Li hesabê wan bê xwe? e, neyê re? e

Hinek xwendevanên me yên ku hatine ba?ûr û dest bi xwendinê kirine, hesabê wan ê malê û sûkê li hev dernakeve. Ji wan weye ku xwendina li ba?ûr û zanîngehên vir wek ên Harvardê xwe? û rehet in. Lê ti?tekî rehet tune qurban, bi tirr û fisan tenûr germ nabe û heta meriv li ber xwe nede, meriv bi ser nakeve.

Çapemenîya Tirko wek her mijarê, êrî?ê dibin ser xwendin û zanîngehên ba?ûr jî. Bi rêya hevpeyvînên bi hinek xwendekarên bakur re dixwazin ba?ûr û hikûmeta ba?ûr di çavê Kurdên bakur de re? bikin û wan piçûk bikin. Helbet ev jî ne di xêra Kurdan, lê di berjewendîya Tirkan de ye.

Berî çendakê rojnamevanê Tirk ERTU?RUL MAV?O?LU, di rojnama Radîkal de hevpeyvîn bi çend xwendekarên bakur re kiribû. Wan xwendevanan jî (Serda Muhammed Fettah û Mahmut Ceyhan) gazind ji xwendina li ba?ûr kiribûn.

Muhammed Fettah û Mahmut, gotibû: Evder xîtabî min nake. Ez ji dans ê, ji vexwarina eraqê hez dikim, lê evder rê li ber meriv digrefilan û fîstan.

Mahmut Ceyhan jî gotibû:“ Bapîrê min Mele Abdulkerîm Ceyhan endamê KDP Bakur bû. Ez bi xeyalek mezin hatim vir (ba?ûr). Ji % 30 xwendekarên ku hatine vir di zanîngehên xwe de ne serketî bûn, be?ek din jî ew kes bûn ewên ku nikarîbûn be?ên ku dixwestin bi dest bixin. Avabûna Kurdistanê bala piranîya xwendekarên bakur ki?and ser xwe, sempatîyek mezin çêkir. Heger li Tirkiyê perwerdeya zimanê Kurdî hebe, wê kesek neyê li vir nexwîne. Sîstemê hi?t ku xwendekarên bakur ji vir birevin. Heger bi vî awayî bime?e, wê xwendekarên bakur li vir nemînin“ û ajotiye.

Ez serê we neê?înim, helbet kêmasî hene û wê hebin jî. Kêmasîyên hikûmeta Kurdistanê jî hene û yên me jî hene. Mesele ev e ku meriv hewl bide wan kêmasîyên xwe di nava xwe de çareser bike û xwe neke benî?tê devê dijminên xwe.
Em wek çend xwendekarên ku li ba?ûr dixwînin, wîcdanê me qebûl nekir ku em di bin vê ?ermiyê de bimînin. Ji ber vê yekê, em van herdu xwendekarên lotikvan hewaleyî insiyatîfa dadgehên Lotikxanê dikin ku rastîya vê meselê vekolînin û li gorî rastîyê çend tir û fisên ?idandî ji wan berdin, dilê me pê hênik bikin.
(Têbinî: Ev herdu xwendekar piraniya wextê xwe li derveyî xwendinê derbas dikin)
 

Êêêêê, belasebeb negotine „Golikek navê garanekê xera dike“  qurban..

Hewlêr

http://www.radikal.com.tr/Radikal.aspx?aType=RadikalDetay&ArticleID=1030016&Date=24.11.2010&CategoryID=77

About The Author