EZ JI GUNDÎYÊN XWE NAQETIM

Berî salên 1980 î li piranîya gundên Kurdistanê ne kahrebar (cereyan ) ne jî di malan de kanî hebûn. Di wan deman de li gundan kanîyên gund hebûn. Dewar  li ser wê kanîyê dihatin avdan, zilaman li ser wê kanîyê destrê vedidan, jinan jî ji bo paqijî, xwarin û cil û firax ?û?tinê ji wê kanîyê av dibirin.

Gelek caran jin ji ber dora avê, yan jî ji ber berberîya gund li ser kanîyê bi hev diçûn.

Porê hev ka? dikirin û dijûnên derveyî adetê ji hev re digotin.

Rojekê dema melayê gund li ser kanîyê destrê vedide (destnimêj digre), du jinikên gundî ji ber berberîya gund bi hev diçin û dijûnan li hev dikin.

Jinikek ji ya din re dibê: “ Gundî hemi di te nin”.

Ya din qey ji melê ?erm dike û dibê: “ Mele ne tê de, gundî hemi di te nin“.

 Mela hema dibê: “ Wilah û bilah ez ji gundîyên xwe naqetim „.

Îcar xuyaye ev jî mesela me û dijminên me ye.

Dijminên Kurdan çiqas ji Kurdan re dijûnan didin û xwe li wan diceribînin jî, Kurd her dibêjin: “Wilah û bilah em ji we naqetin”.

Ez bi xwe hew zanim çi bêjim.

Lê hûn?

About The Author