Ji xelkê re ?êr e, ji jina xwe re kerê bê xêr e

Belkî hûn nizanin, piranîya van general û amîralên Tirko bizdonek û ziravqetandî ne. Bi taybet li himber jinên xwe wek darên ?ikestî û rizyayî ne. Lê ji ber unîformayên eskerî li wan e, dolheraman li himber zarokên xelkê dibin ?êr û pêl serê wan dikin. Lê li malê? Li malê jî kirasê jinên xwe li xwe dikin û jinên wan li wan dixin, tirrê ji wan berdidin. Meselen Tumgeneral Îlker Guven.

Tumgeneralê derkenar (teqawîtbûyî) Îlker Guven û jina xwe Sûnahanim Guven, wek dîk û mirî?k bi hev ketine û ji bo hevberdanê hevdu dane dadgehê. Sûnahanim Guven berî niha di derbarê mêrê xwe de ti?tên kesanedî gotibûn û îspat kiribû ku mêrê wê belgeyên dewletê firotine xelkê. Lê generalê bizdonek Îlker Guven begefendî înkar kir û got ku jina wî bêbextîyan dixe stuyê wî.

Werhasil, niha dîsa ?erê dîk Îlker û mirî?k Sûnahanim dest pê kiriye. Lê ya herî xwe?, vê carê dîko ?exsîyeta xwe dide dest û e?kere dike ku ew mirovekî ziravqetandî û tirsonek e, ji jina xwe lêxistin xwariye.

Îlker Guven, ji bo lêxistina jina xwe îspat bike, niha bi rêya êlanan li ?ahidên bûyerê digere û dibêje:“Yê ku raserî heqaretê hatiye ez im. Yê ku ji jina xwe lêxistin xwariye û ser û çavên wî parçe bûye ez im“ û dixwaze jina xwe neheq derxe.

Hûn dibînin ne?

Hûn dibînin bê generalên ku fermandarê zarokên xelkê ne çawa lêxistinê ji jinên xwe dixwin.

Aha generalên artê?a Tirko ev general in kaka. Li himber esker û zarokên xelkê ?êr û piling in, lê li himber jinên xwe xwelîser, peppûk û reben in, darên rizyayî ne.

Anitqebir

About The Author