Talîya talî ket xefikê

Wek hûn zanin, malpera bi navê “Wîkîleaks” rojeva dinyayê serûbinê hev kir û piranîya dewletan bera hev da, qû? li wan qetand. Wîkîleaks a ku bi hezaran belgeyên Amerîkayê belav kirin û tofanek mezin rakir, wek lîztika mi?k û pisîkê hatibû serê damezrênerê wê Jûlîan Assange.  Rebeno ji bo neyê girtin, xwe di qul û qewêran de, di ?ikeft û kewaran de vedi?art. Lê dibêjin “reva pisîkê heta dawîya kulînê ye”. Reva rebenê Jûlîan Assange jî fêde nekir û talîya talî li Brîtanya hat girtin, pelûl bi serê wî de rijiya.

Werhasilî kelam, li ser bextê doxînsistên Swêdê be, dibêjin xwedêgiravî Jûlîan Assange efendî li bajarê Enkopîng ê bazdaye ser du jinên Swêdî (Anna Ardin û Sophie Wilen) û doxîn li wan çirvirandiye. Lê herdu jinik jî di gotinên xwe de dibêjin ku „em bi dilê xwe pê re razan, lê pi?tî lotika pê?în îcar qûneko dest bi tecawizê kir“ û doz lê vekiribûn. Pi?tî dozvekirinê, dadgehê jî bi dosyeyek sor bera dû pi?ta Assange dabû û di qada navnetewî de girtina wî xwestibû.

Ez serê we neê?înim û heger ê?iya jî ji xirrê Jûlîan Assange ve, niha Jûlîan Assange bi sedema ku tecawizî du jinikên Swêdî kiriye hatiye girtin. Lê hinek jî dibêjin ku ev lîztika Amerîkayê ye û mesela destdirêjîyê tenê mahneyek e.

Axir, niha ji alîyekî Swêd wî dixwaze û ji alîyê din jî Amerîka wî ji Brîtanya dixwaze. Hinek dibêjin „wê wî radestî Swêdê bikin“, hinek jî dibêjin „na babam, ma heta Amerîka hebe kes kare bê lam û cîm“. Tew ji xwe hinek jî dibêjin „ bi sê telaqan wê bi bikin du qet, qetekî ji Swêdê re û qetê din jî ji Amerîkayê re bi?înin“ û didin lotikan.

Werhasilî kelam, dibêjin niha vite vit ketiye rebenê Jûlîan Assanger.

Wey weleeeedddddd Jûlîan efendî!

Law ma kê ji te re gotibû bela xwe di Re?o û Amerîkayê bide oxlim?

London

About The Author