Vê carê lotikên qantirkî avêtin

Kesî bawer ne dikir ku wê rojekê li Tirkiyê general têkevin ber xezeba siyasetmedaran û ji kar bên avêtin. Generalên ku wek “xwedayên Tirkiyê” dihatin dîtin û tirs û sawa wan ji ya melkemot jî zêdetir bû, îro ketine ber xezeba hikûmeta Kasimpa?alî Receb, tên girtin, ceze dixwin û ji kar tên dûrxistin. Yanî, vê carê li Tirkiyê “qantir za” û ev bi xwe jî ?ore?ek bi serê xwe ye.

Wezîrê hundur ê Tirkiyê Be?îr Atalay û wezîrê paraztina Tirkiyê Vecdî Gonul, cara yekem e ku erkên xwe tînin cîh, lotikên qantirkî li generalan dixin û wan ji kar dûr dixin. Welle û bille ecêb e! Vecdî Gonul ê ku ziravê wî ji generalan diqete û wek “xulamokê generalan” tê naskirin, radibe Tu?amiral Abdullah Gavremo?lu û Tümgeneral Gürbüz Kaya ji wezîfê dûr dixe û dide bin dûvê wan.

Ez serê we neê?înim, Wezîrê Hundur Be?îrko Tümgeneral Halil Helvac?o?lu û Wezîrê Paraztinê Vecdî Gonul jî Tu?amiral Abdullah Gavremo?lu û Tümgeneral Gürbüz Kaya ji wezîfê dûr xistin û nîhan kefenê 101 bavê wan.

De oxira wan a Filîtê Quto be û aqûbet li serê temamê generalên sermezin be rebbî….

Enqere

About The Author