Wê jî xwe ji bo mirovatîyê berda çolê

Helbet em Kurd ne ji Ey?ika Ereb in. Em jî xwedî hest û pêhisanên mirovatîyê ne. Lê pelûla ku bi serê Kurdan de rijiyaye ev e ku em Kurd her ti?tên xwe dikin bi qurbana bratî û mirovatîyê. Em bi bahna bratî û mirovatîyê dev ji her nirxên pîroz berdidin û didin dû adet û toreyên xelkê. Tu dibê qey bratî û mirovatî tenê bi Kurdan maye û Kurd nebin wê bratî û mirovatî têk biçe. Halbûkî ji Kurdan pêve tu ehmeq xwe nakin bi qurbana bratî û mirovatîya xelkê. Ji Kurdan pêve tu millet dev ji berjewendîyên xwe bernadin û nadin dû qûna xelkê. Tenê em Kurd parêzer û dergevanên bratî û mirovatîya xelkê ne.

Siyasetmedarên me xwe dikin bi qurbana bratî û mirovatîyê. Hunermendên me xwe dikin bi qurbana bratî û mirovatîyê. Serok û rêberên me ji bo bratî û mirovatîyê doza Kurd difro?in. Law ma bratî û mirovatî bi serê Kurdan ketiye ey hawarrrr!? Ma çima xelk xwe ji bo bratîya Kurdan nakin qurban û heyran ji bo xwedê!?

Werhasil, mesela me li ser xanima germik û nermik Mijgen Salih bû.

Li ser bextê fitne û fesadan be, dibêjin xanima germik û nermik, stranbêja Kurd Mijgen Salih, derketiye pê?berî kamerayan, xwe berdaye çolê û gotiye „Ez xwe ji bo mirovatîyê ?ût û rût dikim“ filan û fîstan.

Siphan allaaaaaa, naûz û bîllah!

Bi xwedê te li bavê xwe zêde kir keçko. Tu ji nav refê mirovatîyê kêm mabû, wa te jî xwe ji bo xelkê ?ût û rût kir. Welle û bille aferîn ji te re!

Birastî ez meraq dikim, tuyê kengî xwe ji bo Kurdan ?ût û rût bikî ez qurban?

About The Author