadêre ku lê hatiye kirin. Ji ber ku peyvên ku di zimanê kurdî de yekser maneyeke zimanî dinimînin “zar, ziman û zarava” ne, dev bêhtir wekî endameke la?î ye. Her weha heke maneyek lê bê kirin “devok” ew kesê ku pir dipeyive yanî xeberok e. Pêwîst nake em peyveke nû darêjin, jixwe xelk peyva “zarava” yekser beranberî  “binlehçe (a??z)” û “aksan (goyê?)” bi kar tîne ku ev yek ne ciyê gumanê ye. Bo nimûne:

“Xancî hem ji kincên wî hem jî zarava wî zaniya ku ew zozanî ye.”[27]

Divê bê gotin, li gorî romanê xancî û mêvanê wî xelkê deverekê ne. Li aliyê dî Hejar Mukrîyanî ev peyv wiha rave kiriye: “?êwey taybetî axawtin.”[28]

Mixabin vê peyvê bi destkariyeke rew?enbîrî ev maneya xwe ji dest daye. Di baweriya me de ya çêtir ew e mirov zaravayê di maneya xwe ya rastîn de bi kar bîne û ji ber “lehçe” ve jî peyva “?êwezar an diyalekt” bi kar bîne. 

PARASTINA Z?MÊN AN Z?MANPARASTIN, KU?TINA MÊRAN AN MÊRKU?TIN

Kemanjen Farjad ku di sala 1938’an li Tehranê hatiye dinê bi saya diya xwe di zarokatî de dest bi lêdana kemanê kiriye.. … Festîvala ku heta 25’ê mehê wê li dar be de digel nî?andayîna fîlman, lîstina ?ano, êvarên xwendina helbestan, li dar xistina pê?angehan wê konserên mîstîk jî li dar bikevin[29]

Dosya: Parastina Zimanê Kurdî[30]

Ku?tina Zarokan li Sêrtê[31]

Lêpirsîna Ergenekonê[32]

Ev terkîb di kurdî de wê maneyê nadin ku di tirkî de didin, lewra dema tu dibêjî “parastina zimên” ev dibe “dilin savunmas?” ne ku dibe “dili savunmak an jî dil savunmak”. Em dê bi çend nimûneyan vê yekê pi?trast bikin.

“Hirçgirtin ne karê min e.”[33]

“Pîrejinan dest bi çêlekdotinê kirin.”[34]

“Manga do?în û qezwan kro?tinyan negutûwe.”[35]

“Ger Binev? dabin mêr, eve di qanûna e?ayîrî de (ji) mêrku?tinê jî girantir e.”[36]

Ciyê balpêdanê ku ev yek di kurmanciya jêrîn û jorîn de yek e, her wekî di terkîba “çêlekdotin” û “mangado?în” de diyar e.

 

ZOZANVAN, TEMA?EVAN, ÇALAKVAN, PÊ?KE?VAN Û ?AÎRVAN!…

“Artê?a Tirk li Bedlîsê gef li zozanvanan xwar.” [37]

“Lîstika ku li ser metin û helbestên Shakespeare hatiye sazkirin, stranbêj, lîstikvan û dansvanan rêzikên Shakespeare ?irove kirin.”[38]

“Zimanê pê?kê?vanan ?ikestî ye.”[39]

Îro ro pa?gira –van hema her û her ji ber pa?gira tirkî “-ci, -c?, -ç?, -çi”  ve tê xebitandin ku ev yek di zimanê kurdî de cuda ye. Bo nimûne kurd nabêjin “zozanvan, dawetvan, govendvan”, dibêjin, “zozanî, dawetî, govendî” her wekî gundî, bajarî û welatî. Her weha tema?evan, çalakvan û dansvan xelet in, lewra  “tema?ekirin” û “pê?ke?kirin” heye, divê bibe “tema?ekar-tema?ekir-tema?eker” her weha “pê?ke?kar”. Her dîsa çalakî û dans tê kirin, lewma divê bibe “çalak-kar” û danskar.” Li aliyê dî, “çalak-kar” jî ne di cih de ye, çima ku “çalak” bi xwe wê maneyê didêre.

Ecêba ser ecêban ew e ku –van bi hindek peyvan ve tê kirin ku ji binê zemanan ve li kar in. Bo nimûne guhdar bûye “guhdarvan”. Her weha peyvên wekî “be?dar û wergêr” jî wekî “be?darvan û wergêrvan” têne xebitandin ku ev kes bi xebitandina du pa?giran bi hev re navê xwe dixin defteran!…Heke mirov bi tirkî ti?tekî li hev bîne “wergêrvan” hema dibe “çevirmenci!” Ciyê bîrxistinê ye, berî vê bi çend salan peyva “?aîrvan” jî hatibû bi kar anîn di Jiyana Rew?ena kovar de!…”

Hêjayî gotinê ye, pa?gira –van di zimanê xelkê de jî tû?î “ladaneke wateyî (anlamsal sapma)” bûye û hema bêje wekî “çewtiya rewa (galat-? me?hur)” ciyê xwe xwe? kiriye, lê dîsa jî divê em cih ji vê yekê re xwe? nekin, rast e “bilûrvan” heye, lê nabe em bêjin “guhdarvan û wergêrvan.”

 

NIMÛNEYÊN TIRKÎFÎKASYONA XWEMALÎ D? ZIMANÊ MEDYAYA KURDÎ DE

Pi?tî vê yekê, ji vir û pê de em dê têbixebitin bi nimûneyan destnî?an bikin ku li bakurê Kurdistanê, bi taybetî di warê medya û ragihandinê de, bikarhên û nûçegihan û nûçesazên zimanê kurdî dûrî pa?xaneya xwe ya zarkî ketine, lewma hindek peyv û îdyoman li gorî tevgirêdan û konteksa wan ya dîrokî naxebitînin û gelek caran jî bi hi? û hizra zimanê tirkî dipeyivin û dinivîsin.[40]

Berî em nimûneyên aktûel pê?ke? bikin, me divê amaje bi xaleke giring bikin. Dema tu dibêjî, nabe ev gotin bêne bikaranîn, hindek ?areza û agahdarê arî?e û kê?eyên zimanî dibêjin: “Xem nake, ciyê xwe xwe? kirine, ketine ser zimanê xelkê.” ku ev yek bi xwe cih ji alozî û têkdana rêz û destûra zimanê kurdî re xwe? dike û dihêle ku peyvên wekî “rojev, pirsgirêk, pêvajo” ciyê xwe xwe? bikin ku bi tu awayî digel tevn û pergala zimanê kurdî naguncin û bi mebesta “kilkirinê kor dikin.”

Me ji bo peydakirina nimûneyan berî konferansê bi mehekê bala xwe da ser malpera Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan Firat, Diyarname, Aknews, Netkurd û Rizgari çima ku ji bilî Aknewsê malperên bakurê Kurdistanê ne û karîgeriya tirkî tê de li kar e, lê pi?tî 15 rojan gelek nimûne ketin ser hev, lewra me dest ji berhevkirina nimûneyan berda, jixwe ev nimûne bi têra xwe didin xuyakirin bê zimanê medyaya kurdî çend ketiye bin darê zimanê tirkî. Her çend gelek kes qala karîgeriya tirkî ya li ser zimanê kurdî dikin, lê bi vê balpêdana mehekê diyar bû ku ev yek berdewam e;  tevn û destûra zimanê tirkî dor ji ya kurdî standiye, tew hin malper ji berê xirabtir bûne.  Divê ew jî bê gotin me hemû nimûne hilnedane, ku karîgeriya tirkî lê bûye, heke na wê pirtûkeke du-sê bergî jê biketa!…

 

XELET XEBITANDINA “KARÎN”Ê

Ev lêkera hanê ku ji ber kartêkirina tirkî  xelet û ji ber çend rew?an ve tê xebitandin, di zimanê kurdî beranberî wê çend lêker û qalib hene û “karîn” bi xwe bi tenê ji bo xuyakirina  “pêçêbûn, pêbûn, jêhatin û zorêbirinê” tê bikaranîn.  “Karîn” di zimanê tirkî de di sê rew?an de tê xebitandin; yek jê bo derbirîna “îhtîmal” e ku ev yek di zimanê kurdî nîn e û beranberî wê “dibe ku – dibû ku” tê xebitandin.  Bala xwe bide nimûneyên xwarê ku li gorî mentiqê tirkî hatine dari?tin.

 “…Ji xwe, gava ku ez ji bo zanîngehê çûm Diyarbekirê jî, me bi zorê pirtûkên kurdî peyda dikirin û heger pirtûk bi me re bihatana girtin, em karîbû bihatana ku?tin jî.”[41]

“…Ji ber ku reaksîyona min cuda ye, ew dikarin ji min hez nekin, lê ji xwe rexnegir tucarî nayên hezkirin.” [42]

 “…Ev dikare bê wê maneyê ku tevî Baykal di kongreyê de amade nebe dikare wek serok bê hilbijartin û vegere.”[43]

“Yên ku ji ?er xwe xwedîdikin dikarin ?ideteka mezin bikarbînin. Di vê ?idetê de dikare gelek genc, jin, zarok û gelek însan ji gel bimirin.”[44]

Di nimûneya yekem de diviya wiha bûya, “… dibû ku em bihatana ku?tin jî.” Di ya duyem de jî diviya “.. dibe (ku) ew ji min hez nekin.” Di sêyem de jî her dîsa “…dibe ku an reng e”

Her dîsa ji ber karîgeriya tirkî ev lêker dema destûrxwestin û nezaketnimandinê de jî tê xebitandin ku ev yek di kurdî de nîn e. Bo nimûne ev qalibên xwarê gelek têne xebitandin:

“Ez karim cixarekê bikê?im (Bir sigara içebilir miyim?)”

 “Ez karim avê vexwim? (Bir su içebilir miyim?)” 

Her ya diyar e ev her dû hevok ji li gorî qalibên tirkî hatine sazkirin, ma mirovek çawa nikare avê vexwe an cixare bikê?e?  Di kurdî de beranberî wê “dibe” an “gelo dibe”   tê xebitandin. Va ye çend nimûne ji berhemên folklorîk û edebî:

“Destûr heye ez çend firên avê vexwim?”[45]

“Gelo nabe ku ez di ?ûna genim de fitrên xwe bi rûn xwe? bikim?”[46]

“… Ca nabe tu ji kerema xwe guhdarî bikî?”[47]

“Lê nabe ez mêvanê te ?evek mayîn bibînim?”[48]

 

“BALA MIN KI?AND” AN “BALA MIN KI?ANDIN”:

Ev her du hevok jî li ser binemayê “dikkat çekmek”a tirkî hatine dari?tin ku di zimanê kurdî de ev yek nîn e. Me bi xwe ji zarê xelkê bihîstiye û di çend kitêban de xwendiye ku di zimanê kurdî de beranberî vê yekê “balpêketin” tê xebitandin.

“Wele go: Bala mele ket ser zilamekî koçer ku ew jî li bin kon û melûl bûye…”[49] Nabe em bêjin “zilamekî koçer bala mele ki?and…

Heke mirov bala xwe bide ser zimanê xelkê û berhemên folklorîk ew lêker jî hene ku li ser heman bingehê hatine dari?tin: Haypêketin – Haypêxistin, Çavpêketin – Çavpêxistin. Ji ber vê hindê di baweriya me de li ?ûna “balki?andin”ê divê “balpêxistin” bê xebitandin ku bêhtir li rêz û destûra zimanê kurdî tê.

SERHILDAN:

Ev peyv yekser li gorî “ba?kald?r?”ya tirkî  hatiye dari?tin ku  ji ber “raperîn û îsyanê” ve tê xebitandin. Heke mirov bala xwe bide tevgirêdan yanî konteksa zimanî an wateyeke nû li peyveke bike û bi vê maneyê bixebitîne, lêkera herî nêzîk “desthilanîn an desthildan”e. Çend nimûne ji edebiyat û folklora kurdî:

“ Dest hilîne sadiq, roja mêran e. Nanê xwe helal bike. Namûs û rûmeta Yezîdxanê dest ereban ve bernedin.”[50]

“Nijdevanan bi ser me da girt, karê ?elandina karwanî kir, divêt tu desta hilînî, da talanê me neben.”[51]

Her weha di Ferhenga Kamêran Botî de “desthilandin” wiha hatiye ravekirin: “Li rojên tengavî û pevdaçûnan mêrxas li meydanê çek bi dest in û berxodanê diken. [52]

Li aliyê dî “serîhildan” di kurdiya ba?ûr de beranberî “rûdan, peydabûn û diyarbûnê” jî tê xebitandin ku ev rastir e.

Ciyê daxê ye, peyva “serhildan” jî yek ji wan peyvan e ku wekî “çewtiya rewa” ciyê xwe di nav zar xelkê û nivîskî de xwe? kiriye çima ku ji zû de ye li kar e û ketiye nav stran û sloganan.

LÊPIRSÎN Û JÊPIRSÎN:

Di Lêpirsîna Balyozê de 6 kes sewqî edliyeyê kirin.”[53]

Di baweriya me de nimûneya herî ciyê balpêdanê “lêpirsîn” e ku beranberî “hildana ber pirsan, dane ber pirsan, lêpêçînewe, tehkîqat” tê xebitandin. Bo nimûne tê gotin: “Dozger lêpirsîn da dest pê kirin.” Heke mirov li gorî olan û destûra zimanê xwe bifikire tu caran nabêje, “lêpirsîn”çima ku lêpirsîn, karekî ba? e, ciyê rêzgirtin û qedirgirtinê ye, mirov li heval û hogirê xwe dipirse çima ku jê hez dike. Ger mirov bixwaze bi kurdî ti?tekî bi kar bîne ya herî nêzîk “jêpirsîn”ê ne ku “lêpirsîn”.

?OPANDIN:

“Hikûmeta nû ya Londonê pirsgirêka Kurd ji nêz ve di?opîne.[54]

“Rola siyasetê her ku çû zêdetir bû, lê reng û awayê xwe guhert. Ji bo ev nirxandin zelal bibe, divê mirov vê pêvajoyê, bi taybetî di warê romanê de, bi?opîne.”[55]

Ev peyva hanê yek ji nimûneyên herî sosret (!)e ku karîgeriya zimanê tirkî û dûrketina ji konteksa zimanê kurdî dide xuyakirin ji ber ku hem dari?tî û hem jî gelek dûrî wê maneyê ku lê hatiye kirin. Yekser  li gorî “izlemek” a tirkî hatiye dari?tin ku di binyata xwe de “?opajotin, ?opgerandin, rêçajotin(iz sürmek) ” e, lê îro bi maneya “tema?ekirin, bal-lêbûn,  balpêdan, çavlêbûnê…” tê xebitandin. Li gorî vê yekê çêdibe mirov bêje “çavandin” an jî “Ez te diçavînim.” ku ji ?opandinê rastir e!?… Her weha çêdibe mirov li ?ûna “bala min li te ye!” bêje, “Ez te dibalînim!?..”

 

 

ROJEV-PÊVAJO:

Ev du peyvên hanê ku li gorî “gündem” û “süreç” tirkî hatine dari?tin bi tu awayî digel rêz û destûra zimanê kurdî naguncin. Ya yekem pa?girekî wekî “-ev” di zimanê kurdî de nîn e[56] û ya duyem jî  “agenda (îngîlîzî), rûzname (osmanî)[57]” “mijarname û behsname” ye.  Heçî “ajotin”e di zimanê tirkî de ji bo “dem-nimandinê” tê xebitandin, lê ev lêker di zimanê kurdî de ji ber “zevîkêlan” û “hespajotinê” ve tê bikaranîn, belam ev serê çend salan e ji ber karîgeriya tirkî ji bo dem-nimandinê tê xebitandin ku gelek çewt e. Bo nimûne di nûçeyekî de wiha hatiye: “Albumê çi qas dem ajot?[58]” ku yekser li gorî mentiqê zimanê tirkî hatiye dari?tin. Nimûneyeke dî di vê yekê de: “Wî her wiha hêvî xwest ku cudabûna wan a ji Baykal ê kurt bajo.[59]” Yekser ji “k?sa sürecek”a hatiye wergirtin.

Di baweriya me de ya çêtir ew e mirov li ?ûna “tarihsel süreç boyunca” “ di dirêjiya-dirêjahiya dîrokê de” bixebitîne çima ku xelk dibêje “dirêjiya rojê”. Her weha li ?ûna “bu süreçte” “vê pêlê, vê çendê, vê dawiyê” bi kar bîne ku ne qalibên destkir in. Li aliyê dî li ?ûna “pêvajo” bi xwe “proses” bê xebitandin da ku em bi peyv û gotinên destkir û konteks?kên zimanê xwe têk nedin. Wekî dî mirov li gorî konteksê çêdibe peyva “qonax” jî bi kar bîne. Her weha gava mirov bixwaze bêje “Gündeminizde ne var?” pê?niyaza me ew e ku “mijarname û behsname” bê xebitandin ku pevya osmanî-farisî jî li ser vî esasî hatiye danîn.

AXAFTINEK KIR…

“Di merasimê de Serokê ÎKSV’ê Bulent Eczaciba?i axaftineke kir …” 

?aredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, li wir axaftinek kir û da zanîn…”[60]

Ev qalibê hanê li gorî “bir konu?ma yapt?”ya tirkî hatiye dari?tin ku di zimanê kurdî de her nîn e û maneyeke dî didêre. Lêkera axaftin/axavtin li wan deverên ku tê bikaranîn ji “peyvîn” pê ve beranberî “peyv-gotin”ê ve jî tê bikaranîn;  gava tu bibêjî, “axaftinek kir” yanî “gotinek kir…” Ji ber hindê divê ev qalib wiha bê bikaranîn; “ Osman Baydemir peyivî an axivî…”

 

 

JI RÊZÊ…

“Yanî, xalên ku li wêjeya welatên din ji rêzê dibin, li cem me hê gellekî nû ne.”[61]

“Liser sînorê Îranê ku?tin ti?tek ji rêzê lêhatiye!”[62]

Ev qalib jî yekser li gorî “s?radan”a zimanê tirkî hatiye dari?tin ku ciyê ecêbmayîn û têfikirînê ye çima ku ev yek di zimanê tirkî de maneyeke mecazî didêre û nabe ev maneya mecazî di zimanê kurdî de li vê peyvê bê kirin. Di zimanê kurdî de beranberî vê yekê du peyv hene; “adetî û asayî”. Hindek kes xwe ji xebitandina peyvên ne kurdî dûr digirin her wekî “adetî”, lê di baweriya me de ya çêtir ew e mirov pergal û tevna zimanê xwe têk nede, jê pê ve gelek peyv hene ku bi xurtî rî?al û rîçalên xwe berdane nav zimanê kurdî, ji ber hindê nabe mirov zimanê xwe ji wan bi?o, ev yek ziyanê digihîne zimanê kurdî. 

 

ANÎN Z?MAN:

 “…  Di merasimê de Serokê ÎKSV’ê Bulent Eczaciba?i…, li ser salonên dîrokî ku têne girtin xemgîniya xwe anî ziman.” [63]

Ev lêkerê hanê jî ku îro ro pir li kar e, li gorî “dile getirmek”a tirkî hatiye dari?tin ku beranberî vê yekê di zimanê kurdî çend qalib hene. Her weha “anî ziman” di zimanê kurdî de maneyeke dî didêre. Bo nimûne:

“Pa Xudê tuyê pê ageh î, te ev çinare ya hi?k kirî, tu bi ziman bînî da mehkema me biket.”[64]

Her wekî diyar e “bi ziman anîn” ne diyarkirin û xuyakirin e, bi ziman xistine. Ji ber “anîn ziman” ve di zimanê kurdî de “da zanîn, diyarkirin, xuyakirin, daxuyakirin” têne xebitandin.

Li aliyê dî hindek kes ji ber “dazanîn, xuyakirin, diyarkirinê”, “e?kerakirin”ê bi kar tînin ku ev yek jî digel konteksa zimanê kurdî nagunce çima ku “e?kerakirin” ji bo ti?tê dizî û sirî tê xebitandin, yanî “dane der”e. Bo nimûne:

Ez çi bêjim çi beyan kem / Mexfiyetan ez e’yan kem / Sirê dilê e?kera kem / Kes bi halê min nezan.[65]

 

SLOGANAVÊT?N

“Sloganên wek „Ji komkujiya çandê re êdî bes e“, „Ji operasyona re na“, „tolhildan“,  „kujer Îran, Kujer Ahmedînejad“ di me?eê d ehatin avêtin. “[66]

Di baweriya me de ev lêker nimûneya herî beloq e ku dide xuyakirin olan û awaza tirkî dor ji zimanê kurdî standiye û di dil û mêjiyê bikarhênê îroyîn yê zimanê kurdî ciyê xwe xwe? kiriye. Ma slogan çawa tê avêtin!.. Qey gok û kevir e!… Heke mirov li gorî tevgirêdana zimanê kurdî bide hi?ê xwe û bi riya lê?ibandinê ti?tekî jê peyda bike, divê ji van nimûneyan sûde wergire.

–         Deng rakirin/Deng hildan

–         Halan di xwe hildan:  “… Pale halanan di xwe hildidin.[67]” Her weha: “Dû ra jî vegeriya ser pisîkên din, çend halan di wan hilda û bi qîrîn got.[68]

Ji ber vê hindê, heke mirov li gorî konteksa zimanê kurdî biçe, di baweriya me de ya herî ba? ew e ku bêje: “Slogan hildan.”

 

C?VÎN Û HEVDÎTIN, HATIN BA-CEM HEV:

“Gunter Grass û Ya?ar Kemal tên cem hev.”[69]

Îro di malperên kurdî de yek ji wan qalibên ku pir li kar e, “hatin ba hev” e ku yekser li gorî “bir araya gelmek” a zimanê tirkî hatiye dari?tin, lê ku bi zimanê kurdî li gorî konteksê çend qalib têne xebitandin:

1. Lihevcivîn

2. Lihevrûni?tin

3. Gihi?tine hev/gehi?tine yek

4. Civan dane hev

5. Lihevsekinîn.

Gava mirov û xelk bigihêjin hev û kom bibin, dibêjin; “Li hev civiyan.”, lê heke bi mebest û armancekê an jî bo ?êwr û mi?awir danînê bigihên hev, dibêjin, “Li hev rûni?tin.” Her weha heke li ciyekî rawestin, dibêjin, “Li hev sekinîne.”  Bo destnî?ankirina konteksa wan çend nimûne ku me bi xwe li hev anîne.

–         Pi?tî deng belav bû ku ?ero hatiye ku?tin, xelk li ber mala wan li hev civiyan, bê bizanin çi qewimiye û  li wê derê li hev sekinîn.

–         Pi?tî deng belav bû ku ?ero hatiye ku?tin, birayên wî li hev rûni?tin da çawa dest hilînin.

Ev nimûne dê bikin em bêhtir pi?trast bibin ku ji berhemên folklorîk hatine wergirtin:

“Ew gelek cara ser vê pirsê peyivîbûn û ji wan re li hev nehatibû hev rûnên, bên ser biryarekê.”[70]

               “Wexta husin û cemala wî dîn / Ecêb man, aqil firîn / Li hev rûni?tin, bi hev ?êwirîn / Gotin: me wek vî camêrî nedîn / Hev  melîk  e ne însan e / Ne be?er e, ev ruhan e.”[71]

Îro r li ?ûna “hevrûni?tin”ê  bêhtir “hevdîtin” tê xebitandin ku yekser li gorî “görü?me”ya tirkî hatiye dari?tin, lê “hevdîtin” ne proseseke dûr û dirêj e û pi?tî mirov hev dibîne, li hev rûdine.

Li aliyê dî li gorî konteksê çêdibe mirov “gihi?tin hev, gihi?tin yek” jî bi kar bîne ne ku “hatine ba hev, hev dîtin, hevdîtin pêk anîn”. Bo nimûne;

“Li bin gund li ber dara tihokê digihîjin hev û diçin nav rez.”[72]

“Her dûka ji yek girt, ku se’et hinde li filan cihî bigehîne yek.”[73]

Her weha gelek caran ji ber “civan, civan dane hev” ve “hevdîtin” tê xebitandin ku ew jî ne di cih de ye, lewra civan beranberî “randevu-bulu?ma” ve tê bikaranîn.

“Hevdîtina min û Metîn hebû, lê ew nehat.” ku ya çêtir ew e mirov bêje: “Min û Metîn me civan dabû hev, lê ew nehat.”

Li ser vî awayî mirov li ?ûna “Gunter Grass û Ya?ar Kemal tên cem hev.” çi bêje ba? e? Di baweriya me de ya çêtir ew e mirov bêje “Civana Gunter Grass û Ya?ar Kemalî” Lê heke mebesta wan ?êwr û mu?ewir danîn be, hîngê divê mirov bêje: “Hevrûni?tina Gunter Grass û Ya?ar Kemal

Ciyê dax û mixabinê ye, îro ro ji bikarhênê asayî yê zimanê kurdî pê ve, nivîskarên kurdî jî ji dêvla “Görü?ürüz”a tirkî dibêjin, “Emê hev du bibînin” û ji dêvla “Kendine ?yi Bak”a tirkî dibêjin “Ba? li xwe binêre.” ku di dema “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” de li ber guhê mirov diketin.

 

LI SER RAWESTÎN

Ev qalibê hanê jî yekser li gorî “üzerinde durmak”a tirkî hatiye dari?tin ku di zimanê tirkî de maneyeke mecazî li xwe kiriye, lê di zimanê kurdî de ev yek dest nade. Bo nimûne nabe mirov bêje “Di civînê de li ser mafên jinan hate rawestîn.” Çêdibe mirov bêje:

–         Di hevrûni?tinê de qala/behsa mafên jinan hate kirin.

–         Di hevrûni?tinê de ji mafên jinan hate axaftin.

Wekî me berê jî da zanîn tirkîfîkasyonê bi riya malper û alavên ragihandinê yên bakur kar di medyaya ba?ûrê Kurdistanê de jî kiriye. Bo nimûne di malpera Kulturname de weha hatiye ku edîtor û redaktorê wê xelkê ba?ûrê Kurdistanê ne: “Herweha li ser pêywendiya siyasetê û nivîskariya kurdî, nivîskariya bi zimanê serdestan û helwesta nivîskariyeke afirîner di vê sohbetê de rawestiyan.[74]   Jê pê ve mirov di pirtûkan de jî rastî wan qaliban tê ku ji malperên bakur hatine wergirtin ku bi mentiqê tirkî hatine dari?tin. 

 

JIYANA XWE JI DEST DAN…

Apê Hesenê gerîlayê 75 salî jiyana xwe ji dest da.[75]

Ev qalibê hanê ku carinan wekî “jiyana xwe winda kir” jî tê xebitandin ku li gorî “hayat?n? kaybetmek”a tirkî hatiye dari?tin. Aniha piraniya malperan qaliba “jiyana xwe ji dest da” dixebitînin ku xwedêgiravî wekî kurdî datînin, lê ew jî ne cih de ye. Ji ber ku gava kesek dimire “can-giyanê” xwe ji dest dide ne ku jiyana xwe, çima ku jiyan tevahiya serborî û serpêhatiya mirovekî ye; ji zarokatiyê heta mirinê. Li aliyê dî her çend qalibê “can-giyanê xwe ji dest dane” digel destûra kurdî digunce, lê jê pê ve kurd dibêjin, “can daye an giyan daye.”

 

DAXUYANÎ DAN:

… Yuksel Gencê, der barê bidarvekirina 5 girtiyên siyasî de, ku 4 ji wan PJAK’î bûn, daxuyaniyeke nivîskî da.”[76]

“Li Navçeya Bazîdê ya Agirî li ber avahiya BDPê bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxwiyaniyek hat dayîn.”[77]

Ev qalib  li gorî “demeç vermek”a tirkî hatiye dari?tin ku digel mentiqê zimanê kurdî nagunce, ji ber ku daxuyanî tê kirin nayê dan çima ku kurd nabêjin “daxuya da” dibêjin “daxuya kir an xuya kir”. Her weha mirov çêdibe bêje “Yuksel Gencê, daxuyaniyeke nivîskî ragihand/belav kir.”

 

PI?TGIRÎDAN…

“Heke kurd di vê meseleyê de bi awayekî xurt pi?tgirî bidin Azadiya Welat. …”[78]

Ev qalib jî awayekî têkdayî yê qalibê “pi?tgirtin û pi?tkirinê” ye ku ji ber karîgeriya “destek vermek” tirkî bûye “pi?tgirî dan” ku her di zimanê kurdî de nîn e.

GIRÊDAYÎ AMEDÊ, GIRÊDAYÎ BAROYA AMEDÊ…

Parêzerên girêdayî Baroya Amedê…, civîna çapemeniyê pêk anîn.”[79]

Ev qalib li gorî “ba?l?”ya tirkî hatiye dari?tin ku di zimanê kurdî dibêjin “ser, bi ser.. ve”… Heke mirov bala xwe bide folklor û zarê xelkê asayî her dibêjin, “ser Mêrdînê ye, bi ser Dihokê ve ye.”[80]

Bêguman ev jî girêdayî kurdan e. Heke kurd di vê meseleyê de bi awayekî xurt pi?tgirî bidin Azadiya Welat.”[81]

Di vê wergirtiya hanê de “Ev jî girêdayî kurdan e.” ku pir tê xebitandin, li gorî “Bu da Kürtlere ba?l?” ya tirkî hatiye dari?tin ku bi kurdî dibêjin: “Ev jî li ser kurdan dimîne.” Her weha hin kes dibêjin, “Girêdayî cî ye.” ku ev jî “Yere ba?l?.”ya tirkî ye, ku bi kurdî dibêjin: “Cî dizane.”

 

 

BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN

“Kara, da zanîn di demên dawî de li girtîgehan binpêkirina mafan gelek zêde bûye.”[82]

Heke mirov bala xwe bide konteksta zimanê kurdî ya çêtir e ew e mirov li ?ûna “binpêkirinê” ku ne dûr e lêkerekî destkir e, “pêpeskirin”ê bixebitîne çima ku xelk dibêje “namûsa me pêpes bû an pêpeskirin.” Her weha di kurmanciya jêrîn de jî “pê?elkirdin” tê bikaranîn ku di binyata xwe “pêpeskirin”e û maneyeke mecazî hilgirtiye. Ka em bala xwe bidin Heciyê Cindî bê “pêpeskirin” çawa bi kar aniye:

Wext e, li dewsa ku ew ê bên bavêjine ser me, … emê herin bavêjine ser wan, nehêlin nav û namûsa me pêpes bikin.”[83]

Di baweriya me de “zêdegavî an zêdegavîkirin” jî digel vê yekê digunce ku li welatê Botan û Behdînan li kar e ku hema ji ber “karê nerast û nerewa”[84] ve tê xebitandin.

Ciyê palpêdanê ye heman peyvê di zimanê farisî de jî heman maneya mecazî hilgirtiye û di vê yekê de tê xebitandin. Bo nimûne: “Bayed az paymalî hiqûqê merdim cêlûgîrî kerd (Le paymalî mafî xelk bergirî bikrê.)[85]

 

DEMÎRTA? BANG KIR…

Demîrta? bang kir ku divê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin mirov im bertekan nî?anî Îranê bidin û bang li Îranê kir ku înfazan rawestînin.”[86]

Bangkirin, di zimanê kurdî de ne “ça?r? û ça??rmak”a tirkî ye, bêhtir di ?ûna “seslenmek” ve tê xebitandin, lewma di vê konteksê de divê “xwest an daxwaz kir, jê xwest” bê xebitandin.

 

LI AMEDÊ RÛDINE…

“Ji zaroka bi navê Leyla Bayku?ak a 8 salî ku li semta ?ehîtlikê ya navçeya Yenî?ehîrê rûdinê, ji bo biçe marketê ji malê derketibû ev 254 roj in, agahî jê nayê girtin.”[87]

Ev qalib jî li gorî “oturmak”a tirkî hatiye dari?tin ku “rûni?tin” di zimanê kurdî her ji ber vê yekê ve nayê xebitandin. Kurd dibêjin: “Li Yenî?ehîrê dimîne-disekine-dijî.” Mirov li ser kursî û erdê rûdine li Yenî?ehîrê rûnane!…

 

LÊBÛNXWEDÎ AN LÊXWEDÎDERKETIN:

“Xwedîlêderketin” ku îro ro di medya û ragihandina bakurê Kurdistanê de ciyê qalibê resen yê kurdî girtiye, ji “sahip ç?kmak”a tirkî hatiye dari?tin ku kurdiya wê “lê bûne xwedî, xweyîtîlêkirin an xwe lê kirin xwedî “ ye. Bo nimûne:

Li ber tavê radixin. Derpî ziwa dibe. Kes xwe lê nake xwedî.[88]

“… (wê) êm dike û av dike, qefeseke xwe?ik jê re çêdike. Gelekî lê dibe xwedî û ji wê pê ve nema bi ti?tekî din dadikeve.[89]

 

ZÛT?RÎN DEM, DI DEMA HERÎ KURT DE

“?aredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, da zanîn ku êdî psîkolojiya wan ya rakirina cenazeyên zarokên Kurd û Tirkan nema ye û xwest di zûtirîn dem de rayedar ti?tek bikin.”[90]

“Ez bi xwe jî… dixwazim ku di dema herî kurt de bê berdan.”[91]

Ev her qalib jî jî li gorî mentiqê tirkî hatine dari?tin ku ji “en kisa süre”yê tên. Li ?ûna wan ya çêtir ew e mirov “zûtirê, gavek zûtir, demildest, rojek zûtir” bi kar bîne. 

 

EZ BAWER IM..

Ev qalib jî yek ji wan qaliban e ku wekî “çewtiya rewa” ketiye ser zarê xelkê, ku ne dûr e bi olan û karîgeriya “san?r?m”a tirkî û hevoksaziya tirkî te?e girtibe. Lê heke mirov hinekî bide bîra xwe têdigihê ku navê wî kesê ku Bawer dibêje: “Ez Bawer im” Yanî bi tirkî “Ben ?nan/?nanc im.” Lewra olana tirkî li gelek malperan xuya dibe. Bo nimûne:

Dixwazim xalekê ragihînim raya gi?tî û ku hebin çend xwendevanên kurdî…[92] .

“Nahêlim kurd bi destê kurd bê ku?tin.”[93]

Dixwazin rê li pê?iya biratiya gelê Kurd u Tirk, biratiya xwendekarên Kurd û Tirk bigrin. Dixwazin rê li pê?iya xwendina ciwanên Kurd a zanîngehê bigrin.”[94]

Di zimanê kurdî/kurmanciya jorîn de nabe lêker bêyî kirde-cînavk bê bikaranîn. Rast e çend awarteyên vê yekê hene, lê ew jî gelek kêm in. Lê diyar e “dixwazim-nahêlim” bi olana tirkî ketiye ser qelem û zarê nivîskaran. Her weha li ?ûna “dixwazin” e jî divê “Ew dixwazin” bê xebitandin.

Di baweriya me de li ?ûna “Ez bawer im”, bi taybetî di zimanê nivîskî de “Ez bawer dikim an ez wer-wisa bawer dikim” bê bi karanîn wê rêz û destûra kurdiyê têk nede.

Ev nimûneya hanê jî dide xuyakirin ku ne destûra zimanê tirkî olana tirkî jî çawa kar di zimanê kurdî de kiriye: “Nivîskar Migirdîç Margosyan jî li standa We?anên Arasê pirtûka xwe „Kurdan“ îmze kir û da Baydemîr.”[95] Her kesê piçekî agahdarê rêzimana kurmancî be wê bizane ku di kurmancî de peyv bi tena serê xwe nabin pirjmar, ev yek bi lêkerê tê destnî?ankirin, lê “Kurdan” xelet e, ji ber ku li gorî “Kürtler”a tirkî hatiye dari?tin.

 

KONSERDAN:

“Levy ku bi strana xwe „Me Voy“ dawî li konsera xwe anî wisa got; „Min berê li ciheke wisa xwe?ik konserek nedabû û ez derneketibûm pê?berî qelebalixeke wisa.“[96]

Konserdan yekser li gorî “konser vermek”a tirkî hatiye dari?tin ku di zimanê kurdî de gelek qalip hene. Bo nimûne xelk dibêje: “Dawetgêran, ?ahîgêran, dawet lidarxistin, dawetdanîn, dawetkirin, dawet çêkirin…”

Ji ber vê hindê divê mirov bêje: Konserek negêrabû, konserek li dar nexistibû, konserek nekiribû, konserek çênekiribû…”

 

 

HÎN BÛN, HATE HÎN BÛN:

“Mixabin berî ku ew ji min re bibêjin ez ji çapemeniyê hîn bûm ku ez be?dar im.[97]

“Di nav van 72 milyonan de gelo kurd jî hene. Ji bo zarokên kurd Perwerdeya kurdî ji bo we çi îfade dike. Bersiv bidin da em jî fêr bibin.”[98]

“Pi?tî xwendekarên kurd hînî bûyerê bûn li ber derê bîraxaneyê kom bûn û alozî derket.”[99]

“Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyên herêmî zanyarî dane ANF’yê, hate hînbûn, ku tevgera artê?a Tirki li herêma ku bi navê ‘Kavar’ tê zanîn zêde bûye, …”[100]

Hînbûn û fêrbûn qonaxeke dûr û dirêj e, perwerdekirin û perwerdebûn tê de heye. Mirov hînî tembûrlêdanê dibe an hînî zimanekî dibe. Her weha mirov hînî hev dibe, hînî jiyana bajarekî dibe. Lewra nabe em bêjin “hate hîn bûn ku” divê em bêjin “hate zanîn ku”. Her weha divê em bêjin “Bersiva me bidin da em jî bizanin.” Qalibekî kurdî jî heye ku boçûna me pi?rast dike: “Zanîna ez zanim ew hê nehatiye.” Xelk nabêje: “Hînbûna ez hînbûyî.” 

 

 

TERMÎNOLOJIYA FUTBOLÊ

Ew war û biyavê ku “tirkîfîkasyon” bi awayê herî beloq li dar e, termînolojiya futbolê ye ku hema bêje ji sedî sed li gorî rêz û destûra zimanê kurdî hatiye dari?tin ku nimûneyên seyr û sosret li kar in. Berî vê bi çend salan di televîzyonê kurdî de pê?ke?kar gotibû: “Têko?îna her du aliyan wekhevî xira nekir.

Em dê bi çend nimûneyan termînolojiya futbolê hildin dest:

“Lîstikvanê Înterê Diego Milito di deqîqeya 35’an û 70’yî de du caran gol avêt û serketiyê îsal diyar kir.”[101]

Golavêtin, yekser li gorî “gol atmak” tirkî hatiye dari?tin ku kurdiya wê “golkirin”e ku di kurdiya ba?ûr de jî bi vî awayî tê xebitandin.

Inter maçê 1-0 qezenc kir û li ser hev cara pênca bû ?ampiyonê Îtalyayê.”[102]

Di yarî û lîstik de kurd dibêjin, “jêbirin(yenmek)” an “jêçûn(yenilmek).” Bo nimûne:

“Bi qumarê leyist, deh zêrê wî jê çûn.”[103]

Hêjayî bîrxistinê ye di kurdiya ba?ûr de jî bi kurmanciya jêrîn dibêjin, “lêbirdinewe”, bi kurmanciya jorîn dibêjin,“Jêbirin”.  Ji ber vê hindê ya çêtir ew e mirov bêje:

“Înter 1-0 ji Romayê bir.”

Li aliyê dî çêdibe mirov li ?ûna “jêçûn””ê “dorandin”ê jî bi kar bîne ku di kurdiya ba?ûr de tê xebitandin.

Her weha hindek malper û kes li ?ûna “jêbirin”ê “têkbirinê”, li ?ûna “jêçûnê” “têkçûnê” bi kar tînin ku ev yek digel konteksa zimanê kurdî nagunce. Lewra “yenmek” û “yenilmek” di zimanê kurdî li gorî konteksê diguhere: Bo nimûne heke ?er û pevçûn hebe:

Wekî Xudê zanê nijda kîka ?kestiya…/ Çardarek li pê?iya nijda kîka xuya bûye…”[104]

Li gorî vê yekê divê mirov bêje, “Mîrê Botan, le?kerê Osmaniyan ?kênand.”  ne ku têk bir.

Li aliyê dî, heke lîstik li ser hêz û quwetê be ya çêtir ew e mirov bêje zorê bir, ne ku têk bir. Bo nimûne:

“Her dû bi navê lîstin, hev dû birin anî, lê dawiyê ?êro zora Biro bir.”

*

“Di hefteya dawî de fenerbahçe li hember Trabzonê 1-1 wekhev ma û ?ampiyonatîyê diyarî Bursayê kir.”[105]

Ev qalib beranberî “beraberlik-e?itlik”a tirkî hatiye dari?tin ku digel rêz û destûra zimanê kurdî nagunce çima ku “wek hev” di zimanê kurdî de çawaniyê dinimîne ne ku çendaniyê. Di baweriya me de ya çêtir ew e ku mirov bêje “ji hev nebirin” her weha heke bi riya mecazsaziyê be, ba?tir ew e mirov bêje “serbiser” man ku bêhtir bo mêzîn û teraziyê tê xebitandin, lê wekî mecaz çêdibe mirov bixebitîne ku ji “wekheviyê” çêtir e.

 

 

HEVPEYVÎNEKE KURDÎ BI HEVOKSAZIYA TIRKÎ!…

 

Albumê çi qas dem ajot?

“…Mikail Aslanê ku diyar kir di albumê de muzîkjenên ermen ên wekî (…) alîkarî dane, pirsên AKnewsê yên derbarê „Dersim Halk ?arkilari / Petag“ de bersivandin. …

Hê di zaroktiya xwe de min navên hin gundên me di nava xwe de dubare dikir. … Pi?tre hevalê min ê hêja ê rêhevalê min Levent Gune? jî be?darî me bû û projeya „Petag“ê kete riyeke nû. … Erê, ji bo tomaran em çûn paytexta Ermenistan Êrîvanê. … Di van besteyan de mijara taybet a berheman wekî bingeh hate girtin. [106]

Ev nimûneya hanê birek e ji wê ropartajê ku digel hunermend Mikail Aslan hatiye kirin. Ez bêdudilî dibêjim, tevna vê hevpeyvînê, qalib û hevoksaziya wê bi yekcarî bi tirkî hatiye raçandin. Bo nimûne, “Albûmê çiqas dem ajot (Albüm ne kadar sürdü?)” Lêkera “ajotin” di gelek malperan de bi vê maneyê tê xebitandin ku di zimanê tirkî de maneyeke mecazî li xwe kiriye, lê bi vî awayî ketiye nav zimanê malperên kurdî.[107] Nabe em li vir qala maneyên serekî yên “ajotinê” bikin, lê min ev pirsa hanê ji du rew?enbîrên tirkî-nezan pirsî ku xelkê ba?ûrê Kurdistanê bûn, tê de man, tê dernexistin bê dixwaze çi bêje. Di kurdiya kurmancî de gelek qalib hene ku beranberî vê yekê têne xebitandin:

–         Karê elbûmê çiqas/çend kê?a?

–         Karê elbûmê çiqas/çend vekê?a?

–         Karê elbûmê çiqas/çend tê ve çû?

–         Karê elbûmê çiqas/çend pê ve çû?

–         Karê elbûmê çiqas/çend tê çû?

Bi kurt û kurmancî nabe mirov bêje, “demeke dirêj girt (uzun zaman ald?), pir ajot (çok sürdü), divê mirov bêje:

 

–         Gelek/pir kê?a-vekê?a.

–         Gelek/pir pê ve çû, tê çû, tê ve çû.

Li aliyê din “Dema we stran anîn cem hev, kî bûn alîkar?” yekser li gorî hevoka “Türküleri biraraya getirdini?inizde kim yard?mc? oldu?” Pê?iya pê?î mirov stranan “berhev dike, dide hev, digihîne hev an jî lêk dide” ya duyem ne “kî bûn alîkar” divê bê gotin, “ kê arî /alîkariya te/we kir?”

Alîkarîdan: Lêkerekî wisa di kurmanciyê de nîn e, ku beranberî wê dibêjin, “alîkirin, arîkirin, alîkarîkirin an harîkarîkirin”. Her weha her çend çewt e jî, divê wiha bihata gotin: “Alîkarî dane wî..” Lê ji ber ku bi mentiqê tirkî hatiye sazkirin cînavk nehatiye xebitandin.

Bersivandin: Li gorî “cevaplamak, yan?tlamak”a tirkî hatiye guhertin ku qalibê wê yê resen “bersivdan” an “lêvegerandin” e.

Min… di nava xwe de dubare dikir: Yekser “içimden tekrarl?yordum…” tirkî hatiye wergirtin ku bi kurdî dibêjin, “min di dilê xwe de…” Ciyê gotinê ye, hin malper û nivîskar jî dibêjin “min di hundirê xwe de got” ku ev jî li gorî mentiqê tirkî hatiye sazkirin. “Hundir” di kurdî de bi tenê beranberî “nava malê an xênî” tê bi kar anîn, nabe di vê konteksê de bê xebitandin.

Rêheval: Ev peyv jî li gorî “yolda?”a tirkî hatiye dari?tin ku bi kurmanciya jorîn dibêjin “hevrê”   û bi kurmanciya jêrîn jê re dibêjin, “hawrê”.  Feqiyê Teyran di pirtûka “Ey Avê Avê” de ev peyv çend caran bi kar aniye bi awayê “hevrê û hevrî”:

Îro qewî bê rengî tu / Bêhevrê û hevdeng î tu / Nabê ji kî dilteng î tu / Ji ma?itan bi dûr ketê”[108]

Tomar: Di vir de ji bo “qeydkirin-denghilanîn wate denghilgirtinê” hatiye xebitandin ku bêyî lêkera alîkar wê maneyê nadêre, lewma divê “tomarkirinê” an jî “tomarkariyê” be.

Wekî bingeh hate girtin: Yekser ji li gorî “temel almak”a hatiye dari?tin.

N?MÛNEYÊN BÊ?ÎROVE!…

  1. 1.      Xizmên windayan der barê Hefteya Têko?îna Navneteweyî ya Li Hemberî Windayên di Binçavan de… di navbera 17 û 31’ê Gulanê de bi boneya Hefteya Têko?îna Navneteweyî ya Li Hemberî Windayan di Binçavan deHefteya Têko?îna li Dijî Windakirinên di Binçavan de ya Navnetewî…[109]

Di vê nûçeyê hanê de terkîbek bi sê awayî hatiye nivîsîn!…

  1. 2.      Lehiyê li Qerekoseyê jiyan rawestand.[110] 

Gelek diyar e ku ev hevok li gorî “Hayat Durdu”ya tirkî hatiye dari?tin.

  1. Di saetên ?evê de deng ji taxê bilind bû.[111] / Li navçeya Bayrakli, di demjimêrên duh bi ?ev de, gurubek ku ji bo xwe dibêjin Ciwanên Tolhildana ?erzan Kurt, 6 wesayîtî dan ber agir.[112]

Ev qalib yekser ji “gece saatlerinde-dün gece saatlerinde” ya tirkî hatiye wergirtin ku di zimanê kurdî her nîn e.

  1. 4.     Ligel vê yekê ew hê jî dixwaze bibe serok, ji bona vê can diavêje.[113]

Ev îdyom yekser ji “can atmak”a tirkî hatiye wergirtin ku ciyê têfikirîn û pê-ê?înê ye.

  1. 5.     Wî di nav albuma têkilhev „Golha“ de jî cih girtiye û niha li ser albuma xwe ya ?e?an „Anroozha 6“ dixebite. [114]

Gelek caran ji ber “stranên bijartî” an “stranên têvel”, “tevîhev an têkilhev” tê xebitandin ku “tevîhev û têkilhevî” di zimanê kurdî de bêserûberî û nesererastiyê dinimîne, lê ji ber ku qalib li ser mentiqê tirkî hatiye dari?tin ev yek rû dide.

  1. 6.     Em weke TV û Radyoya Amed emê hertim di we?ana gelê xwe de bin.[115]

Bi rastî mirov nikare vê hevokê ?irove bike bê li ser çi esasî hatiye saz kirin!..

  1. 7.     Diyarbekirspor ji serê lîgê ve her bi nîqa? bû.[116]

Ev hevok yekser “tart??mal?”ya tirkî hatiye wergirtin ku bi kurdî jê re dibêjin, “ciyê nîqa?an bû”

  1. Ev çend hefte ye navê wî (Jose Mourinho) bi Real Madrîd dihat bibîranîn.[117]

Kurdekî bi tirkî nizane tu caran di vê hevokê nagihê.

 

ENCAM:

Îro ro li bakurê Kurdistanê bikarhên û xwendyarên zimanê kurdî, her weha hindek ji nivîskar û rojnamenivîsên kurd gava dipeyivin û dinivîsin, axaftin û nivîsa xwe li gorî destûr û olana zimanê tirkî dadirêjin ne ku li gorî ya zimanê kurdî. Tew carna dema peyveke dibihîzin, ew li gorî awaz û olana zimanê tirkî di mêjiyê wan de deng vedide ne ku li gorî ya zimanê kurdî. Jê ecêbtir bikarhênên zimanê kurdî hindî ji konteks û olana zimanê xwe re biyanî ketine, “ji zimanê xwe re kûvî bûne[118],  ti?tên li gorî tevn û destûra kurdî fehm nakin, jê re xerîb tên.[119] Kesê/a ku tirkî nizane di zimanê piraniya malperên bakurê Kurdistanê nagihê. Ti?tê ji hemûyan xirabtir gelek kes, ?areza û pispor jî tê de hînî vê yekê bûne û deng nabin xwe. Ew çend malperên kurdî hene lê çavdêrekî /e zimanî nîn e. Ji ber vê hindê em dubare dikin, ji ber van sedemên jorîn lê lê ye kurdiyeke nû peyda bibe û ciyê xwe xwe? bike ku li gorî konteks, sentaks û olana zimanê tirkî tê dari?tin. Her wekî dî ev nimûneyên ku me anîn, bi xebateke hûrbînî û dûr û dirêj nehatine peydakirin; her roj çendîn nimûneyên bi vî rengî di nav malperên kurdî peyda dibin.  Ciyê balpêdanê ye, “prosesa tirkîfîkasyonê” gihi?tiye ba?ûrê Kurdistanê jî û kar di kurmanciya ba?ûr de kiriye. Jê pê ve kurdên bakurî li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê, tew li Silêmaniyê tabelayên xwe bi tirkî dinivîsin; ev yek li ba ba?ûriyan jî ti?tekî asayî diyar e. Navê Xwaringeha Barzan bi tîpên mezin û tirkî hatiye nivîsîn:  BARZAN LOKANTASI

Li aliyê dî, êdî li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî bûye zimanekî wisa ku mirov pê debar û jiyara xwe dikin; hew maye bibe kert û sektoreke nû. Ev yek her çend ji bo ge?ekirina zimanekî gelek ba? e, lê nabe mirov ji bo kurdî heman ti?tî bibêje. Ji ber ku beriya niha dilxwaz û dilsozan xema zimanê kurdî dixwar, lê aniha hin kesên “profesyonel” peyda bûne ku xema wan ne zimanê kurdî û rastxebitandina wî ye; ev kes zimên birîndar dikin, ji ber ku dibêjin: “Min otobus revand!” nabêjin “Min bi otobusê re negihand” an “Ez ji otobusê mam.”

Ji aliyekî dîtir ve, ev serê çend salan e zimanê bizava kurdî li Bakurê Kurdistanê – ku li vir mebest jê Partiya Karkerên Kurdistanê ye – berebere ber bi kurdî ve diçe û jargon û goftmaneke siyasî ya kurdî ji xwe re peyda dike ku ev yek jî li ser bingeha jargona wê ya tirkî te?e digire. Ev bizav ku îro ro li bakurê Kurdistanê hêza serekî û serdest e, heke hay ji vê yekê nebe, wê rêz û destûra zimanê kurdî têk bide, ji ber ku jargon û goftmana siyasî dema ciyê xwe xwe? dike, dibe nî?aneya “aîdîyet û nasname”yê û nema diguhere û tê guhertin; her çawa ku vê bizavê jargon û goftmaneke tirkî ya taybet heye ku nimandeyê siyaset û îdeolojiya wê ye û nayê guhertin.

Ba? e ji bo pê?î li tirkîfîkasyonê bê girtin divê çi bê kirin:

–         Pê?iya pê?î divê di rojname û malperan de bêhtir pûte bi redaktoriyê bê dayîn. Heke redaktor ?areza û têgihî?tî bin dê heta radeyekê pê?î li vê yekê bê girtin, lê ciyê daxê ye di hin malperan de nûçe ne ku bêyî bêne redakte kirin, bêyî ku çavek lê bê gerandin têne belavkirin; ji aliyê xalbendî û rênivîsê ve bêserûberiyeke beloq li dar e.

–         Nûçegihan û nûçesaz, berî ku dest bi kar bikin, divê bêne perwerdekirin, ji ber ku zimanê medyayê ne zimanekî ewende aloz û dijwar e, ku mirov nikare zû bi zû fêrî wî nebe; qalibên wî hene.  Lê mixabin piraniya nûçegihan û nûçesazan hîna bîra wê yekê nebiriye ku hi? û qalibsaziya kurdî bi yekcarî ji tirkî cuda ye.

 

 

Çavkaniyên Nivîsarê:

  1. Tosinê Re?îd, Min Bêriya ?evên Spî Kiriye, Avesta, Stenbol, 2005
  2. Ararat Ehmed, Qutûy E’tar, Înstîtîtû Kelepûrî Kurdî, 2008
  3. Mustafa Gazî, Diyarbak?r Türkçesi, Do Yay?nlar?, ?stanbul, 2006
  4. Abidin Par?lt?, Dengbêjlerim Sözün Yazg?s?, ?thaki Yay?nlar?, ?stanbul, 2006
  5. Heciyê Cindî, Hewarî, We?anên Lîs, ?stanbul, 2008
  6. Pîr Rustem, Zargotin/ Gurzeke Dîtir Ji Zargotina Efrînê, Be?ek ji klama Mihemed Henîfî. Ev berhem li er?îva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê hatiye hilanîn.
  7. Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda/Gotinêt Mezina, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî, 2009, Hewlêr
  8. Xur?îd Mîrzengî, Belqitî, Komal, Stenbol, 2004
  9. Zana Farqînî, Ferhenga Kurdî-Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2004

10. Ferhengê Dûsûye Axtar, Farsî-Êstanbûlî, Êstanbûlî-Farsî, Dr. Ghadir Golkarian, Tebrîz, 1385

11.  Hejar, Henbane Borîne, Ferhengê Kurdî-Farisî, Sirû?, Tehran, 1381 (hicrî)

12. Eslîxan Y?ld?r?m, Herdemciwanê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, ?stanbul, 2009

13. Zend, Zivistana 2007, rêzepirtûk 5

14. Hîlmî Akyol, Mi?terî Hazir e, We?anên Do, ?stanbul 2006

15. Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, Avesta, ?stanbul, 2001

16. Hilmî Akyol, Rast û Sextekar, We?anên Elma, ?stanbul, 2005

17.  Salih Heydo, Çend Qerf û Serpêhatî Ji Zargotina Civatî. Ev berhem ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê ve hatiye wergirtin, lê hê nehatiye çapkirin.

18. Hecî Cafer, Çîrok û Serhatiyên Folklorî Li Devera Badînan. Ev berhem ku bi tîpên erebî ye li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Dihokê û ji çapê re hatiye amadekirin.

19. Ferhenga Kamêran Botî, Kamêran Botî, Spîrêz, Dihok, 2006

20. Örnekleriyle Türkçe Sözlük 3 L-R, Milli E?itim Bakanl???, ?stanbul, 2002

21. Feqiyê  Teyran, Ey Avê Av-?êxê Sen’anî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 1999

22. Hîlmî Akyol, Diz û Derewker, We?anên Do, ?stanbul, 2006

23. Zinarê Xamo, Çîrokên Kurdî. Ev berhema hanê li ar?îva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî hatiye hilanîn.

24. Macid Merdûx Ruhanî, Ferhengê Dani?tgahê Kordistan, Farsî-Kordî , Cildê Evvel, 1385, Senendec (hicrî) (Majed M.R, Kurdistan University Persian-Kurdish Dictionary, Vol.1)

25. Hîlmî Akyol, Ji Devê Hacira Meydin, We?anên Elma, Stenbol, 2005

26. H. Akyol, Mîrze Meheme û Çapik Ehmed, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2002

27. Xêrî ?ingalî, Dengê Êzîdxanê. Ev berhem li ar?îva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê hatiye hilanîn.


* Ev nivîsar li “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” bi kurtasî hate pê?ke?kirin ku 12-13’ê meha hezîranê (2010) ji aliyê KURDÎ-DERê ve li Diyarbekirê hate sazkirin.

** Agahdarî: Di hin nimûneyan de ku ji malperan hatine wergirtin, çewtiyên rêzimanî hene, me bi taybetî dest nedaye wan.

[1] www.nefel.com/articles/article_detail.asp%3

[2] Zana Farqînî: Danerê her du ferhengên Tirkî-Kurdî, Kurdî-Tirkî ji ku aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatine çapkirin.

[3] Dilawer Zeraq: Çîroknivîs û danerê Deyimler Sözlü?ü-Ferhenga Biwêjan ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye çapkirin.

[4] Tosinê Re?îd, Min Bêriya ?evên Spî Kiriye, Avesta, Stenbol, 2005, rp: 167

* Lêkçûna zarê Botan û Behdînan û Colemêrgê digel zarê Mukriyan û Soran û Pi?derê ciyê balpêdanê ye ku ev yek bêhtir di warê vokabûler û folklorê de li kar e. Tew çêdibe mirov bêje lêkçûna zarê Colemêrg û Mukriyan carna ji lêkçûna zarê Diyarbekir û Colemêrgê bêhtir e di warê vokabûler û qalib û îdyoman de.

[5] Ararat Ehmed, Qutûy E’tar, Înstîtîtû Kelepûrî Kurdî, 2008, rp: 146

[6] Mustafa Gazî, Diyarbak?r Türkçesi, Do Yay?nlar?, ?stanbul, 2006

[7] Abidin Par?lt?, Dengbêjlerim Sözün Yazg?s?, ?thaki Yay?nlar?, ?stanbul, 2006, rp. 64

[8] Abidin Par?lt?, Dengbêjlerim, rp.64

[9] Heciyê Cindî, Hewarî, We?anên Lîs, ?stanbul, 2008, rp. 371

[10] Heciyê Cindî, Hewarî, rp. 259

[11] Tosinê Re?îd, Min Bêriya ?evên Spî Kiriye, Avesta, ?stanbul, 2005, rp.98

[12] Hêja Rojen Barnas di nivîsarekê xwe de dabû xuyakirin ku ev peyv ji “boyunduruk”a tirkî hatiye, lê ji ber ku min ew ji zû de ye xwendiye, çavkaniya wê nayê bîra min.  Ez ne ?a? bim di Nûdema kovar de min xwendibû.

[13] Pîr Rustem, Zargotin/ Gurzeke Dîtir Ji Zargotina Efrînê, Be?ek ji klama Mihemed Henîfî. Ev berhem li er?îva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê hatiye hilanîn.

[14] Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda/Gotinêt Mezina, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî, 2009, Hewlêr, rp.

[15] Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda, rp.

[16] Celîlê Celîl – Ordîxanê Celîl, Zargotina Kurda, rp.

[17] Xur?îd Mîrzengî, Belqitî, Komal, Stenbol, 2004, rp.56

[18] www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=4885

[19] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3428

[20] Hejar, Henbane Borîne, Ferhengê Kurdî-Farisî, Sirû?, Tehran, 1381 (hicrî), rp. 984

[21] Eslîxan Y?ld?r?m, Herdemciwanê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, ?stanbul, 2009, rp:28

[22] Eslîxan Y?ld?r?m, Herdemciwanê, rp:74

[23] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3447

*Min bi xwe ji zarê tirkên Mera?ê bihîstiye, ew nabêjin “Ev dîmen wê di televîzyonê de bêne we?andin.” Dibêjin, “Ev dîmen wê di televîzyonê de bêne belavkirin.” Her weha di bernameyeke televîzyona TRT 1 ya bi navê “Gezelim Görelim” pîrejineke devera Burdurê, gava çav bi kamerayê ket, got: “Hûnê kengê belav bikin?”

[24] Dawestan: Ev lêker ku li devera Mera?-Meletiyê li kar e, her tenê ji mirovan bi kar tê, gava li derekê li ser piyan rawestin  ku bi tirkî jê re dibêjin, dinelmek.

[25]  Zana Farqînî, Ferhenga Kurdî-Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2004,  rp: 1968

* Her wekî li ?ûna peyvên “mêrkuj” û “bikuj” ku peyvên resen û nedari?tî ne, “mêrkujer” û “kujer” têne xebitandin ku ciyê balpêdan û dilê?ê ne. Mixabin hin rew?enbîr û nivîskar di vê yekê de ji xelkê asayî ?ûn de mane. Di sala 2001ê de ez li Batmanê bûm. Camêrekî ti?tek difirot ku bi kêrî mê?ku?tinê dihat; diyar bû ku nexwende bû. Îca digot: “Werin mê?kuja… Werin mê?kuja…” Lê berî wê bi çendekê me di rojnameya Azadiya Welat de gotibû: “Mê?kujer!..”

[26] Ferhengê Dûsûye Axtar, Farsî-Êstanbûlî, Êstanbûlî-Farsî, Dr. Ghadir Golkarian, Tebrîz, 1385, rp. 441

[27] Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, Avesta, ?stanbul, 2001, rp.138

[28]Hejar, Henbane Borîne, rp. 372

[29] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3452

[30] Zend, Zivistana 2007, rêzepirtûk 5

[31] Avrêl 07, 2010  08:44 Firat News Ajans

[32] TRT 6, Nûçe, 28.05.2010

[33] Hîlmî Akyol, Mi?terî Hazir e, We?anên Do, ?stanbul 2006, rp: 12

[34] Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, rp: 21

[35] Ararat Ehmed, Qutûy E’tar, Înstîtîtû Kelepûrî Kurdî, 2008, rp:81

[36] Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, rp: 115

[37] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=1648

[38] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3418

[39] http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1475-1476

[40] Ev babeta hanê gelek jê tê peyivîn, lê diyar e karekî ba? û karîger di medyaya kurdî de nekiriye, lewma nimûneyên em pê?ke? dikin, piraniya wan nû ne ku beriya vê bi mehekê ji çend malperên kurdî hatine wergirtin. Ji ber ku heta niha kesek nîn e ku çavdêriyeke zimanî li malperên bi Kurdî/latînî bike ku hin jê tevn û pergala zimanê kurdî têk didin ji aliyê rêziman û rênivîs û xalbendiyê ve. Ji ber vê yekê em têxebitîn ku li gorî karîn û zanîna xwe vê babetê cardin vege?înin. Hêjayî gotinê ye di vê yekê de berhema Mehmet Emîn Bozarslan Baxçê Zimên -1  (We?anên Deng, 2008) çavkaniya herî ba? e. Çarçoveya ku hêja Bozarslan daniye gi?tî û berfireh e, em dê bêhtir bala xwe bidin ser babet û nivîsarên aktûel.

[41] Yado Ciwan, hevpeyvîn digel ?brahîm Seydo Aydogan http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1475-1476

[42] Yado Ciwan, hevpeyvîn digel Îbrahîm Seydo Aydogan

[43] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4353

[44] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4410#bg

[45] Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, rp.38

[46] Hilmî Akyol, Rast û Sextekar, We?anên Elma, ?stanbul, 2005, rp. 77

[47] Heciyê Cindî, Hewarî, rp. 238

[48] Tosinê Re?îd, Min Bêriya ?evên Spî Kiriye, rp. 46

[49] Salih Heydo, Çend Qerf û Serpêhatî Ji Zargotina Civatî. Ev berhem ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê ve hatiye wergirtin, lê hê nehatiye çapkirin.

[50] Îhsan Colemêrgî, Cembelî Kurê Mîrê Hekaryan, rp.102

[51] Hecî Cafer, Çîrok û Serhatiyên Folklorî Li Devera Badînan. Ev berhem ku bi tîpên erebî ye li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Dihokê û ji çapê re hatiye amadekirin.

[52] Ferhenga Kamêran Botî, Kamêran Botî, Spîrêz, Dihok, 2006, rûpel: 192

[53]http://ku.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=562

[54] http://ku.firatnews.eu/index.php?rupel=nuce&nuceID=1716

[55] http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=743

[56] Di dema “Komxebata Ziman û Perwerdehiyê ya Navneteweyî” de min ji hêja Zana Farqînî pirsî bê “Ew dizane peyva “rojev” pa?gira -ev ji ku hatiye?” Camêr got: “Nexêr!”

[57] Örnekleriyle Türkçe Sözlük 3 L-R, Milli E?itim Bakanl???, ?stanbul, 2002 rp. 2383

[58] http://www.aknews.com/ki/aknews/9/147431

[59] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4353

[60] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4571

[61] http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1475-1476

[62] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=916

[63] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3418

[64] Hecî Cafer, Çîrok û Serhatiyên Folklorî Li Devera Behdînan. Ev berhem ku bi tîpên erebî ye li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Dihokê û ji çapê re hatiye amadekirin.

[65] Feqiyê  Teyran, Ey Avê Av-?êxê Sen’anî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 1999, rp: 44

[66] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4432

[67] Hîlmî Akyol, Diz û Derewker, We?anên Do, ?stanbul, 2006, rp: 80

[68] Zinarê Xamo, Çîrokên Kurdî. Ev berhema hanê li ar?îva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî hatiye hilanîn.

[69] Avrêl 07, 2010  08:44 Firat News Ajans

[70] Tosinê Re?îd, Min Bêriya ?evên Spî Kiriye, rp: 151

[71] Pîr Rustem, Zargotin/ Gurzeke Dîtir Ji Zargotina Efrînê, Be?ek ji klama Mihemed Henîfî. Ev berhem li er?îva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê hatiye hilanîn.

[72] Hîlmî Akyol, Diz û Derewker, rp: 39

[73] Hecî Cafer, Çîrok û Serhatiyên Folklorî Li Devera Badînan. Ev berhem ku bi tîpên erebî ye li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Dihokê û ji çapê re hatiye amadekirin.

[74] http://www.kulturname.com/?p=3317#more-3317

[75] http://ku.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=1246

[76] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=1569

[77] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4434

[78] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73503

[79] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73147

[80] Ciyê bîrxistinê ye li bakurê Kurdistanê piraniya malperan ji ber “qeze-ilçe-bajark-?arokçe” ve ye, “navçe” bi kar tînin ku ev yek nî?aneyeke dî ya dûrketina konteksa zimên e çima ku ev peyv di kurdiya ba?ûr de beranberî “dever û herêm” tê xebitandin ne ku bajark û ?arokçe.

[81]  http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73503

[82] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73507

[83] Heciyê Cindî, Hewarî, We?anên Lîs, ?stanbul, 2008, rp: 77

[84] Ferhenga Kamêran Botî, Kamêran Botî, Spîrêz, Dihok, 2006, rp: 769

[85] Macid Merdûx Ruhanî, Ferhengê Dani?tgahê Kordistan, Farsî-Kordî , Cildê Evvel, 1385, Senendec (hicrî) (Majed M.R, Kurdistan University Persian-Kurdish Dictionary, Vol.1) rp: 475

[86] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73158

[87] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73512

[88] Hîlmî Akyol, Ji Devê Hacira Meydin, We?anên Elma, Stenbol, 2005, rp: 75

[89] Eslîxan Y?ld?r?m, Herdemciwanê, rp: 84

[90] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4571

[91] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73503

[92] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3451

[93] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4587

[94] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4563

[95] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3447

[96] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3471

[97] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3451

[98] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4563#bg

[99]http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=72964

[100] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=1648

[101] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3461

[102] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4447

[103] H. Akyol, Mîrze Meheme û Çapik Ehmed, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2002. rp: 71

[104] Xêrî ?ingalî, Dengê Êzîdxanê. Ev berhem li ar?îva Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Silêmaniyê hatiye hilanîn.

[105] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4451

[106] http://www.aknews.com/ki/aknews/9/147431

[107] Ji “ajotinê” pê ve gelek mecazên tirkî li kurdî têne anîn ku ev yek ?a? e. Bo nimûne, “Beyaz Perde” mecazeke zimanê tirkî ye ku beranberî sînemayê tê bikaranîn, lê nabe yekser di zimanê kurdî de bê xebitandin.

[108] Feqiyê  Teyran, Ey Avê Av-?êxê Sen’anî, rp: 147

[109] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73157

[110] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=1574

[111] http://www.welat.org/haber_detay.php?haber_id=73198

[112] http://ku.firatnews.eu/index.php?rupel=nuce&nuceID=1909

[113] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4498#bg

[114] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3452

[115] http://ku.firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=1788

[116] http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=3408

[117] http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4572

[118] Me ev gotin ji pirtûka Tosinê Re?îd, Min Bêriya ?evên Spî Kiriye wergirt.

[119] Ev yek serpêhatiya min bi xwe ye jî.  Tê bîra min, dema ez li rojnameya Azadiya Welat dixebitîm, gava nivîsarên birêz Medenî Ferho dihatin, min û hevalên dî me xwe dida alî ji bo redaksiyona wan nekin çima ku ew bi kurdî difikirî em bi tirkî difikirîn, loma em bi hêsanî tênegihi?tin. 

Mazlûm Doxan

Hewlêr

About The Author