Navê min Mîxo ye

Dibêjin yekî ji yekî pirsî: Birako, navê te çiye?

Birako go: Navê min Mîxo ye.

Cardî jê pirsî: Birakê Rîxoo, navê bavê te çiye?

Mîxo got: De ne hema te navê min kir tirr, îcar dora navê bavê min e!

Îca Rîxoyê „qirik dirêj“ ku yanî qa?o xwe wek serokê Sûrî dibîne, rew?a Sûrîyê kiriye çetilxêr. Mêro kes birçî nehi?tiye, wekhevî û a?itî li her cî, gur û mî bi hevre dilîzin, diçêrin û dixwin. Colan vegerandiye ser xaka Sûrîyê, zindan hemi kirine dibistan, hema bêje miletê Sûrî ketiye buhi?tê lo! Ti?tek jê kêm nemaye ellawekîl.

Dibêjin xwedêgiravî, îsal baran dereng ketiye. Belkî baranê jî ji xelkê re bibarîne, erê lo, yan wilo serok yan belaha…! Îca ma eyb û ?erm e ku hinek alîkarî bide cîranê xwe jî, rê nî?anî wan bide û hinekî rew?a wan jî wek ya Sûrîyê xwe? bike? Na bavo, welleh xêra mirov jê tê! Ji ber wilo, Rîxoyê me dest xistiye destê Erdoxanko û dixwazin bi hevre Serxet û Binxetê bikin yek û tê de li ser pi?ta hespan cirîdan berdin. Welleh heger birayê Rîxo sax ba, menê bigota bi kêrî siwarbûna hespan tê, lê law ma we rojekê kurê naamê li hespê dîtiye? Erdoxan jî carekê xwest li hespê siwar be, hespê da zîtirkan, ew ji ser pi?ta xwe avêt û xiyarek jî xist qûnê! Werhasilî kelam, ev hemi xewn û xeyal bûn, wek gotina Mamo ku dibêje: Kurdistana serbixwe xewn û xeyala helbestvanan e!

Lê ya ne xewn û xeyal ev e ku, qirik dirêjo ketiye bazara petêxan û Sûrî hemi serûbin kiriye, Kurdên reben û jar, ji bê karî, ji belengazî, tev de di ?am û Heleban re derketine, di binê konan de, di serma zivistanan de, berê xwe didin ezman û dua dikin: Ya rebbî, tu emrê vî serokî kurt bikî û tu wî di nav destên zaliman xî! Ya rebbî, ma wî çi heq li me û zarokên me hebû ku em ji cihê bav û kalan dûr xistin, em bê nav û cî hi?tin! Ya rebbî, tu xiyarekî re? ê Obamayî lê rast bikî, heta diran di devan de qîç bimînin!

Hêrs û kîna dîlên zindanan jî erdê dihejîne, zincîrên di destên wan de, qamçiyên li ser pi?ta wan, ?ahidên zilma Rîxo ne!

Îca herroj, wê evê devlapûr mewalekê ji me re bêje, geh dibe gur û êrî?ên hovane dibe nava berx û beranan, geh dibe rovî, li fen, dek û dolaban digere. Geh jî xwe dike wek pêxemberan û ?îret û mîretan li Tirkan dike, ta ku efûyekê ji Kurdên serê çiyan re derxin.

Law hey min bergîlên Licîyan bera ser dano, berî her ti?tî qûna xwe safî bike, pi?tre biçe bi hewara Tirkan ve! Hey oxlim, ma hêz û artê?a te ji ya Seddamê hestî rizî xurtir û mezintir bû? Ma qey we ibret ji qula Seddam wernegirt?  Welleh wê rojek bê ku qul jî bi dest te nekevin ku tu xwe di wan de ve?êrî!

În?elleh ew roj nêzîk be rebbî!

Kurdistan

About The Author