Diyarbekirî ruhnîya çavên wan e kuro!

 Her ku hilbijartin nêzîk dibin, partîyên dewletê û partîyên nîjadperest lotikên bergîlkî davêjin û Kurd li ber dilê wan ?îrîn dibin. Partîyên ku dijminê riknê milletê Kurd in, partîyên wek CHP û MHP, berî hilbijartinan Kurd tên bîra wan û dixwazin bi çend derewên girover Kurdên ehmeq bixapînin, li wan siwarên û çend rayên zêde bistînin.

Partîya Dew?îrmeyên Tirkiyê CHP lotikek avêt û serokê wê gundî Kemal hat Amedê, çend derewên girover kirin û vegeriya axurê xwe yê Enqerê. Îcar jî dor hatiye Partîya Seg û Keftarên Tirkiyê MHP.

Alîkarê Sekreterê Gi?tî yê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) û Parlemanterê MHP yê bajarê Ruhayê Muzaffer Çakmakli, di derheqê doza KCKê de got: “Doza KCK ?ermek mirovahiyê ye. Ew doz, dozek bê sedem e. Heger sûcdar bin cezayên wan bidin û heger sûcdar nebin jî serbest berdin. Ji xwe pirrê wan ?aredar in ne mimkûn e jî birevin. Girtina wan, zilmek herî mezin e” û yanî qa?o xwe li ber dilê Kurdan ?îrîn kir.

Ê helbet canim, ji hilbijartinê re çend meh mane, ma wê çima neçirîne û nedirîne!

Oxlim bi van gotinên girover jî têr nebû û dibêje:” Emê li Diyarbekir û li Mêrdînê mîtîngên xwe çêkin. Wê serokê me Bahçelî bibe mêvanê ?erefê yê Diyarbekirîyan. Ez zanim ku wê brayên me yên Diyarbekirî wek brayê xwe pê?waziya Bahçelî bikin.Diyarbekirî ruhnîya çavên me ne” û pêde çûye.

Diyarbekirî ruhnîya çavên we ne ha?

Ez di jina derewîna nim heger rast e!

Ma law Diyarbekirî kengî bûne ruhnîya çavên we heta go îro bibin ewladim?

Law Diyarbekirîno, xwelîserno!

Va MHP î dibêjin hûn ruhnîya çavên wan e,  law tiliyên xwe têxin çavên van teresbavan û wê ruhnîyê di çavên wan de biteqînin oxlim, ma hûn mirî ne cîgerim!

Werhasilî kelam, MHP dixwaze li Amed û Mêrdînê mîtîngên mezin li dar xe. Welle bi namûsa mêrê berê, heger namûs di bêvila Amedî û Mêrdînîyan de mabe wê rê nedin wan teresbavan. Na heger namûs bûbe bexdûnis û bêvila wan ne?ewite, ji xwe wê MHP jî wek CHP li Kurdan siwarê û hûn sax….

Amed

About The Author