Ji qehra Recebo fetiqî, wey weleeddd!

Me digot qey Kemal Kiliçdaroglû, yanî gundî Kemal, mêrekî bi 100 mêrî ye. Lê rebeno xwe li ber lotikên Kasimpa?alî Receb negirt, di nava çend mehan de qû? lê qetiya û fetiqî.

Dibêjin gundî Kemal ji qehra Kasimpa?alî Receb û ji fitne û fesadîya nava CHP nexwe? ketiye û ew rakirine “Nexwe?xana Guven” ê. Li nexwe?xanê ew dane ber kêr û meqesan û ne?tersazîya fitiqê jê re kirine. Ango, rovîyên wî fetiqî bûn û ew rovîkên heram dirûtine.

Axir, dibêjin niha xelk û alem henekên xwe pê dikin û dibêjin:”Me di qulê kiro, di nava çend mehan de xwe li ber lotikên Recebo negirt, îcar wê ev xiyar çawa bibe serokwezîr û xwe li ber zîtirkên generalan bigre babam” û didin bin dûvê gundî Kemal.  

Werhasilî kelam, xuyaye çi kesê ku bela xwe di Kasimpa?alî Receb dide, yan difetiqe, yan diwerime û yan jî lotikên qantirkî dixwe.

Îcar tembîya min li we be kaka, qet û qet bela xwe di Kasimpa?alî Receb û hikûmeta wî nedin û hûn sax…

Stenbol

About The Author