Bû benî?tê devê çapemenîya Tirko

Çapemenî ji çapemenîya dewleta Tirko bêbavtir tune. Karin kêçekê bikin deve û devê jî bikin kêç. Xwedênehi?ta kevirê Kurdan li ser hev nakin û ji Beko Ewan zêdetir dek û dolaban digerînin.

Mesela me li ser hevdîtina A.Ocalan û gotinên wî bû.

Ba?qan Ocalan, di vê hevdîtina dawîyê de ji parêzerên xwe xwestiye ku “belgefîlmek” li ser jiyana wî bê çêkirin. Xwestiye ku parêzer rojnamevan û sînemagêr biçin gundê wî Omerlî-Xalfetî, lêkolînek berfireh li ser jiyana wî bikin û jiyana wî bikin wek fîlm. Xwestiye ku di vê derbarê de dereng neyê man û di demek kurt de belgefîlmê jiyana wî bik?înin da ku dîrok û ar?îva wî winda nebe. Xwestiye ku rojnamevan, sînemagêr, nivîskar, rew?enbîr û edebîyatzan serê xwe bi jiyana wî re bê?înin û jiyana wî ji bo wan berhemek pir dewlemend e.

Welhasilî kelam, îcar niha ev xwesteka wî di devê çapemenîya Tirko de bûye qajik û benî?t, pê ha ha dikin qirçe qirç û dibêjin: „Heheyyyy,  niha jî dixwaze bibe artîstê sînemayê lan“ û  di bin simbêlan re dibe?hi?in, dikenin.

Hey xwedê nehi?tino, hûn belgefîlman li ser Atavirqo çêdikin ne eyb û ?erm e, hûn belgefîlmên siyasetmedarên xwe çêdikin ne qebhet e, ma belgefîlmek li ser jiyana Ocalan bê çêkirin pir e oxlim? Bihêlin berî mrinekê bela belgefîlmê wî jî bê ki?andin babam, ma ba?qanê me ji Ey?ika Ereb e qurban, waweylê!

Axir canim, dibêjin Devê xelkê ne doxîna meriv e ku meriv karibe bigre”. Îcar devê çapemenîya Tirko jî çarox û lastîk e, ha vedizile û ha vedizile. Ne tê girtin û ne jî tê dirûtin.

Îcar rojnamevanino, sînemagêrno, rew?enbîr û edebîyatzanino!

Law dereng nemînin heyran. Dereng nemînin û belgefîlmê ba?qan Ocalan bik?înin cîgerim.

Ez bi xwe li gel ki?andina belgefîlmê wî me.

Lê hûn?

Ruha

About The Author